MEXMÛR – Jinên ciwan ên Wargeha Penaber ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) girêdayî çalakiyên piştgirîkirina serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser dîwaran xebatê xêzkirinê dan destpêkirin.
Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê li ser dîwaran xebatê xêzkirinê ku sembola berxwedana jinan e, dan meşandin.
Jinên ciwan diyar kirin ku wê rêjîma qirker ya Îranê bi berxwedana jinan biruxe û gotin; “Bê exlaqiya herî mezin kuştina jinan e, û bi taybet jî kuştina Jîna Emînî faşîzm û zilam dewleta dagirker ya Îranê dide xuya kirin.”
Her wiha jinên ciwan destnîşan kirin ku ewê bi çalakiyên xwe piştgiriya ji bo serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam bikin.