NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Derya Rojhilat ji malpera KJAR’ê re axivî.
Derya Rojhilat, li ser serhildanên heyî ên ku bi pêşengtiya jinan li Rojhilatên Kurdistan û Îranê tên meşandin nirxandin kir û got; “Îro li her çar beşên Kurdistanê û li çiyayên azad, jin pêşengtiya pêvajoyê dikin. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî niha bi heman şêwaziye, ji ber vê yekê çawa ku jinên Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwe gihiştin azadiyê, jinên Rojhilatê Kurdista û Îranê jî bi heman şêwazî ku jinên Rojavayê Kurdistanê ji xwe re kirine nimûne, diakrin bighêjin azadiyê û sîstema zayend perest û dagirker birûxînin.”
Teqîna ‘Êdî ez te qebûl nakim’
Derya Rojhilat, Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di despêka axaftina xwe de di şexsê malbata Şilêr Resûlî û Jîna Emînî de, sersaxî ji bo malbatên tevahî berxwedêrên ku di nava serhildanên heyî de şehîd bûn, sersaxî xwest û wiha dest bi nirxandinên xwe kir; “Em sersaxiyê ji bo tevahî neteweyên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jiyan dikin, dixwazin. Ji ber ku ev serhildanên ku îro tên meşandin, serhildana tevahî gelên heremê ye. Em ji çiyayên Kurdistanê vê berxwedanê silav dikin. Ev serhildanên ku di roja me ya îro de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tên pêk anîn, dide diyar kirin ku êdî civak bi tu şêweyî ji zorî, zext û dagirkeriya rejîma Îranê re serî natewîne. Li himberî tacîz, tecawiz û zextên ku li ser jinê tên pêk anîn, nuqteya dawiyê ye. Berya niha jî her de nerazîbûnên gel ên li himberî zextên rejîma Îranê derdiketin pêş, lê belê di vê serhildanê de teqîna dawî a ku dibêje ‘Êdî ez te qebûl nakim’ derket pêş.”
‘Bi pêşengtiya jinan, wê civak azad bibe’
Derya Rojhilat di dewama axaftina xwe de baş kişande ser çalakiyên jinan û bi taybetî şewtandina wan a laçikan kir û got: “Eger îro bi jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê laçikên xwe ên ku bi zorî li wan hatiye kirin, davêjin û dişewitînin, ev ne tenê şewrtandin û neqebûl kirina hîcaba bi mecbûriye, ev red kirin û ne qebûl kirina sîstema zayend perest a Îranê ye. Rejîma Îranê bi riya wê hîcaba bi mecbûrî, pir tişt ji destê jinê girt, fikir û rihê jinê dagir kir, fîzîka jin hate dagirkirin û jin wek hebûn nehat desgirtin. Dagirkerî ji ku derê ve dest pê kir, îro jin jî ji bo rûxandina vê zihniyetê ji wê derê ve dest pê dike. Rejîma Îranê û bi giştî zihniyeta zilam salar, di şexsê jinê de civakê kole dike. Rêber Apo jî dibeje: ‘Îro di şexsê jinê de, civak tê kole kirin.’ Ji ber vê yekê jî di roja me ya îro de, bi pêşengtiya jinan wê civak were azad kirin. Pêşengtiya jin, pêşengtiyek pir girînge. Gel bi pêşengtiya jinan ve bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve serhildanê geş dikin. Ev diruşim ji rêzê nîne û pir girînge. Ev sehildan, yekîtiya gelan û pêk anîna felsefeya Netewa Demokratîk e. Yê ku ev diruşim ango felsefe li cîhanê belav kir jî, Rêber Apo ye. Çiqas tecrîdê li ser Rêber Apo giran jî bikin, wê tu carî ev yek li pêşiya belvbûna fikrê Apoyî nebe asteng. Ji bo ku mirov bikaribe li vî fikrî xwedî derkeve, pêwîste ku heya gihandina azadiyê ev serhildan dewam bike.”
‘Bi rihê demê tevlî nava serhildana bibin’
Derya Rojhilat di dawiya axaftina xwe de wiha bang li tevahî jinan û civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir: “Em vê serhildanê dehbare, silav dikin. banga me ji tevahî civaka me a Rojhilatê Kurdistan û Îranê eve ku, dever ango bajarên ku di vê serhildanê de hê cihê xwe negirtine, bi rihê demê ve tevlî nava vê serhildanê bibin. Ji ber ku gelê me ancax bi yek dengî dikare vê sîstemê birûxîne, yekîtiya xwe ava bike û azadiya xwe bi dest bixe. Bi pêşengtiya jinê ve, tevahî civak û gelê me dikare bighêje îrade û azadiya xwe. Îro li her çar beşên Kurdistanê û li çiyayên azad, jin pêşengtiya pêvajoyê dikin. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî niha bi heman şêwaziye, ji ber vê yekê çawa ku jinên Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwe gihiştin azadiyê, jinên Rojhilatê Kurdista û Îranê jî bi heman şêwazî ku jinên Rojavayê Kurdistanê ji xwe re kirine nimûne, diakrin bighêjin azadiyê û sîstema zayend perest û dagirker birûxînin.”
NC// Awyer Sine