AMED – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Merwan Amed 3’ê Cotmehê di saet 23:00’an de li dijî komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyeke sabotajê li darxist.
Yekîneya Tolhildanê ku li Taxa Şehîtlîkê ya Amedê li dijî polîsên faşîst çalakiya sabotajê li darxist, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku çalakî wê bidomin.
Daxuyanî wiha ye;
Li Taxa Şehîtlîkê ya Amedê ji aliyê Yekîneya me ya Tolhildanê ya Merwan Amed ve li dijî Polîsên faşîst çalakiyeke sabotajê hate li darxistin. Çalakî li dijî Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê hate li darxistin. Komploya ku di şexsê Rêbertiya me de hewl hate dayîn bê pêşxistin, dîsa ji aliyê Rêbertiya me ve vala hate derxistin. Milîtan û gelê me yê welatparêz ku bi tevahî dilsozê Rêbertiya me ye, li dora Rêbertiya me bûne zengila agir. Ciwanên Kurdistanê pêşengiya çalakiyan kirin û cîhan li faşîzmê teng kirin. Li ser vê bingehê weke ciwanên Kurdistanî erk û berpirsyariya me ya sereke ye ku em bi azadiya Rêber Apo ya fîzîkî komploya navdewletî ya li dijî gelê me têk bibin e. Bila hemû cîhan bizane ku hêzên tevlî komployê bûne wê di hêrsa me de bifetisin. Her ku derbas bibe dê tol were hilanîn. Em ji herkesî re didin diyar kirin ku emê vê dinyayê her roj li dijmin teng bikin û bikin dojeh.