SILÊMANÎ – Çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel (nivîskar) ku di heman demê de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ye îro di navbera saet 10.11’an de li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Li gorî agahiyan Nagîhan Akarsel di encama êrîşê şehîd ketiye û cenazeyê wê ji bo lêkolînê rakirine Tiba Edlî ya Silêmaniyê.
Akarsel a ji bajar Konya ya Bakurê Kurdistanê ye, karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiriye. Heya niha îmzeya wê li jêr gelek xebatên lêkolînê yên derbarê jinan de li Kurdistanê û derveyî welat heye. Çend sale li Silêmaniyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê dixebitî.
Li gorî agahiyan Akarsel di heman demê de beşdarbû li projeya avakirina pirtûkxaneya jinên Kurdistanê û endama desteya weşanê ya kovara Jineolojiyê bû.
Nayê zanîn kujer hatiye girtin an na, lê hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.