NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku şervanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê DAIŞ têk birin û rizgarkirina bajarên Kurdan û beşek ji bajarên Sûriyê ragihandin, dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîşî nirxên gelê Rojavayê Kurdistan û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê dike. Her tim bi balafirên xwe yên şer gel û şervanan dike hedef û rojane Rojavayê Kurdistan û Bakur-Rojhilatê Sûriyê topbaran dike. Jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê ku karakterên sereke yên şoreşa Rojava bûn, heya niha jî bi xwe perwerdekirinê re rola xwe ya pêşengtiyê didomînin. Li dijî tevahî êrîşên dagirkeriyê xwe di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de rêxistin dikin û ji şerên dijwar re xwe amade dikin.
Li ser vê bingehê Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya xwe parastinê de 3 rojan perwerde bi rêxistin kirin, tê de dersa leşkerî û dersa Şerê Gelê Şoreşgerî hat dayîn. Her wiha 10 Jinên Ciwan tevlî perwerdeyê bûn. Armanca perwedeyê ew bû ku jinên ciwan bibin xwedî tecrûbe, bikaribin çek bi kar bînin û xwe li dijî dagirkeriyê biparêzin û bi riya Şerê Gelê Şoreşgerî bersiv bidin êrişên dagirkeriyê. Perwerde bi coş û moral bi dawî bû.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Şehba Zeyneb derbarê perwerdê de wiha got: ‘Di destpêkê de navê min Zeyneb e, ji Efrînê me, Ji bo her Jinek Ciwan perwede pêwîst û girîng e. Ji ber ku em de demeke şer de ne, pêwîste her jinek ciwan xwe rêxistin bike, xwe perwerde bike. Me hem perwerdeya Şerê Gelê Şoreşgerî dît hem perwerdeya leşkerî dît, ev her du di dema me ya niha de pir girîng in. Ji ber ku dijmin pir hovane êrîş dike perwedeye leşkerî ji bo me weke lazmiyekê ye.”
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Qamişlo jî Aye axivî û got: ‘Ez derbasî perwerdeya leşkerî bûm, ji bo ez xwe fêrî çek û taktîkên şer bikim. Ez fêrî vekirin, girtina çek û atêşkirinê bûm, ji bo ku dema êriş bi ser me de hat ez di malê de rûniştî nemînim û pêwîst kir di çeperê pêş de şer bikim an jî di aliyê alîkariya yekem, xwarin çêkirin û gelek mijaran de alîkarî bidim hêzên me yên leşkerî. Her wiha ez dikarim gelê li derdora xwe bi rêxistin bikim, moral bidim wan, di karê ragihandinê de cihê xwe bigirim û gelek kar dikarim bikim.’
NC// Bêrîtan Zîlan