MINBIC – Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Minbic û gundewarên wê çalakiya basa gerok rêxistin kirin. Ciwanan bi vê çalakiya xwe tevahî ciwanên herêmê ji erîşên şerê taybet ya dagirkeran hişyar kirin.
Meclîsa Ciwanan ya Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Minbic û gundewarên wê ve basa gerok ya şiyarkirina ciwanan ji polîtîkayên şerê taybet dan destpêkirin. Armanca ciwanan ya sereke ji vê çalakiyê ew bû ku tevahî gelê herêmê ku dikevin xefikên dagirkeriyê û bi taybet jî dewleta Tirk a qirker ku bê navber li dijî gelê berxwedêr antî-propagandayê dike, û bi riya şerê taybet ajantiyê li ciwanan ferz dike hişyar bikin.
Ciwan bi basa xwe ya ku bi gelek pankartên nivîsên cuda li ser wê hatibûn nivîsandin xemilandibûn, li tevahî bajarê Minbicê geriyan.
Di çalakiyê de li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê axaftin hate kirin, di axaftinên hatiye kirin de bal ser komployê jî hate kişandin. Ciwanan pêxistina komploya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî weke perçeyeke ji polîtîkayên şerê taybet şirove kirin.
Piştre endamên Partiya Sûriya Pêşerojê têkikdarî komployên li dijî gelê Sûriye tê meşandin û taybet ên girêdayî koçberiyê, belavokên hişyarkirinê li şêniyan belav kirin.
Hat zanîn ku wê çalakiya ciwanan heya sê rojan dewam bike.