NAVENDA NÛÇEYAN – Ne tenê gelê Kurd fersenda dîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dîtin, kesayetên enternasyonal jî dîtin. Rêber Apo jî bi taybetî girîngiyê dide enternasyonalîzma gerdûnî, ji ber vê jî di salên 90’î de Rêber Apo bang li tevahî rêxistinên şoreşger û enternasyonalîst dike, ku werin li çiyayên Kurdistanê, pişniyarên xwe yên ji bo PKK’ê weke tevgereke enternasyonal bikin.
Di beşa şeşemîn dosyayê me de enternasyonala Alman ku salên 90’î de bi Rêber Apo re maye, bersiva pirsên me bi awayekî nivîskî da.
Hûn dikarin xwe bidin nasîn û we çawa Rêber Abdullah Ocalan nas kir?
Navê min Anja ye. Ji sala 1993’an û vir ve têkiliya min bi tevgera jinên Kurd re heye. Di sala 1995’an de ez sê mehan li dibistana partiyê (PKK) ya li Şamê mam, li wê derê derfetka min çêbû ku ez Abdullah Ocalan nas bikim. Di heman salê de ez weke gerîlaya YAJK’ê (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê) çûm çiya û heta dawiya sala 1997’an li wir mam. Dem çiqas kurt be jî, di dema vegerê de min karî dîsa serokatî bibînim.
We bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û we derfet dît ku hûn wî bibînin. Ji bo we wek enternasyonalîst dîtina serokatiyê tê çi wateyê?
Di serî de pêwîste ez viya bêjim, agahiya min ji Abdullah Ocalan nîn bû, dema di nava Çepên Alman de bûn, li wê derê min navê Abdullah Ocalan bihîst. Min nedikarî bi rastî kar û xebata wî ya di şoreşa Kurdistanê de fam bikim û binirxînim. Kesayetekî wisa bû ku hîna di salê 1990’î de bi çepek Alman re sempatîk nêz bû. Dema ku em li welatê xwe jî bûn antî-propagandaya ku di nava çepgir û medyayên Alman de, li ser Abdullah Ocalan dihatin kirin, bi awayekî vekirî ser min jî bandor dikir. Lê her ku dem çû min ew baştir nas kir.
Abdullah Ocalan di akademiyê de bi hevalan re pir nîqaş dikir, dema xwe ji bo wan vediqetand. Dema li kesayetan mêze dikir, fêm dikir bê ka ew kesayetekî çawa ye û çi di serê wî re derbas dibe. Ji hevalan her dipirsî û digot; “Gelo xwastekek rast hebû ku hûn bibin beşek ji vê şoreşê, heya ku hûn beşdar dibin?
Taybetmendiyeke din ya wî hebû ew jî dikarîbû tişta herî kûr di hundirê însan de bibîne û hîs bike, bi taybet jî dema kesayetek xwe dixapîne û derewan li xwe dike. Ji hêza her kesî bawer dikir, ji her kesî bawer dikir ku dikarin kesayeta xwe biguherînin û bi vê hêza xwe cîhanê bi rêve bibin. Bi taybet li Ewrupayê hêza ku mirov pê baweriya xwe bike an jî baweriya xwe pê bîne nîne.
Beriya me jî hin Almanên din çûbûn dibistana partiyê. Ji me re digot kesayetên ku ji derve tên ger ku cihê xwe di nava rêxistinên şoreşger de negirtbin, bi kûranî di bin bandora jiyana kapîtalîst da mane. Her bûyerek an jî tiştekî ku wê di pêşerojê de çêbibe agahiya wî jê hebû.
Dema ez li Şamê bûm min jî li ser kesayeta xwe û civakbûyîna xwe ya Alman û xebatên di nava çepgiran de dayî meşandin lêhorbûn kir. Berî kesayeta min zêde kesayetekî rêxistinkirî nîn bû, min derbarê rewşa cîhanê de tu lêkolîn nekiribû, li ser nebûna tevgera jinan ya li Almaniya û tevahî Ewrupayê meraq min nîn bû, yanê ez ji jiyana kolektîf a rastîn dûr bûm. Piştre jî min ferq kir ku pirsgirêka me ya herî mezin wekî çepa Alman ewe ku em pir bê hêz in. Kesayetên Alman kesayetên ferdperest in, weke civaka Kurd komînal nîn in. Min fêm kir ku jinên kurd, her çendî gelek ji wan di wê demê de xwendina xwe ya klasîk tunebû jî, di warê perwerdehiya siyasî de di gelek tiştan de li pêşiya min bûn, ji min zêdetir dizanîn, haya wan ji rewşa ku ketinê û çareseriya wê çiye hebû.
Nêzîkatiyên Rêber Abdullah Ocalan ji we re, hûn wekî enternasyonalîstekî çawa bû ?
Di salên 1990′ an de Abdullah Ocalan giştî însanên şoreşger û rêxistinên şoreşger bang kir, da ku werin çiyayên kurdistanê û xwe bi pişniyarên PKK’ê yên ji bo tevgerên navnetewî re mijûl bikin. Ji ber vê yekê ji bo partî û Ocalan pir girîng bû ku em fêm bikin ka tevger ji çiye. Derfeta me hebû ku em beşdarî hemû nîqaşan bibin, bi hemû hevalan re biaxivin, rê li ber me negiritn û ji bo me hertim werger kirin e. Hevalan ji bo me dema xwe pir veqetadin e. Li ruxmî ku em komeke biçûk û belave bûn, Abdullah Ocalan hemû derfet daniya pêşiya me da ku em vê tevgerê fêm bikin. Ji ber vê yekê di nav sê mehan de me karîbû gelek tişt hîn bibin û fam bikin. Vê perwerdeyê ku min li wê derê jî dîtiye, dema ez çûme çiya bi min re pir bû alîker û ev jî ji bo min weke nirxekê bû.
Piştre Abdullah Ocalan ji min re pişniyar kir ku ez li akademiyê bimînin, lê mixabin min qebûl nekir, piştî wê jî heya niha ez poşman in. Dema em li çiya bûn şerekî pir germ hebû, ji ber vê derfetên me yên perwerdeya siyasî nîn bû. Bi qasî ku Abdullah Ocalan kesayeta min fam kirî, min bi xwe nikarîbûn fêm bikim. Ev jî yek ji taybetmendiyên wî ye ku dikare cewhera mirovan pir baş fêm bike û di hundir dil û mêjiyê wan de çiye baş fêm dike.
Axaftinên ku di navbera we û Abdullah Ocalan de derketî heya niha tê bîra we ?
Dema ku ez di sala 1995’an de li wê derê bûm, Abdullah Ocalan fêm kir ku bersiva min yên derbarê tevgerên şoreşger ên Alman de nîne. Di destpêkê de karê me hebû ku em broşûrekî li ser tevgera Kurd binivîsin, ku me ev yek kir.
Di sala 1997’an de, piştî du salan li çiyê mam, beriya her tiştî ji min pirsî ka ez dixwazim bibim jina azad, ne di wateya azadiya jinê ya li Rojava (Ewrupa) de çawa tê fêm kirin, di wateya şoreşgeriyê de. Jina ku jinên civakê bi giştî pêş dixe. Abdullah Ocalan wê demê ji min re pişniyar kir ku ez li ser tevgerê hin tiştan binivîsim û heya niha ez hewl didim vê yekê bikim û dem dem jî dikim. Wê demê jî ji min re pêşniyar kir ku ez demeke dirêj li Sûriyê bimînim.
Ji bo min gelek baş bû ku ez civaka Kurd ji hêzên leşkerî wêdetir nas bikim, lê mixabin dîsa min bi biryareke teng û ferdperest nêzî pêşeroja xwe bûm û min guh neda van pişniyaran.
Di Rêber Apo de herî zêde çi bandor li we kir?
Min karî wî wekî kesekî ku hemû dem û jiyana xwe ji bo şoreşê dide nas bikim. Kesê ku pir mezin difikire. Di sala 1993’an de pêşniyar kir ku jin artêşa xwe ava bikin. Min civaka Kurd hinekî nas kir û wê demê ev pêşniyareke zehmet bû, gelek jinan hîs nedikirin ku karibin karekî wiha bigirin ser xwe û gelek zilaman jî bawer dikirin ku jin bi tu awayî ne di nava artêşê de ne. Lê Abdullah Ocalan ne wisa bû, pir zêde pêşeroja xwe didît û ji bo wê difkirî.
Îro nifşek tevahî jinên Kurd di nava artêşbûna jinê de mezin bûye, lê li gorî wê demê ev gavekî pir mezin û ne mumkîn bû. Tevgera PKK’ê tu carî nikarîbû ewqas mezin bibûya, bêyî ku kesek pêşbîniya ramanên ku dibe ku deh sal an jî zêdetir pêşve biçe û bi cih bîne bifikire.
Di salên 1990’î de Ocalan ji me re gotibû ku li Ewropayê pirsgirêka herî diyarker wê ekolojî be, wê demê jî got însanên Ewrupî, pewîste Ewrupayî perestiyê di xwe de bikujin. Hertim dema xwe pêş de dibir, bi analîzên xwe pirsgirêk mirovahiyê û çareseriyên wê eşkere dike. Heya wê demê jî me her nikarî fêm bikin, lê dema min piştre pirtûkên wî xwendin êdî min ew fêm kir.
Dema Rêber Apo neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û çû Ewrupayê, ev ji bo we çawa bû?
Di destpêkê de pir bi kelecan bû, wê gelek firsend bidaya ku em li ser çareseriya pirsa Kurd li vir li Ewrupayê gotûbêjeke rasteqîn bikin.
Lê belê di paşerojê de derket holê ku amadekarî û nirxandinên hevalên ku ev amade kirine têrê nake, xwe spartine hevalên şaş, nabînin ku NATO ji bo tunekirina Ocalan her tiştî bike. Di heman demê de, di wextekî wisa de em hem bi hêvî bûn, hem jî em ewqas tirsiyan. Ji ber ku NATO wê demê ewqas tişt kiriye.
Dema we dît ku Rêber Apo li Kenyayê dîl hatiye girtin, hestên we çawa bûn ?
Ez bi rastî dikarim bibêjim ku ew yek ji rojên herî xirab ên jiyana min bû. Naskirina tevgera Kurd ji bo derketina tevgereke nû, enternasyonalîst, şoreşger gelek hêvî da min. Dema ku di 15ê Sibata 1999’an de Abdullah Ocalan hate girtin, me jî guman kir û pirs kir bê ka ev tevger karibe berdewam bike an na. Abdullah Ocalan di medyaya Tirkiyê de bi şêweyekî bê rûmet hat nîşandan, cezayê darvekirinê hat dayîn û wisa xuya bû ku dawiya tevgera PKK hatiye. Bi dehan heval li çar aliyên cîhanê xwe bi awayekî eşkere şewitandin, di nav wan de kesên ku min nas dikirin, hebû.
Li Hambûrgê hevalan buroya SPD’ê desteser kiribûn, hejmareke zêde ji mirovan hate girtin, li Berlînê 3 ciwanên Kurd li ber sefaretxaneya Îsraîlê hatin gule baran kirin. Beşên mezin ên çepên li Almanyayê, çepên Tirk jî di nav de, bi tu awayî hevgirtinê nîşan nedan, li şûna wê binkeftin ferz dikirin.
Tevgera Kurd a li Ewrupayê bi awayekî bêyê ku bifkirin bertek nîşan dan, armanca komploya NATO’yê jî ev bû ku vê tevgerê belav bikin û serê wê bigrin.
Di heman demê de bi berxwedana bi biryar bi taybet ciwanên Kurd darvekirina Ocalan asteng kir û ev serkeftin tevî her tiştî ye. Di heman demê de bi berxwedana bi biryar bi taybet ciwanên Kurd darvekirina Ocalan asteng kirin, û li ruxmî her tiştî jî bi berxwedana ev serkeftin qezenc kirin û Ocalan enhate darve kirin.
Kes dudilî nebû, hîn zêdetir hêrs û biryardariya xwe ya têkoşînê xurt kirin. Wê demê mirov nikarîbû vê yekê bibîne, lê PKK’ê ji nava hemû şikandinên ku li ser hatî ferz kirin bi hêz derket û her ku dem derbas dibe bihêztir dibe.
Serok Abdullah Ocalan ji wê demê ve di girtîgehê de ye û di bin îşkenceyên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin. Berxwedana herî mezin a dîrokê li wê derê raber dike. Lê rêjîma faşîst a Tirkiyeyê, tevî gelek protesto û çalakiyên li Kurdistan û cîhanê, ji bo azadkirina Abdullah Ocalan tu gavan navêje. Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê nayê girtin.
Çi peyama we ji bo azadkirina wî ya fîzîkî heye û di dawiyê de hûn dixwazin çi bînin ser ziman?
Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku ji bo em peyama Ocalan fêm bikin, ji bo fêm bikin ka em li ku radiwestin û dijminê me li ku disekinin, divê em berçavkên Ewrupî ji ber çavên xwe bixînin.
Rastiya ku Abdullah Ocalan heya niha di bin tecrîdê de ye, eve ku dijmin naxwaze em rastiya wî fêm bikin û felsefeya wî jiyan bikin. Abdullah Ocalan riya rizgariya ji krîza modernîteya kapîtalîst nîşan daye, em bi xwe jî dibînin ku em her ku dem derbas dibe axa dayîka xwe bi vê zihniyeta kapîtalîst xirab dikin. Li dijî pergala aborî û civakî ya ku tê wêran kirin, ku êş û belangaziyê bi xwe re tîne, felaketa avhewayê, şer, nexwaşî, komkujî, kuştina jina pêwîstî bi vebijêrkekê heye.
Ocalan bi konfederalîzma demokratîk ku li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin alternatîfek nîşanî me da. Wek mînak li Afganîstan û Îranê, her ku diçe zêdetir kes ji bo vê alternatîfê di bin silogana “Jin Jiyan Azadî” ya Abdullah Ocalan û tevgera jinên Kurd de têdikoşin. Di nava vê alternatîfê de azadiya takekesî na, azadiya ku li ser esasê şoreşa civakî ye tê dîtin, li dijî pergala baviksalar, bi netewa demoqratîk ya ku pir rengan di nava xwe de dihewîne, azadiya jinê esas digire û ekolojîke bi pêşxist.
Li gel şert û mercên giran ên li Îmraliyê, Ocalan bi hemû hêza xwe ji bo ku em bikarbin tevahî cîhanê biguherînin xet nîşanî me dide. Eger bi rastî jî yekbûna me heba, me dikarîbû bi hêza xwe Ocalan ji zîndanê derbixista. Ez bi xwe rast nabînim ku em ji bo rizgariya mirovahiyê bang li hêzên navdewletî dikin. Lê em weke hêzên çepgir û femînîst divê civakê qezenc bikin da ku zext li ser dewletê çêbikin, ji bo ku em serok azad bikin. Bi vî awayî Nelson Mandela azad bû. Heta ku Abdullah Ocalan di zîndanê de be, ez xwe tu carî azad hîs nakim.
NC// Andrea Wolf