Têkoşîna azadiya Kurd bi destpêkirinê re rûpelek pir nû di dîroka gelê Kurd de nivîsî û ruxmî ku bi caran komplo û êrîşên herî tund jî li ser tevgerê hatin pratîzekirin, nekarî bibe asteng. Piştî ku komploya navnetewî li ser Rêbertiya me pêkhat jî li Kurdistanê şoreşa azadiyê di her warî de xwe berdewam kir. Herwiha êrîşên dijmin jî di her warî de berfireh û kûrtir bûn. Gelê Kurd ê ku timî di bin mêtingeriyeke giran de ye, timî dijmin li ser zilm û zordariyeke giran pêk aniye,
her di hebûna xwe de israr kiriye. Di dîroka şoreşa me de piştî dîlgirtina Rêbertiya me, pêvajoyek ji her demê cudatir destpê kir. Lewre mirov dikare vê pêvajoyê bişibîne kombûna hemû plangeriyên li dijî azadiya gelê Kurd. Ji ber ku di hemû plangeriyên di dirêjahiya dîroka gelê me de pêk hatine, li ser esasê tinekirin û înkarê ne. Lê di vê komployê de ji hemû plangeriyên dagirkeriyê cudatir, dijmin di her warî de alîkarî ji dewletên emperyalîst, hemû hêzên statûkûparêz û hevkarên di herêmê de wergirt. Bi dîlgirtina Rêbertiya me re, dijmin dixwest careke din têkoşîna gelê Kurd a salan, bi rêya vê komployê tine bike, gelê Kurd careke din bike kole û hevkarê xwe.
Dîlgirtina Rêbertiya me, dîlgirtina rûmeta gelê Kurd û mirovahiyê ye. Di heman demê de hêzên dagirker dixwestin bi dîlgirtina Rêbertiyê re agirê vîna gelê Kurd a ku piştî hezar salan vemirînê ji nû ve geş bibû, careke din bitefînin, careke din dîl bigrin. Ji ber vê yekê bi komployeke navnetewî li ser Rêbertî û tevgera me, dijmin û hemû hêzên emperyalîst dixwestin me careke din vegerînin eyarên Kurdê berê; bê nasname, vîn, azadî, hevkar, kole, bêhêvî, ango Kurdê bêdeng, bêziman û bêjiyan. Bi vî rengî jiyaneke erzan li me bidin qebûlkirin.
Piştî komploya navnetewî heta roja me ya îro jî bi caran plan û operasyonên dijmin bi ser Rêbertî, gêrîla û gel hatine meşandin. Bi qirkirinên çandî dixwazin nasnameya Kurdê azad li gor xwe teşe bidinê. Bi şerê taybet dixwazin vîn, bawerî û hêviya gel bişkînin. Bi awayekê hemû hêza xwe xistine nava seferbertiyê. Ji ber vê yekê gelek caran bi wedeyên erzan jî dixwezin gelê me bi hinek mafên ku di bingeh de berjewendiya desthilatiyê diparêzin, bixapînin. Ne tenê ev ê dikin, pê re jî li şûna Rêbertiya rast, yê sexte jî dane pêş. Lewre li şûna pêkanîna pêdiviyên demokrasiya rast, dewlet-netew dane pêş, di Kurdistanê de liv û tevgereke berfireh ji bo helandina çandî destpê kirine. Qedexeyên li ser hemû qadên me yên civakî, êrîşên bêrawest li ser siyaseta gelê Kurd a demokratîk, roj bi roj zêdetir dibin. Ji ber vê sedemê Kurdistan di her warî de kirine qadeke bûyer û trajediyên giran. Beriya her tiştî dixwazin dîlbûna Rêbertiya me bi me bidin qebûlkirin, weke çawa berê jî şoreşên Kurdan dihatin tepeserkirin, şoreşa azadiya gelê Kurd jî bidin tepeserkirin. Lewre Kurdistan di warê aborî, jiyanî û debarê de kirine qadeke bêxêrûber. Herwiha tevgereke sîxûriyê jî di nava gelê Kurd de dane destpêkirin. Asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê bênavber didin meşandin.
Piştî 9’ê Cotmehê komploya navnetewî her ku çû berfirehtir bû, lewre xwestin vî destê xwe dirêjî nava refên me jî bikin û bi ezmûnên xwe yên berê ku li ser tevgerên Kurdî didan meşandin, ji hundir ve jî bêhêvîtiyê pêşbixin, dest biavêjin wan kesayetên tesfiyekar û wan bikin hevkarên vê kompoloyê. Ev hemû jî ji bo ku karibin ramanên Rêber APO yên jiyana azad tine bikin, dihatin pêşxistin. Niha jî dixwazin tevgera azadiyê bi êrîşên leşkerî, girtin, tirsandin, kuştinê lewaz bikin, bi rêya koçkirin û bi planên xapînok berê gel ji şoreşê bizîvirînin.
Hêzên dagirker ku li Kurdistanê bi zext û zordestiyê serwer bûne, di heman demê de aliyên emparyal jî bi rêka komploya navneteweyî, xwestin tevgera azadiya û gelê Kurd weke gelek tevger û bizavên berê bigrin dest û li gorî armancên xwe bikar bînin. Li gorî berjewendiyên dijminên herêmî, sîstema modernîteya kapîtalîst jiyaneke erzan ji gelê Kurd re bifesilînin. Wer plan bibû ku bi carekê re Rêbertiya me bigrin, tevgerê di bin şert û mercên dijwar de bihêlin, ango her tiştî neçarî radestbûnê yan jî mirinê bikin. Ev plan bi dek û dolabên mezin hate pêşxistin. Sîstema desthilatdar divêya bi vê rêyê gelê Kurd di her çar perçeyên Kurdistanê de bêser û ber bihêle.
Lê belê, encam bi dest nexistin û wê nexînin jî ji ber rastiyeke wiha heye ku Rêber APO, di serî de ji bo gelê Kurd bûye vejîn, ango hebûn û azadiya gel. Jixwe di dîroka têkoşînê de bi dehan rêhevalên fedayî ku çalekiyên mehkûmkirina komployê pêşxistin û hemûyan jî Rêbertî şibandin ROJ û vîna xwe, ev bêguman ji bo gelê me tê wateya ‘hebûnê’, hebûneke nû.
Dema vejîn tê gotin, jiyaneke ji tinebûnê ber bi hebûnê ve, ji mirinê ber bi jiyanê ve, ji van jî girîngtir vejîneke bi fikir û ramanên azadiyê hatiye honandin tê ravekirin. Terîfa ROJ’ê jî tê wateya ku bêyî wê, hebûn bi xwe negengaz e ku hebe. Bi rastî jî gelê Kurd careke din weke erdekê bi rojê re enerjiya xwe ya bêdawî ya evîna azadiyê kom kiriye. Ev rastî ne tenê li her çar perçeyên Kurdistanê, li hemû warên ku gelê Kurd lê dijîn belav bûye, her diçe ev ruh di hundirê gelê Kurd de xurt dibe. Pergala dagirker dema dibîne ev gelê ku bi hezar salan ber bi koletiyeke kûr ve biribû, dibe îrade û azadiya xwe bi hemû bihayan diparêze, li hemberî vê çavnebariyeke hovane daye destpêkirin.
Armanca vê komployê ewe ku çirûskeke piçûk a vêketî jî ji Tevgera Azadiyê nehêle. Berovajiyê vê jî Rêbertiya me di pratîkê de bi ramanên nû yên çareseriyê weke volkanekê, paradîgmeya nû pêşkêşî gelê Kurd, cîhanê û mirovahiyê kiriye. Ev bûye sedem ku gelê Kurd beramberî vê helwesta dijmin, fikir, vîn û canê xwe roj bi roj, li her qada ku tê de çirûskeke fikrê azadiyê hebe jî, bêdudilî feda bike. Ruhê berxwedanê careke din li ser axa Kurdistanê zindî bûye, ev berxwedan bilindbûna asta girêdana gelê Kurd bi Rêbertî û azadiyê ve bi awayê herî baş diyar dike.
Piştî pêkanîna xêrnexaz û rûreş a komployê, em dikarin bêjin li dijî vê bi temamî li Kurdistanê xeta azadiyê û koletiyê ya ku berê dijmin di navbera wan de xumamek hiştibû, zelal bû. Ya ku heta roja me ya îro bê rawest dimeşe xeta berxwedanê ye. Ew tabloya reşbîn û bedbîn a ku dijmin ji bo gelê Kurd amade kiribû, Rêbertiya me bi paradîgmeya xwe re careke din ew xetimandinên di hiş û ramanan de vekiriye û berê gelê Kurd vê carê hîna bi awayekî zanistî, daye têkoşîna heqîqetê. Ango bi avakirina civaka exlaqî û polîtîk, bedewtirîn jiyan li gelê Kurd û têkoşîna wî pêşkêş kiriye. Ji ber vê jî her sala ku Rêbertiya me li Îmraliyê derbas dike, tevgera gerîla û gel bêrawest têkoşîna xwe ji bo azadiya wî û mehkûmkirina komployê kûrtir dike.
Çawa tevgera azadiyê di şert û mercên tinebûnê de destana berxwedaniyê nivîsand, berovajî hemû bendewarî û xwestekên komplogeran jî, ji sala 1999’an ve têkoşîn li her qadê bêsekin li hemberî plangeriyên dijmin bi hemû awayan berdewam dike. Dijmin bi hemû hevkarên xwe yên herêmî û navnetewî ve li hemberî têkoşîna azadiya gelê Kurd rawestiyaye. Lewma jî ji bo ku têkoşîna azadiyê tine bike, bi awayekî hovane bi ser gêrîla û gel de êrîşan dide meşandin. Di roja me ya îro de li bajarên Kurdistanê rewşên awarte berdewam dike, girtin qet ranawestin. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj, ên ekonomiyê, girtinê, kuştinê, koçkirinê û hwd. gelê Kurd neçarî radestbûnê dikin. Ev komploya ku Rêbertiya me timî bi şiyariyeke mezin deşîfre kiriye û wek berdewamiya komployê destnîşan kiriye, di rastiyê de her diçe maskeya dijmin li ser rûyê wî dişemitîne. Vê carê bi rêbazên din dest bi hemleyên xwe kirine. Di serî de li perçeyê Bakurê Kurdistanê dixwazin statûya gel a siyasî ji holê rabikin, gel bi hinek axaftinên erzan û êrîşên cur bi cur bitepisînin. Lê dema komploya li ser Rêbertiya me dibe babeta gotinê, gelê Kurd bi her awayî li ber xwe dide. Êdî li her çar perçeyên Kurdistanê tevger û berxwedana gel berfirehtir dibe. Vê carê ramanên Rêbertiyê li qadên Kurdistanê yên din jî bi bandor diteyîse û gelê Kurd dest bi înşakirina modela jiyana xwe ya xweser kiriye. Siyaseta dijmin a carna hişk û carna nerm her çiqasî bêje ez berjewendiyên gelê Kurd difikirim jî, xîtabên erzan û pûçin ku gelê me pê bawer nake. Ji ber ku modela siyaseta demokratîk a çareseriyê di warê zihnî de jî berhemên xwe nîşan didin. Ew metirsiyên ku gelê Kurd ji ber bêrêxistiniyê dijiya, di roja me ya îro de qet nemane, li her qadê gelê Kurd yekîtiya xwe û rêxistina xwe esas digre. Êdî gelê me ne tenê bi şoreşê re dimeşe, bi şoreşê re dijî.
Tecrîda li ser Rêbertiya me ya ku roj bi roj kûr dikin, li dijî azadiya gelê Kurd tê meşandin. Em dikarin bêjin ev êrîş li ser hemû hebûn û têkoşîna gelê Kurd e. Plan û polîtîkayên ku dijmin li ser gelê me di roja îro de dike, sedema wê hilweşîna pergala wî ya li Kurdistanê ye. Her salek bi ser komploya navnetewî re derbas dibe, berfirehî û asta xeteriya wê zelaltir dibe. Lê ger îro li Başûrê Rojava şoreşa azadiya gelê Kurd hatiye destpêkirin, ev ji keda Rêber APO çavkaniya xwe digre û nîşaneya pûçkirina komployê bixwe ye. Heke gelê me di Bakurê Kurdistanê de bêtirs berê xwe dide şoreşê, ev pûçkirina xeta teslîmiyetê ye. Heke Rêbertiya me dibe îradeya bi milyonan gel, ev hêz û felsefeya wî ya azadiyê îfade dike û rûreşiya hêzên dagirker e. Di roja me ya îro de dijmin li her çar perçeyên Kurdistanê jî bi hemû hêza xwe ya dirinde ve û bi hêzên hevkar re li ser gelê me planên tinekirina berhemên şoreşê yên bi salan, dike.
Lê kesayeta ku ‘berxwedan’ ji bo xwe esas girtiye, di her qada ku lê dijî divê bersivê bi bilindkirina şoreşê bide. Dijmin bi têkoşîna gêrîla û gelê Kurd yên dawiyê re jî dît ku gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê, hemû jiyana xwe fedayî şoreşê kiriye. Beriya vê dijmin her carê Kurdistan dikir qada tirs, kuştin û girtinê û dikir nava rewşeke awarte de. Di roja me ya îro de Kurdistan di rewşa awartebûn û lezbûna şoreşa azadiyê de ye. Di heman demê de rêxistin û sîstema xwe jî dikare bi ramanên Rêber APO re bide avakirin. Li beramberî van êrîşên dijmin jî yekîtî, îrade, girêdan û hêrsa gihîştina azadiyê li gel me bêhempa dibe. Gelê Kurd têkoşîna azadiya Rêber APO, berxwedana ji bo rûmet û azadiya xwe, îro ji her demê bêtir dide nîşandan.
Berîvan Şam Nivîsandî ye…..