NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo protesto kirin, ji bo nîşan bidin ku hûn li dijî tiştekî ne, form û rêyên cuda hene. Şêweyên çalakiyê bi tundiya ku mirov li dij derdikeve ve girêdayî ye. Dema ku çalakî di çarçoveya xwepêşandan, meş, nobet û mêtîngan de be, ne pêkane ku şêwazên êrîşan ên tund were guhertin. Dijberî wê êrîşên hîna mezintir rû didin û êrîşên ser jiyana civakî zêdetir dibe.
Pêwîste li dijî sîstemeke ku jiyanê di esas de tune dike, bi êrîşên fîzîkî û pîskolojîk re hewl dide bingeha jiyanê weke xweza, welat, civak, ziman, çand, exlaq, nasname û hwd tune bike, bersivên pêwîst bi çalakiyên rawa bê dayîn.
Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de helwesta şoreşgerî ya FEDAYÎ bi tîpên zêrîn di dîrokê de hatiye nivîsandin. Fedayîbûna têkoşerên azadiya Kurdistanê ji bo azadiyê, ji bo jiyana civakî ya exlaqî, bedewiya jiyanê ye û weke bersivekê li dijî jiyana ku sîstema modernîteya kapîtalîst ferz dike ye.
Fedayîbûn tenê canê xwe teqandin nîne, fedayîbûn helwesteke jiyana şoreşgerî ya bingehîne, ku kesayeta şoreşger di her kêliyê de, li her cihî ji bo doza azadiyê ya welat û civaka xwe ve, xwe dide ber her zor û zehmetiyê. Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bi vê helwestê derketiye asta herî jor û bi rastî jî mirovên herî xweşik derxistiye pêş.
Dema ku em behsa Fedayîbûnê dikin, divê em pêşî li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di tekoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gel û neteweyên bindest de her tiştî feda kirî û heya roja îro di bin her şert û mercê de têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê berdewam dike de, bikin.
Ji ber ku bi têkoşîn û berxwedana xwe, ewqas hêzên xurt û kesayetên pêşeng ava kir, ji ber vê jî tevahî hêzên navdewletî bûn dijminên wî. Ji ber ku mîna agir çiqa hêviyê li hemû cîhanê belav kir. Rêber Apo mîna rojê, wî ciyên herî tarî ronî kir û mirovên ku di kûrtirîn qulpak de zincîrkirî bûn, rakin ser piyan û serê wan li her derê bilind kir.
Ji ber vê jî Şehîd Berîtan îxanet û teslîmiyetê qebûl nekir û li şûna ku teslîmî dijminên xayîn, pêşmergeyên PDK û YNK bibe, xwe ji zinarên Xakurkê avêt.
Ji ber vê yekê Şehîd Zîlan di merasîmeke leşkerî ya leşkerên Tirk ên dagirker de li navenda Dêrsimê xwe teqand û ji dagirkeran re heqîqeta Kurd ya ku hatî piştçav kirin nîşan da.
Ji ber vê sedemê ye ku her roj jin û xortên herî bedew ên li çiyayên azad ên Kurdistanê li dijî rêbazên herî qirêj ên dijminê faşîst li berxwe didin û ji bo gelê xwe ji dagirkeriyê biparêzin, li hemberî çekên herî hovane yên qirkirinê bi israr li berxwe didin.
Ji ber vê yekê Şehîd Sara û Şehîd Rûken bi xwînsarî û bi biryar ketin dilê dijmin û êrîşî qereqola polîsan a Mêrsînê kirin. Armanca çalakiya wan tolhildana rêhevalên xwe yên ku li çiyayên azad ên Kurdistanê ku bi çekên kîmyawî û tevahî çekên qedexekirî hatine şehîd xistin hilînin, li dijî binpêkirina mafan ya li zîndanan, li dijî qirkirina li ser gelê Kurd û Kurdistanê û berî her tiştî jî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev çalakiya xwe bi silogana “JIN JIYAN AZADΔ pêk anîn.
Mirov çawa dikare ji çalakiyeke wiha re bibe bersiv ? Têkiliyên wê bi zanebûneke kûr ve heye. Di destpêkê de divê rastiya veşartî û hatiye nixûmandin ya rêjîma faşîst û hov were fêm kirin, divê armancên desthildaran ya li ser gelê bindest çiye rast were nas kirin û li gorî wê di xeta azadiyê de tişta ku pêwîste were kirin werin zelal kirin. Ji ber ku êdî dem hatiye ev sîstema hov ji binî ve were rakirin.
Rêheval Sara û Rûken ya fedayî jî, ji ber ji jiyana azad, bedew û xwaşik hez dikirin, ji bo ku vê jiyanê ji herkesî re ava bikin çalakiya fedayî pêk anîn. Di jiyaneke nû de, bi rêhevalên nû re rastiya dijmin ji kûr ve dahorandin kirin, û bersiva wê bi çalakiyeke fedayî dan, ne qebûl kirin û ne razîbûnên xwe yên ji vê sîstemê re bi vê rengî nîşan dan.
Çima mirovên herî bedew vê yekê dikin? Ji ber ku di dawiyê de dixwazin azad bijîn. Ji ber ku weke jin weke neteweya herî bindest ji felsefe û îdeolojiya Serokatî hêz û bawarî wergirtine ku ji bo azadiya xwe têbikoşin. Ji ber ku ew dizanin bê tama azadiyê çi ye û vê tama xwe tu carî ji bîr nakin. Ji ber ku ew dizanin ku hevaltiya rast tê çi wateyê. Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi taybetî jinên qehreman bi çalakiyên fedayî hêz, rih û cesareta xwe li dijî sîstemeke ku dixwaze wan bike berhemên zayendperestî, koletî û fuhûşê ku li bazarê weke perçeyekî bazirganiyê dike nîşan dane.
Di pergala lîberal a modernîteya kapîtalîst de mirov ji bîr kiriye ku bawer bike, ji bîr kiriye ku însaniyet çiye, ji bîr kiriye mirov dikare xwe ji bo azadiyê feda bike. Wateya komîn û civakbûnê ji bîr dike. Ew ji koka xwe qut bûne, ew di deryaya ku bi bend û kanalên çêkirî ve tê avjeniyê dikin, nabînin ku ev demeke dirêj e ku ew bend sîstemê ji bo xwe çêkiriye. Ji bîr kirine ji bo jiyaneke azad û rast xwe feda bikin.
Sarya Diyar Ji Bo Ajansa Nûçe Ciwan Nivîsandin….