STENBOL – Ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li heman girtîgehê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 18 mehin agahî nayê wergirtin.
Bi salan e destûr nayê dayîn ku parêzer serdana Îmraliyê bikin. Her hefte malbat û parêzer serlêdanê ji bo hevdîtinê dikin, lê ya bê bersiv têne hiştin ya jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn. Eşkere bû ku cezayekî nû yê dîsîplînê dane Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya 3 mehan ku Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê meha Gulanê li Rêber Apo û girtiyên din birî, di 15’ê Îlonê de bi dawî bû.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî bi dawîbûna qedexeyê di 16’ê Îlonê de serlêdaneke nû ji bo hevdîtinê li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin.
Piştî ku serlêdan bê bersiv hate hiştin, parêzeran di 23’ê Îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran her wiha îtiraz li cezayekî dîsîplînê yê gengaz kirin û xwestin ku biryara di dosyayê de radestî wan jî bê kirin.
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana di 5’ê Cotmehê de hate kirin, red kir. Dadgeriyê ragihand ku cezayê dîsîplînê yê 3 mehan ku Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê di 9’ê Îlonê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din birî, di 28’ê Îlonê de misoger bûye.
Cezayê nû yê dîsîplînê weke hincet hate nîşandan û ji parêzeran re hate ragihandin ku 3 mehan hevdîtina bi malbatê re qedexe ye. Îtiraza parêzeran a li cezayên dîsîplînê jî ji nedîtî ve hatin.
Balkêş e ku cezayê dîsîplînê beriya serdana CPT’ê ya li Îmraliyê hate dayin.
CPT di daxuyaniya xwe ya 3’ê Cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29’ê Îlonê de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye.
Cezayê dîsîplînê yê dawî bû cezayê 12’an ê dîsîplînê ku ji sala 2018’an û vir ve li pêşiya hevdîtina malbatê weke astengî tê danîn.
Hincetên cezayên dîsîplînê heta niha ji parêzeran re nehatine ragihandin. Her wiha piştî ku dema îtirazê diqede ji parêzeran re bersiv tê dayin.