NAVENDA NÛÇEYAN – Şehîd Kawe Elî Salih ê weke Dr. Sîrwan tê nas kirin, di sala 1964’an de li gundê Çemîle ya navçeya Şarbajêr a ser bi Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di sala 1970’an de dest bi xwendinê dike. Dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li Silêmaniyê dixwîne. Di sala 1982’an de diçe kolêja zanistî ya Zanîngeha Bexdayê. Di sala 1984’an de ji ber çalakiyên siyasî dest ji xwendinê ber dide.
Di sala 1981’an de peywendiyê bi Komelaya Rencderan re dike û piştî demekê dibe endamek çalak û dikeva nava lêgerînê. Roj bi roj zêdetir hewldana xwepêşxistinê dide. Tevlî gelek çalakiyên siyasî û leşkerî yên li Silêmaniyê û çiya dibe.
Di sala 1994’an de weke rojnamevan û nivîskarek di rojnameya Welat de dest bi kar dike û di pêşxistina rojnameyê de rolek girîng dilîze.
Di sala 1983`an de dema Dr. Sîrwan li Bexdayê dixwend di heman demê de Endamê Komeleya Karkerên Kurdistanê bû û ji ber rêjîma Baas û hinek partiyên hevkar metirsî li ser jiyana wî çêdibe. Piştî wê metirsiyê sala 1984`an de çû Îranê, heya dawiya salên 1985 li wir ma. Dema ku li Îranê jî bû di demeke kurt de xwe fêrî zimanê Farisî kir. Di dawiya 1985`an de derbasî Danîmarkayê (Ewrupa) bû.
Şehîd Dr. Sîrwan naskirina xwe ya ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê li saheya Ewrupa bi rêya Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê (ERNK) re çêdibe. Ji ber naskirina xwe ya bi PKK’ê re biryarê dide ku derbasî Sûriyê bibe û perwerdeya Rêber Apo bibîne. Li saheya Ewrupa bi rêya ERNK’ê têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kir û di dawiya salên 1990’an de bû endamê ERNK`ê. Dr. Sîrwan dema li Amsterdamê bû biryar da ku di perwerdeyeke Rêber Apo re derbas bibe.
Piştî li Sûriyê perwerdeya Rêber Apo dît biryar dide ku careke din vegere Başûrê Kurdistanê û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê li welat bidomîne. Piştî perwerdeyê biryar da ku vegere Başûrê Kurdistanê. Wê demê jî rewşa Başûrê Kurdistanê gelek xirab bû û ji bilî Dihok, Hewlêr û Silêmanî hemû xaka Başûr ketibû destê hêzên rêjîma Baas de.
Dema ku vegeriya Başûrê Kurdistanê di sala 1991’an de, li Xakurkê li gel çend hevalên xwe Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ava kirin. Di wê salê de Raperîna mezin ya Başûrê Kurdistanê destpê kir û Dr. Sîrwan jî di wan raperînan de weke pêşeng cih girt. Di şerek li herêma Germiyanê ya li dijî rêjîma Baas de bi giranî birîndar bû, ji lingê xwe birîndar bibû û ji bo dermankirinê çû Îranê.
Di sala 1995’an de amadekariyê ji bo avakirina Yekîtiya Nîştimaniya Demokrat a Kurdistanê (YNDK’ê) dike. Di heman salê de YNDK dibe yek ji aliyekî siyasî yê Başûrê Kurdistanê. Wê demê YNK û PDK hebûn, YNDK jî bû aliyê sêyemîn yê Kurd. Dr. Sîrwan jî bû sekreterê YNDK’ê. Wê demê ji ber YNK ji nava bajaran derketibû û li ser sînorên Iraq û Îranê bi cih bşbû, Silêmanî di destê PDK’ê de mabû. Jiyana welatiyan jî di wê demê de pir xirab bû û tu garantiyek ya jiyana gel nebû. Ji ber wê çendê Dr. Sîrwan û çend hevalên xwe li çemê Rêzan bi cih bûn, ji bo cesaret û baweriyê bidin gel. Pêşmergeyên PDK’ê ji çar aliyan ve wan dorpêç kirin. Lê tevî hemû guftûgoyên di navbera wan de jî, di 4’ê Cotmeha sala 1996’an de carekê din pêşmergeyên PDK`ê Dr. Sîrwan û çar hevalên wî yên bi navê Hacî Qamişloyî, Baban, Diyar Mêrdînî û Egîd Germiyanî şehîd xistin.