MEXMÛR – Ji çar aliyên cîhanê gelek kesan dixwast ku bi Rêberê Gelan Abdullah re hevdîtinê bikin, lê nikarîbûn vê daxwazê xwe ji ber şert û mercên cuda pêk bînin. Ev bû 24 salin di encama komployeke navdewletî de ku serkêşiya wê DYE’yê dike, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê di bin şertên herî giran ya tecrîdê de tê ragirtin.
Armanca hêzên serdest ji vê komployê ew bû ku tevahî gelên bindest û bi taybet gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin û ji holê rabikin, xwastin bi dîlgirtina Rêber Apo re hêviyên jiyana azad û wekhev tune bikin. Lê belê li hember berxwedana Rêber Apo û bersiva Rêber Apo ya bi pêşxistina paradîgmaya Netewa Demoqratîk re, komploya wan pûç bû. Ji ber vê jî giraniya xwe dane ser Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi tesfiyekirina PKK’ê re, tesfiyekirina Kurd dikin hedef, bi vê re dixwazin dengê berxwedanê ya gelê Kurd vegerînin bê dengiya mirinê.
Lê belê nikarin gel û tevgera ku li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatî perwerde kirin tune bikin. Rêber Apo ji bo pêşxistina gelê Kurd, gelê ku bi hezarê salan di nava pençê qirkirinê de maye, hem îdeolojîk, hem ruhî û hem jî fîzîkî kedeke mezin daye. Gelê Kurd yê ku şahîdî ji vê keda Rêber Apo re kiriye û bi xwe jî li gel Rêber Apo perwerde dîtiye, vê derfet û firsendê ji bo xwe weke şansekî pir mezin dibînin.
Li ser vê bingehê ajansa me bi kesên ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dîtine re dosyayeke taybet daye destpêkirin. Dosya me di beşa xwe ya çaremîn de bi şêniyên Wargeha Penaber ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) re berdewam dike. Ji wargeha Mexmûrê Rûbar Spîndarokî ji me re axivî. Rûbar diyar kir ku ew herî zêde ji nêzîkatiyên Rêber Apo ya li hemberî şehîdan bandor bûye. Û dîtina Rêber Apo ji bo wî heyecanekî bê dawî bû.
Dîtina Rêber Apo heyecaneke nayê pênase kirin e
“Beriya ku em biçin serokatiyê bibînin, em ser telefonê berê pê re axivî bûn. Dema ku ji me re rendewî hatibû dayîn gotibûn hûnê gel serokatiyê biaxivin, em 5 heval bûn. Wê demê tê bîra min saet 11 bû, ji me re gotin xwe amade bikin, serokatî wê bi telefonê gel we biaxive. Cara yekem bû ku em zindî dengê serokatiyê guhdar bikin, me pir zêde heyecan girt, wê demê heval ferq kir ku me zêde heyecan girtiye, ji me re got rihet bin û sakîn bin. Serokatiyê dixwast li gel me biaxive ji bo ku rewşa heval Haşim û Qehreman ku li ber ava mezin şehîd bûne bipirse û bûyera ku rû daye dixwast fêm bike. Dema em axivîn, me xwe da nas kirin. Tapî gel serokatiyê axaftin pir cuda ye, ne wekî hema ez dibêjim e, şirovekirina wê zehmet e. Dema em axivîne jî serokatiyê fêm kir û hîs kir ku me heyecan zêde girtiye, ji bo vê pir rihet û normal nêzî me bû, weke me bi me re diaxiviya. Lê dîsa me nedikarî heyecana xwe derbas bikin, û bersivên pirsên serokatiyê yek bi yek bidin. diyalogekî bi vê rengî bû şansê me û em gel serokatiyê nêzî çend deqeyan axivîn. Piştre serokatî em sê heval erkdar kirin got hûnê biçin Şengalê sal jî 1997 bû. Hevalan jî gotin emê ferzên we çêbikin û hûnê derbasî perwerdê bibin. Ya min jî li wê derê tesadûf nirînek min çêbû, ne ku min berê xwe ji bo wê amade kiribû, wisa hate serê min. Min ji hevalan re got madem niha karê me sekinî, emê derbasî perwerdeyan bibin, ez dixwazim biçim sahaya serokatiyê. Ew heval jî got tiştek wisa di planê min de nîne, lê ezê siba tekmîla wê bidim serokatiyê, heke serokatî qebûl bike serçavan emê te rêbikin. Saet bû 11 û ew heval jî tekmîl da, serokatiyê jî got rêke bila were, ew ji kuderê hatiye ? Hevalan gotin ew ji milê Şengalê hatiye. Serokatî qebûl kir ku ez biçim, şansê min bi vê rengî çêbû û ez çûm gel serokatiyê. Dema ew heval hat em li gundê Berûşkê bûn, dema hatî rûyê wî pir kêfxwaş bû, hîna negihîştibû gel min, min jê re got îro kêfa te çiqas xwaşe. Wî jî got ezê mizgîniyekê bidim te, lê pêwîste ku tu sankî bî, min got ma qey ez hatim qebûl kirin ji bo ez biçim sahê ? got erê weleh tu yê biçe sahê. Bawer bikin ez wê şevê hîç ranezam. Ez wê demê li malekê bûm, xwediyê wê malê jî ji hevalan re telefon lêda û got;” Ev hevalê li vê derê nasekine. Ne li dibe sibeh û ne jî dibe şev.” gotin hûn werin wî re mijûl bibin başe, ji ber ku nasekine.
Dîtina Rêber Apo şansekî pir mezin bû
Coşeke pir mezin bû. Çima min ewqas coş girtibû ? Ji ber ku ez bûme şahîd bi sedan hevalan xwastine serokatiyê bibînin, lê nebûye qismetê wan, yan di rê de şehîd bûne yan jî pişniyarê wan nehatiye qebûl kirinê, yan jî heya nîvê rê hatine, di nîvê rê de zivirîn. Ez bi xwe wê demê kurya bûm, ji ber nebû qismeta wan bû qismeta min, ez zêde heyecanlî bûm. Dema ku em çûn gihîştin wê derê akademiyê, serokatî ne amade bû, serokatî ji bo me rendewî dabû gotibû; “Ezê werim ew hevalên ku ji welêt hatine bibînim”. Em bi xwe siharê gihîştin wê derê, lê ewê çawa bibe nîvro em hemû wê difikirîn, her çavê me jî li ser derî bû. Carekê de amadekarî kirin, gotin serokatî yê were.
Kêliyên dîtina Rêbertî îzahkirina wê ne hêsan e
Tapî dema serokatî hatî, ez nikarim wê kêliyê îzah bikim. Serokatiya meşiya û hûn heval jî li derdora wî bûn, wisa hatin ketin nava hevalên din. Me bi hevre xwarina nîvro xwar, ew jî xwarina me ya yekemîn bû. Cihê xwarinê ya serokatî jê re cuda çêkiribûn, em hemû heval jî li ser piyan bûn, lê serokatî jî rûnenişt bi me re li ser piyan sekinî. Dema me dest bi xwarinê jî serokatî kete nava hevalan, bi hevalan re xwarina wan par dikir, ji wan dibipirsî çima hûn lalikê xwe xilas nakin.
Ger hûn gel nas nekin hûnê çawa kar bikin ?
Pirsî û behsa rewşa welat kir, me jî got em ji Şengalê hatine. Dema min got em ji Şengalê hatine, serokatî gelekî coş bû. Ji min pirsa hevalên din kuderê ne, min jî got ew li wê derê mane, tenê ez hatim e. Piştre xweza û rewşa wê ya hewayê çawa ye, gerîla dikare di çiyayên Şengalê de jiyan bike neke pirsî. Got hûn hatine dixwazin ji min re çi bêjin, we qet ji xwe pirsî ev Derwêş û Edûlê kî ye ? Min jî bersiv neda, ji ber ku min ne pirsa Derwêş kiribû û ne jî ya Edûlê kiribû. Ji bo vê min got; Na serokê min. Serokatî jî got; “Wê demê hûn çawa kar dikin, hûn çawa diçin tiştan keşif dikin, hûnê çawa vê miletî fêm bikin, li wê derê destanek hatî nivîsandin, hûn hê jî wê destanê nizanin, ji ber vê tapî hûnê zehmet kar bikin”.
Kesayeta min hate dahorandin kirin
Serokatiyê li wê derê yekser dahorandina min çêkir, ji ber me kedekî wisa pîroz ku karibe wî gelî biparêze nedabû meşandin. Saetê serokatiyê ya her tiştî diyar bû. Roja yekemîn ya perwerdeyê despêkir serokatî hate kete hundir, got Rojbaş hevalno, piştre bi destê xwe ji me re îşart kir kerem kin rûnên. Bi dîwaran ve, wêneyên şehîdan hatibûn daliqandin, ew der jî akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz bû. Serokatî jî çû gel wan wêneyan û yek bi yek li wan mêze kir, piştî wê dest bi dahorandinan kir. Nêzî 7-8 mehan ez wê derê mam.
Hestên Serokatiyê pir cuda ne
Di serokatiyê de tişta herî zêde bala min kişandî, yek rojê serokatiyê bêyî ku li wêneyên hevalên şehîd mêze neke derbas nebû. Rojane wisa bû destpêkê li wêneyên hevalên şehîd mêze dikir, pişte jî li me dizivirî û dest bi desrê dikir. Yanê ev jî girêdanbûyîna serokatî ya bi şehîdan û hevaltiyê re nîşan dide. Wekî ku ew jiyan dikin nêzî wan dibû, ji wan hevalan îlham digirt. Hestên serokatiyê yên li hember me jî pir cuda bûn, dema ku em di dersê de radikirin ji bo ku nîqaş bikin, yekser kesayeta me nas dikir. Carekê ez rakirim min pir zêde heyecan girt, ji ber ku dît ez heyecanlî me terzê xwe guhert.
Nêzîkatiyên serokatî hember jin pir cuda bû
Serokatiyê ji me re got; “Hûn pir însanên kedkar in, hûn kedekî mûezem didin, cesareta we jî heye, lê hûn çima vê cesareta xwe naxin milê îdeolojîk de.” Tişteke din jî ku zêde dîqeta min kişandiye, nêzîkatiyên serokatiyê yên ji jinê re bû. Dema ku behsa welat dikir, destpêkê behsa jin dikir. Mesela dema ku carekê bi hevalekî xort re mijûl bibûya, bi hevalên jin re sê qatî wê mijûl dibû. Zilamtiya kole çi aniye serê wan û çawa divê pê re têkoşîn bikin serokatiyê hemû dianî ser ziman. Serokatî milê jinê de pir kedekî pîroz dida, em bi xwe jî bûne şahidê vê keda serokatiyê.
Serokatî pir lez bû
Carekê serokatiyê ji me re got; “Ez jî weke we însanek im, cihê min jî diyare, ez kî me, ji kuderê me, kurê kê me her tişt diyar e, lê ez xwe saet bi saet rêxistin dikim, ez hertim şaştiyên xwe di ber çavan re derbas dikim. Lê mixabin hûn însanên wisa ne ku, dikarin bi saetên dirêj vala jiyan bikin. Valabûyîn mirovan helak dike, ji bo wê demê xwe dagir in. Hûn çima însanên wisa ne, hûn çima zû tênagihên ?” Serokatî pir lez bû, dema ku tiştek digot, mutleqa divê yekser di wan hevalên amade de berhem dîtiba.
Ez di xewnê xwe de jî difkirim
Ji derveyî wê serokatiyê ji me re got; “Ez tenê çar saetan radizêm, min ji bo xwe bi giştî tenê 4 saet veqetandî, lê wisa jî fêm nekin ku ez di wan 4 saetan de jî rihet radizêm, ez di xewna xwe de jî dîsa li ser vê xebat û têkoşînê difkirim.”
Wateyê demê ji bo serokatiyê cuda ye
Rojekê serokatiyê got hevalên ku ji welat hatine, bila werin em bi hevre gokê bileyîzin. Wê demê Ebo Bekir wê derê bû, dixwast li gorî xwe komê çêbike, lê serokatiyê qebûl nekir, got hevalên ku ji welêt hatine, zanin nizanin ewê bileyîzin. Ji ber ku dema em gokê dileyîzin, ew ne lîstokek bû, ji bo me ew jî perwerdeyek bû. Em ketin hundir de maça me pir heyecanlî derbas bû. Ebo Bekir ji serokatiyê xwast ku deh deqan zêde bike, serokatiyê got na. Got demê wê saetekê, emê tenê saetekê bikin, ne deqeyek zêde û ne jî kêm. Çawa hevalan ji serokatiyê re got saetek temam bû, yekser lîstok hêşt.
Azadiya serokatiyê li her Kurdekî ferz e
Serokatiyê bi rastî jî rih da me, em ji nû ve wekî însanên nû anîn ser rûyê dinyayê. Lê mixabin em 40 milyon însan, em nikarin serokatiya xwe azad bikin, ev ji bo me şermekî herî mezin e. Em weke gelê Kurd heya serokatiya me azad nebe, tu wateya hebûna me jî nîn e. Li her însanekî Kurd ferz e, ku li serokê xwe xwedî derbikeve.”
NC// Dîren Bagok