STENBOL – 18 mehin ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tu agahî nayê stendin. Birayê wî Mehmet Ocalan û Mazlûm Dînç ê ku vasiyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Cezayê Înfazê ya Ewlekariya Zêde ya Girtîgeha Tîpa a F Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hefteyekê de du caran serî li van saziyan didin lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carinan piştî mehan tê diyarkirin hevdîtin hatine qedexekirin û hincet tê nîşandan. Herî dawîn Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê diyar kiribû derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên din ji aliyê Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê ve di 9’ê Îlonê de cezayê dîsîplînê hatiye birîn û ev ceza di 28’ê Îlonê de teqez bûye.
Cezayê dîsîplînê wekî hincet hate nîşandan û ji parêzeran re hate ragihandin ku hevdîtina bi malbatê 3 mehan hatiye qedexekirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê îtîrazî cezayên dîsîplînê kir, lê ev îtîraz nehatin qebûlkirin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di telefonê de axivîbû lê Mehmet Ocalan diyar kiribû ev hevdîtin di nîvî de qut bûye.
Rêzan Sarica û Newroz Ûysal ên ku parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan in herî dawîn piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de karibûn bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê demê şûnde hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan tê asteng kirin.
https://www.nuceciwan115.xyz/ku/careke-din-cezaye-disipline-li-rebere-gelan-abdullah-ocalan-hatiye-birin/