NAVENDA NÛÇEYAN – Di Rojhilata Navîn de li gor ahengên siyasetên berê guheretinên pir cidî tên jiyan kirin. Bi taybet jî piştê ku çeteyên DAÎŞ, hêzên navnetewî û NATO siyasetên xwe de pir guhertin pêşxistin. Bi salane hêzên emperyalist ji bo ku xwe di Rojhilata Navîn de bidin rûnişkandin her tim serî li rêbazên cûrbicûr dane. Pir cara xîtab û şêwazên xwe de jî nêzîkatiyên cûda didan raber kirin. Bi taybet jî şerê ku niha di heremê de pêş dikeve jî bi xwere xeteriyên pir mezin tîne. Dinava gelan de şerên mezhep, ol û bi destê gelan gel dayîna tunekirin pêş dixin. Li ser heremê her cûrên siyaset û qirkirinê pêş dixe, pişt re jî xwe weke hêzê rizgarkirina wan dide diyar kirin. Ji destpêka dîrokê heya niha hêzên emperyalist, Rojavayê Awropa û modernîteya kapîtalîzm her tim dijberê civakan siyaset pêşxistine. Bi taybet Amerîka piştê ew êrişê ku 11 Îlonî li ser hati bû kirin weke hêced girt dest û dest mûdaxeleyê Rojhilata Navîn kir. Di serî de Afganîstan, Iraq, Lîbya, Tunis û herê dawî jî şerê ku li Suriye tê meşandin ji hev qut nîne.
Birastî jî çima di demekî wisa de pêlek bi navê îslamiyetê derket holê? Her kes pir baş dizane ku ev ji xwe de derneketiye. Derketina vane bi destê emperyalîzm û yê hevparên wê hatiye pêşxistin. Derketina wan jî li ser esasê tunekirina hêzên alternatîf yên ku li hember wan radibe, wan û siyaseta wan na perjirîne. Tevahî cîhan pir baş dizane ku dema ev çeteyên xwînxwar di Rojavayê Kurdistanê de derketin bi komên biçûk û binavê islamiyetê û parastina nirxên islamiyetê xwe didan diyar kirin. Ev pir baş tê zanîn ku ev ne hemû çîrokin û DAÎŞ dijberê nirxên mislimantiyê ye. Pêwîste ev pir baş were zanîn ku ev çeteyên DAÎŞ berdewama El-Qaîdê ye. Yê ku El-Qaîde ava kir jî Amerîkaye, yê ku niha dixwaze ji holê rake jî cardin Amerîka bi xwe ye. Ji xwe armancê wan ewe ku dinav heremên Rojhilata Navîn de her tim şerekî nav xweyî bidin meşandin. Di Rojhilata Navîn de ewqasî îstîxrarsiztî û şer heye hemû bi destên hêzên ji derve tê meşandin. Wisa bûye ku di Rojhilata Navîn de kuştin û qetilkirina mirovan pir ji rêzê bûye. YPG û YPJ bi ruhê APOCÎ tevlê şer dibin.
Di Rojava yê Kurdistanê de berxwedaniyek bêhempa li hember çeteyên DAÎŞ yên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê ne girtine tê kirin. Cardin hêzê YPG û YPJ jî li hember vane tekoşînên dîrokî didin meşandin. YPG û YPJ bi ruhê APOCÎ tevlê şer dibin. Hêzê kî ewqasî bê qontrole ku li kur çi bikin ne diyare. Ji xwe şerekî ji derveyê zagon û rêzikên şer didin kirin. Bila tu kes neyê xapandin, jî hêzên ku di bêjin “emê dijberê van çeteyane rabin, emê alîkarî bidin hêzên ku li hember vane şerdikin” di binre jî alîkarî didin van çeteyane. Mînaka Musil ber çavane. Hêzên ku alîkarî didin DAÎŞ, bi hevparên xwere destek dan van çeteyane û pir bi rehetî ketin Musil de. Ango Musil dan çeteyên xwe. Ji xwe her kes jî dît ku tu berxwedanî dinav Musil de pêşneket. Bi ketina xwe re jî rêzîk û şêwazê jiyana xwe li wir da ava kirin. Cardin hemû armancê wan ewe ku di bin navê Îslamê de, tepkî û aciz bûna gelan li hember Îslamê pêş bikeve. Ango dixwazin mirovahî li hember baweriyan, olan nefret û tepkî pêşbêxe. Di heman demê de Rojhilata Navîn mozaîka gelane, baweriyane. Lê wisa dikin ku tevahî gel li hember hev rabe û li hember nirxên hev dijbertî pêşbêxe. Em pir baş bi şopînin tevahî gelan jî di kuje; Mislimana jî di kuje, elewî jî, êzîdî jî û h.w.d di kuje.
Mizgîn Feraşîn Nivîsandiye……