NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
LI ŞÛNA KURDISTANÊ BERÊ MIN DA TACÎKÎSTANÊ
Pêvajo; amadekirina çarmix an jî darbestê bû. Yên li Moskowayê bizmarên destpêkê bi xurtî lê didan. Cara yekemîn min rûyekî welê li ser çavê wan dît ku qet li dostaniyê nedihat. Eşkere bû ku biryar di asta bilind de bû. Min ji wan re got ku dixwazim biçim Kurdistanê. Destpêkê gotin, “Di ser Ermenîstanê re em dikarin te deynin ser sînor”, lê piştre wiha gotin, “Rewş guherî, em diçin Tacîkîstanê.”
Beriya serdana Madeleîne Albrîght a li Moskowayê (20’ê Çileyê) bi dek û dolaban û zordariyê li balafireke kargoyê hatin siwarkirin û li derveyî sînorên Rûsyayê -piştre eşkere bû ku paytexta Tacîkîstan Bîşkek e- min birin cihekî weke maleke gund. Ev yek revandina bi darê zorê bû. Li vê derê 8 rojan hatim tecrîdkirin û têkiliya min a bi derve re hate birîn.
JI BÎŞKEKÊ BERÊ MIN DAN MOSKOWAYÊ
Di roja 8’an a tecrîdê de, yanî 28’ê Çileyê bi balafirekê ez anîn Moskowayê. Li Moskowayê ji aliyê kesekî ku nas nakim ve hatim pêşwazîkirin û piştre ez birin avahiyeke ku yekîneyên taybet ên Rûs lê diman. Piştî demeke kin wezîfedarên Rûs hatin cem min, gef li min xwarin û ji min re gotin ku wê sibeha roja din min li balafira ku diçe Şamê siwar bikin.
DI SER ŞAMÊ RE WÊ RADESTÎ TIRKIYEYÊ BIKIRA
Armanc ji vê yekê ew bû ku di ser Sûriyeyê re min radestî Tirkiyeyê bikin. Ji ber ku Sûriye û Tirkiyeyê li hev kiribûn ku eger li Sûriyeyê vegerim wê Sûriye min radestî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku balafir di ser Tirkiyeyê re diçû, dikarîbû li hewayê bihata teqandin. Lewma min ev pêşniyar qebûl nekir.
Rewş metirsîdar bûbû. Bi rêya Ayfer Kaya ya li Yewnanîstanê bû, min ji Amîral Naksakîs re ragihand ku ewlekariya jiyana min di rewşeke metirsîdar de ye.
JI LENÎNGRADÊ BER BI ATÎNAYÊ VE
Weke rawestgeha dawî, bi balafira taybet a ku generalê teqawît Naksakîs û tercûman Ayfer Kaya anîn, cara duyemîn roja 29’ê Çileya 1999’an daketim Atînayê. Naksakîs ez ji VIP derbas kir û bir mala nivîskar Vûla ku li Nea Makrî bû. Ez şevekê li vir mam. Dema ku careke din ji Rûsyayê vegeriyam Atînayê, xuya bû ku haya hikumeta Yewnan jê hebû. Lê belê cihê ku lê dimam nizanîbû.
RÛSAN JI BO BUKREŞÊ ZEXT KIRIN
Rayedarên Rûs ên ku li Lenîngradê ez bi rê kirin, şîret kirin ku berî biçim Yewnanîstanê divê li Bukreşê peya bibim û ji wir derbasî Atînayê bibim. Ez ji vê yekê ketim nava gumanan û bêyî ku li Bukreşê dakevim, yekser derbasî Atînayê bûm. Naksakîs wê piştre îdîa bikira ku biryar hatibû dayin min li Bukreşê radestî Tirkiyeyê bikin. Weke ku van gotinên Naksakîs piştrast bike, tê zanîn ku Serokê Îstîxbarata Yewnan Stravrakakîs li Bukreşê li benda min bû. Me rawestgeha Romanya-Bukreşê qebûl nekir û ji neçarî em li Atînayê daketin.
BÊ QANÛNÎ ÊDÎ BÛBÛ PÎVAN
Naksakîs dema ku 30’ê Çileya 1999’an hat mala Vûla ya li Nea Makrî, jihevketî xuya dikir û herî li ser kincên wî hebûn. Tenê tiştek mabû; di şexsê Kalenderîdîs de baweriya min a dostane bi kar bînin û min bibin cihê ku dixwazin. Ez bi zorê birin cihekî. Min careke din serlêdana penaberiyê kir. Lê belê Stavrakakîs diyar kir ku ew serlêdana min bi rengekî fermî nanirxînin û qebûl nakin. Rewşa bê qanûnî êdî bûbû pîvan. Ez bi zorê girtin û nehiştin ku kes xwe nêzî min bikin. Gotin ku wê min dersînor bikin. Lê nedigotin bê wê min bi ku ve bişînin.
MIN GOT HOLLANDA, WAN EZ ŞANDIN MÎNSKÊ
Di nava vê rewşa xumamî, gef û zordariyê de min pêşniyar kir ku min bibin Hollandayê. Stavrakakîs îdîa kir ku ji ber peymana Şengenê eger ji Yewnanîstanê biçim Hollandayê wê min ji nû ve radestî Yewnanîstanê bikin û xwest, ji welatekî transît ê ne welatê Şengenê ye bêm derbaskirin. Ji bo vê jî Mînsk hilbijartin. Li gorî planê, balafirek wê min ji Atînayê bibe bajarê Mînskê yê Rûsya Spî, balafireke din jî wê min ji Mînskê bigihîne Laheyê. Bi balafirekê ku ji aliyê rayedarên Yewnan ve hate amadekirin, roja 31’ê Çileya 1999’an dema ku min berê xwe da Mînskê, gotin ku wê balafira duyemîn a ji Mînskê biçe Hollanda-Lehyê wê li wir bê amadekirin. Mînsk qadeke ji serweriya Rûsyayê bû.
LI DAVOSÊ BAZARÎ Û LIHEVKIRIN HATIBÛ KIRIN
Piştre derkete holê ku rojek berê (30’ê Çileyê) li Davosê di civîna Forûma Aboriyê ya Cîhanê de di navbera Serokwezîrê Rûsyayê Prîmakov û şîrketên petrolê yên DYA’yî de li ser rewşa min bazarî hatiye kirin. Li gorî nûçeya bi sernavê “Di berdêla Apo de bazariya petrolê” ku li rojnameya aboriyê ya Rûsyayê Kommersantê hate weşandin, bi peymana Davosê re petrola Kazak wê li ser Rûsyayê, petrola Azerî jî wê li ser Tirkiyeyê bihatina belavkirin. Di berdêla vê yekê de Enqere wê belavkirina petrola Kazakan li ser neqeban asteng bikira. Di vê bazarê de berpirsyariya diket ser milê Rûsyayê wiha bû: Moskowa wê destûrê bide xeta Baku-Ceyhanê û serlêdana min a penaberiyê qebûl neke.
LI SWÎSREYÊ BIRYAR HATE DAYIN KU DESTÛR JI DAKETINA BALAFIRÊ RE NEYÊ DAYIN
Roja ku saet 18’an daketim balafirgeha Mînskê, Prîmakov got, balafirgehên Ewropayê li min hatine girtin. Wê wextê hemû balafirgehên navneteweyî yên li Ewropayê ketibûn alarmê ji bo nehêlin balafireke ku ez tê de bim danekeve. Eşkere bû di asteke gelekî bilind de ev biryar hatibû dayin. Piştre wê derketibûya holê ku ev biryar bi awayekî veşartî li Swîsreyê hatiye dayin.
DEMA KU BALAFIRA HOLLANDAYÊ NEHAT, EZ JÎ PEYA NEBÛM
Qaşo gotibûn ku balafira Hollandayê amade kirin, lê belê dema ku em li Mînskê peya bûn gotin ku wê neyê. Bi rengekî vekirî lîstik lîstin. Pangalos wê demê got, “Yê ku ji şibakeyê bikeve hundir wê ji dûkelê bê avêtin.” Li balafirgeha Mînskê di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi saetan li balafir Yewnan hatim sekinandin. Rewş xumamî bû. Balkêş bû ku pîlot jî hewl dida me peya bike. Ji ber ku rewş bi guman bû, min red kir ku ji balafirê derkevim.