QAMIŞLO- Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di 9ʹê Cotmeha 1998ʹan de pêk hatibû, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişlo bi tevlîbûna bi hezaran şêniyan herêma Cizîrê xwepêşandanek li darxistin.
Xwepêşandan ji çerxerêya Osman Sebrî destpêkir, li nav kolanên Qamişlo geriya û ber bi Avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo ve bi rê ketin.
Di xwepêşandanê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şehîd Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan û siloganên şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Abdullah Ocalan hatin berz kirin.
Xwepêşandan li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo veguherî mîtîngê. Li wir, endamê rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Çiyager Baran axivî. Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em ji komplogeran re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin; Rêber Apo tenê fîzîkî dîl hatiye girtin, lê belê fikr û ramanên wî belav bû û wek xwînê di nav rehên me re diherike, welatê me jî hewcedarê vî felsefeyê ye.”
Çiyager Baran bêdengiya navneteweyî ya li hember daxwazên gel ên pêkanîna dadmendiyê û azadiya Apo şermezar kir û banga xurtkirina têkoşînê li hemberî hêzên komploger kir.
Piştre, endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan, Medya Qamişlo wiha axivî: “Bi dirûşma hûn nikarin roja me tarî bikin, me destpêkir û emê bi pêşengtiya jinên Kurdistanê heta dawiyê xeta têkoşînê bidomînin.”
Medya Qamişlo wiha zêde kir: “Jinên cîhanê li ser şopa fikrê Rêber Apo dest bi têkoşînê kirine, ji ber wê jî aliyên komploger hewl didin bi hemû awayan îradeya wan têk bibin. Emê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ya jinê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.ʹʹ