BEHDÎNAN – Komalên Ciwan li dijî tevahî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û çar perçeyên Kurdistanê banga seferberiyê kir. Ciwanekî ji Başûrê Kurdistanê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê û bi helwesta xwe ya şoreşgerî tevlî nava refên gerîla bû û got; “Ez li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û Îranê tevlî nava refên gerîla bûm.”
Seferberiya ku bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” hatiye ragihandin bi germahiyeke mezin didome. Ji dema ku seferberî hatî ragihandin heya roja îro, ciwanên Kurd û Kurdistanê bê navber diherkin nava refên gerîla.
Ehmed Ferec ê ji bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Ehemd Ferec bang li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Îranê tevlî nava refên gerîla bibin.
Ehmed Ferec ji ajansa Nûçe Ciwan re axivî û got, “Navê min Ehmed Ferec e. Ez ji Silêmaniyê me. Bi rûmeteke mezin ez di 2’ê Cotmehê de tevlî nava refên gerîla bûm. Dagirkerên Tirk û Îranê êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber zêde dikin. YNK û PDK’ê jî piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û terorîst dikin.”
Ehmed Ferec di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê kir û got; “Di dawiyê de banga min ji hemû ciwanan re bi taybet ciwanên Silêmaniyê ew e ku tevlî nava refên gerîla bibin. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim. Werin Cenga Azadiyê”
NC// Derwêş Tolhildan