NAVENDA NÛÇEYAN – Ev komploya navnetewî ya ku li ser Rêber Apo hat meşandin di encamê plansaziya deshilatdar û hegemonya yên moderniteya kapîtalîzîm ve hat pêkanîn. Armancê wan ew bû ku di şexsê Rêber Apo de tevahî gelê Kurd, cardin tevgera PKK’ê yê ku Rêber Apo afirandiye ji holê rakin. Bêguman ne gihiştin armancên xwe. Serokatî weke her tim plansaziyên wan deşîfre kir û vale derxist. Moderniteya kapîtalîzîm tirsek pir mezin li hember Serokatî jiyan dike. Ji bo wê jî her tim bi şêwazên cûda li ser Serokatî daku dolaban dan çêkirin. Li hember vane jî her tim rêhevalên weke Zîlan, Taylan, Halît Oral û di heman demê de dinava gel de jî li hember pêvajoyên bi vê awayî bersiv dayîna wan hatiye çêkirin. Em bi kedên Serokatî re mezin bûn û gihiştin asta herê jor. Pêşketinên ku di roja meya îrode pêşdikeve jî hemû encamên ked û tekoşîna Rêber Apo û rêhevalên şehîd dane raber kirine. Serokatî tu carî ji berxwedanî û tekoşîna xwe de gav paşde ne avetiye. Her tim tekoşîn û berxwedaniyek pir bi hêz daye domdarî kirin.
Bêguman nirxên pir mezin û pîroz hatine ava kirin. Cardin pêşketinên pir mezin jî heye. Lê em dizanin ku ev têrê nake. Heya roja me ya îro jî ev komploya nevnetewî bê navber berdewam dike. Ji bo ku em bikari bin van êrîş û komployên navnetewî bin pê bikin û berteraf bikin pêwîste em bi ruhê APOCÎ tevlê pêvajoyê bibin. Ji xwe dîrok jî ev derfet afirandiye ya giring ewe ku em bikaribin vê derfetê baş bikar bînin. Ji bo ku em di pratîkê de serkeftinan destbêxîn û bersivên xurt bidin rexnedayînên xwe û layîqê kedê Serokatî derbikevîn pêwîstî tevlê bûnên pir xurt û ji her deman zêdetir biryar bûyînê ji me tê xwastin. Birastî jî di vê milê de îdea û baweriyê me heye ku emê serkeftinên mayînde destbêxin. Dem dema şoreş avakirin û pergala Îmraliyê ji holê rakirinê ye. Li hember vê jî ez soza xwe didim ku ezê hevaltiya herê rast bi Serokatî re jiyan bikim.
Ji bo ku fikirê Serokatiya me li tevayî cîhanê belav bibe û bi bandor bibe, artêşa me ya jin jî di çarçoveya parêznameyên Serokatiyê de her diçe xwe kûr dike û roj bi roj xwe pêş de dibe. Ji ber asta artêş û rêxistina me a di warê bîrdozî, leşkerî û ramyarî a li hemû qadên jiyanê, di heman demê de rojên azadiya Serokatiya me nêz dike.
Ev jî erkê me hemuyane. Hemû ferden ku xwe azadîxwaz dibîne, pêwîst dike ku bi vê giraniyê tevbigere. Ji bo pêkanîna wan jî pêdivî bi ruhekî cangoriyê heye. Ji xwe me heya roja îro jî xwe bi rûhê cangoriyên mezin anî vê rojê. Bi hezaran şehîdan xwe gorî vê doza azadiyê kirin. Ji lewra pêdivî bi wijdaneke mezin heye. Rêbertiya me hîna beriya salan em vexwendin şoreşa wijdanî. Ji ber kêliya ku wijdan diqede, wê demê rûxandina exlaqî û ya civakî destpê dike. Ji bo wê jî em ji tevahî gelê me re di bêjin dem dema nirxên xwe û şehîdên xwe derketine.
Hêlîn Botan Nivîsandî….