Ji Pênûsa Gerîla…..
Her însanek dikare şopa komployên di dîrokê de di jiyana xwe de bibîne, jixwe heke jin be, heke xwedî nasnameya etnîkeke bindest be û herwiha ji pleban be, tê wateya ku derdora wê/wî bi komplo û nêrînên şêlû hatiye dorpêçkirin. Eynî wek ku mirov di giravekê de be ku doraliyê we bi semasiyan (köpek balığı) tejî be. Ji ber ew ferdê herî jêrîn ê civakekê ye, ku hatiye dorpêçkirin. Nasnameya (yên) ku ew temsîl dike jî bi hezar û yek dek û dolaban anîne wê giravê. Her tevnên ku me mehkumê sînor, girtîbûn û bêdengiyê dike jî çîrokeke wê heye: çîroka tarî ya komployan. Ev ne spekulasyon e. Ya rast, çîrokek e ku her roj em pê re rû bi rû tên. Pirî caran jî çîrokên ku têne pejirandin in. Ne ezel in, ne jî ebed. Ne jî yekaneya dîrokê ne. Li beramberî komployan civaka exlaqî û polîtîk heye. Jixwe ji vê ye ku ji bo ebedîbûn û tekîtiya (tek’lîk) xwe dewam bikin, xwe herdayîm û bêrawest zêde dikin, wek hucreyên pençeşêrê.
Michel Foucault dema dibêje “Heke berxwedan nebe, desthilatdarî tine ye” honaka (kurgu) diyalektîk a jiyanê pir bi zelalî vedibêje. Ger komployan zihn û mirovbûyîn bi yekser bidest bixistana, ango dijberên komployê tinebûna, wê demê me dê îro têgehek bi nave komployê nîqaş nekiribûya. Ango şibandina girava ku bi semasiyan dorpêçbûye, ne şaş e, lê belê şibandineke nîvco ye. Însan di fişara (basınç) mêzînên bêrih ên mekan, hêz û bêhêziyê de jî bi mêjiyê xwe dikare wek Monte Crîsto Kontu rêya revê ji giravan bibîne. Ji ber ku dîroka şaristaniyê ku bi komployan hatiye raçandin, nekariye cewherê civakîbûna însan bin bixîne. Dibe ku desthilatdar civakîbûnê her wek berxika ku dikare her kêlî nêçîr bibe bibînin û wiha lanse bikin jî. Lê belê ji bo pênaseya ‘sifreya guran’ jî hebûna berxikan hewce dike. Heke komplo hîna hene, sedema wê nirxên civaka xwezayî ku nekariye tine bike ye.
Zihnê însan di mijara hizirîn û dîtina rastiyan de xwedî behre ye. Lê belê awayê têgihîştinên me piranî caran vê taybetmendiya me ya însanî û gerdûnî kuh dike. Di mêjiyê me de di derbarê avabûn, herikîn û pêşeroja jiyanê de ewçend mît bicih kirine ku di eynikên xapînok ên lûnaparkê de em li xwe û jiyanê digerin. Siyên heqîqetê û jêmayiyên evînê tê dîtin. Ruxmî ku ne jêmayiyên evînê, ne jî siya heqîqetê heye. Çawa ku evîna mutleq û heqîqeta mutleq tine ye, jêmayî û sî jî, ne dikarin bibin pisûlayên heqîqetê, ne jî mirov dikare bibe rêwiyên heqîqeteke wiha.
Komplo operasyonên tarîhiştina heqîqet û evînê ne. Ji ber li cihê ku evîn û heqîqet wateya xwe wenda nekiribin, kopmoger jî biser nakevin. Ji bo vê jî wê ne şaş be heke mirov, komployan wek dijmintiya wateyê pênase bike. Heke mirov di sedsala me de fêm nakin û nabîbin ku paşeroja me ya kolektîf çawa bi rêya komployan hatiye wêrankirin, tê wateya ku wate jî hatiye wêrankirin.Em li jinekê bifikirin, rewşa ku her roj wê mehkumê koletiya malê an jî di bin navê azadiyê de wê dike meta, wek lîstoka pergala zilam nabîne. Vê rewşê wek hebûna xwezayî ya gerdûnê dinirxe. Belê, li vir wate rûxiyaye. Wateya çi? Wateya heqîqet, evîn û jiyana azad.
Hilweşîna wateyê bi komployan re têkîldar e. Komplo jî diyardeyeke ku ji hêla şaristaniyê ve saz bûye. Li dijî hemû hêzên civaka xwezayî ku berxwedêr in, tê meşandin. Vî şerî jî bi rêbazên zirav û qaba pêk tîne. Di aliyekê de zexteke qeba dimeşîne, di aliyê din de heqîqet û wateyê berovajî dike. Komploya zilam a li beramberî jin û xwezayê starta vê komployê ye. Di vir de bêguman pirsgirêk ne hakimiyeta di navbera zayendan de ye. Wateya civakîbûnê, ango hebûna heqîqî ya civakî tê sîberkirin (golgeleme). Elbet heqîqeteke serdest û komplogeran jî heye. Lê belê ew ne heqîqeta hêzên ku civakîbûn pêşxistine ne. Lewma mirov ji van re bêje siyên heqîetê wê hîna baştir be. Dema komplo wek siyên heqîqetê di zihnê însan de bicih bûn, binkeftin jî destpêkir. Nexwe wê çawa rave bibe ku jinên pîroz û xwedawend piştî demekê xistin nav Mûsaqadîmê, derveyî komployê ev dikare çawa îzah bibe? Fahîşebûn bi komployên nêr hatiye pêk anîn. Fahîşebûna nîjadê însan jî bi wendakirina heqîqetê re têkîldar e. Di Herikîna ji xwedawendiyê ber bi fahîşetiyê, ji xwezaya azad ber bi kerxaneyan ve, di her misqala wê de komplo veşartî ne.
Ti kategoriyên civakî di destpêkê de li ser zemînê koletiyê pêş nakevin. Kolekirin û xistina jêr statuya bindest paşê çêdibe. Ev rewş ji bo jinê û hemû beşên din ên bindest rewacdar (geçerli) e. Ango dikare were gotin ku kategoriyên civakî ku herî zêde azadî û wekhevî jiyane, herî zêde bi komployan re rûbirû mane û denklemeke wiha ya dîrokî heye. Ger em li dîroka Kurdan binêrin, mixabin di vê mijarê de xwedî dewlemendiyeke mezin e. Çima? Ji ber biyo-coxrafiya Kurdistanê bi dewlemendiyên jêr erd û ser erd re tejî ye ku hêzên serdest herdem dixwazin wê dagir bikin. Ji ber xwestine dest deynin ser dewlemendiyên Kurdistanê, yekdestiyê li ser ava bikin, bûye sedema bêşansiyên mezin jî. Ji ber vê sedemê di rastiya Kurdistanê de pir zêde şer û komplo veşartî ne.
Di dîroka Kurdistanê de bi qasî komployan xiyanet jî hene. Her çalekiya komplowarî tetikgerê (tetikçi) xwe bi komployan ava dike. Di destana Gilgamêş de Enkîdû yekemîn xayîn e, ku heya niha tê zanîn. Paşê jî wek sembola vê xiyanet û komploya di zik hev de Mîtazawa û Kîros (Kûrûş) tên. Mîtazawa di hilweşîna Mîtaniyan de zavayê ku xwedî rol e. Kîros jî xwarziyê hevkar ê komploya ku bû sedem Med hêza xwe wenda bikin û bikevin jêr siya Persan e. Her du sembolên xiyaneta dîrokî jî xizmîniya wan bi kesên ku xiyanet lê kirine hene. Komploger têkîliyên malbatî ji bo ku bikaribin eniya xwe xurt bikin bikar tînin. Jixwe têkîliyên malbatî û xanedantiyê di cewhera xwe de ji ber li ser hiyerarşî û tehekumê hatine sazkirin, rewşa mînîmîzebûyî ya dewlet û desthilatiyê temsîl dikin. Heke hûn malbatekê berfireh bikin, wê jêdewlet derkeve. Hûn dewletê piçûk bikin, tişta ku bigihîjinê malbatgerî û xanedantî ye. Lewma hercure têkîliya malbat û xanedantiyê ji bo rastî komployan bê vekiriye.
Di salên 2003’yan de ji bo kedîkirina PKK’ê amadekariyên komployekê hate kirin. Yê ku di serî de hate bikaranîn Osman Ocalan bû. Ji ber ku zihniyeta Osman Ocalan zihniyeta xanedantiyê bû. Lewma jî pir rehet bû ku bi komplogeran re lihev bike. Yên wek Mitazawa, Kîros, Osman wek hucreyên pençeşêrê di nav civakê de ne. Di navbera komplo û xiyanetê de têkîliyeke ontolojîk heye. Komplo li ser malbatan ji xwe re xayînan dibîne. Piştî derbeya 12’ê Êlûnê dema dagirker li Kurdistanêli çek, weşan û hin kesan digeriyan; şêx û mela bikar anîn. Ev kesna bi alîkariya leşkeran gel di taxan de kom dikirin, destpêkê propaganda dikirin, paşê jî yek bi yek her kesê/î dest datîna ser Quranê û sond dixwarin ku cihê pirtûk, çek an jî kesên fîrarî nizanin. Hin kesan tiştên ku li jêr îşkenceyan negotibûn, bi rêya zexta Quranê gotin. Bi heman sedemê jî dengê xwe dane destûrnameya bingehîn a 12’ê Êlûnê. Malbatên şêx û melayên ku wê demê bi darê zorê herkes neçarî sondxwarinê dikirin, niha di Kurdistanê de xwedî hêzeke mezin a aborî ne. Di Kurdistanê de malbat, eşîre û şêxan xiyanet li civaka xwe kirin, ketin nav komployan û bûne şirîkên yekdesiya (tekel) desthilatdar û aboriyê. Li Kurdistanê ev rêbaz pirî caran hate ceribandin. Hercarê jî xwestine ku malbatên xayîn avabikin.
Ango lîstoka hevkariya malbatan bi komplo û qirkirinên siyasî re di sedsala 21’an de jî didome.Lê tişta balkêş, yên di Kurdistanê de xiyanet dikin di asta yekem de desthilatiyê nakin armanca xwe. Asteke wisa ya xiyanetê heye ku xwe dispêrin komplogeran û wiha hebûna xwe diparêzin. Wek mînak Kîros dema xiyanet kir, desthilatdarî ji Medan derbasî Persan dike. Jixwe ji ber vê padîşahê Medî Astiyag ji fermandeyê xwe Harpagos ku di komployê de cih girtibû li kevneşopya ku heya roja îro hatiye îsyan dike. Îro jî em dibînin ku aliyên hevkar û xayîn ku di komployan de cih digrin bi komplogeran re dikarin hebûna xwe bidomînin. Îro xeta xiyanet-hevkarî hebûna xwe jî înkar dike û bi komplogeran re tevdigere. Dema ku nîqaşên li ser zimanê Kurdî dihate meşandin, bi behaneya ku du-zimanî wê welat (Tirkiyê) parçe bike, herî zêde Huseyn Çelîk wezîrê AKP’yî dîjîtî kir. Xeta xiyanetê ku bi destên komplogeran li Kurdistanê hatiye pêşxistin di serî de xiyanetê li hebûna xwe dike. Lewma jî zehmete ku mirov bizanibe di xeta xiyanet-komployê de kîjan beriya ya din destpê kiriye.
Kurd ji hêla fîzîkî û siyasî ve pêvajoyên zehf dijwar jiyane. Pêvajoya Asûr, pêşketina Islamiyetê li Kurdistanê yek ji van pêvajoyan e. Lê belê pêvajoya Komara Tirkiyê pêvajoyeke komple ya pêkhatina bêrawest a vê rewşê ye. Komployên di pêvajoya Komarê de hedefa wan ew bû ku Kurdan bi tevahî tine bikin, dawî li heqîqeta wan bînin. Piştî komplo û qirkirinan, di wêneyekê ku mezarek lê hatibû xîzkirin de nivîsîbûn “Kurdistana xeyalî li vir çalkirî ye” ev gotin jî armanca çalekiyên wan derdixe holê.
Demeke kin piştî avabûna Komarê, di biryara bi hevre jiyana Kurd û Tirkan de guhertin çêdibe. Sedema vê guhertinê jî ew bû ku Tirkiyê li gor berjewendiya desthilatdarên cîhanê sererast bikin. Dixwestin vê bi rêya Sebatayîstên li Tirkiyê pêk bînin. Armanc ew bû ku Tirkiye ji axên bi bereket ên Başûrê Kurdistanê destên xwe vekişîne, di hundir de kaos çê bibe û bandora wê ya di polîtîkaya derve lewaz bibe. Elbet aliyeke din a vê mijarê; avaniyên siyasî yên ku gel bi hevre bijîn, di paradîgmayên wê pêvajoyê de jê re cih tine bû. Pêvajoya dewlet-netew û netewperestiyê bû. Pêwîst dikir Komara Tirkiyê jî li derveyî vê paradîgmayê avaniyeke siyasî pêş nexîne. Jixwe hêza wan ku vê bikin jî tine bû. Mistefa Kemal ruxmî hemû lêhûrbûnên xwe yên siyasî encex gihîşte encamên ku şoreşa Fransa û Jakoben gihîşibûnê. Nekarî sînorên zihniyeta pêvajoyê derbas bike. Jixwe dema têra xwe lîstok li ser nêzîkatiyên wî yên pragmatîk zêde bûn, di mijara jiyana hevpar a Kurd û Tirkan de ber bi jêrve çû û pêvajoya qirkirinê li ser Kurdan destpê kir.Hemû neyînîtiyên vê pêvajoyê wek xeleka li dor Mistefa Kemal tê îzahkirin. Wek rêber lewaziyên wî jî dibe sedem ku wiha were bikaranîn. Lê belê aktorên derve yên sereke di wê pêvajoyê de Îngilistan, Sebatayîst, enteleketuelên File (Yahudî) û di hundir de jî Fewzî Çakmak, Îsmet Înonû bûn. Sebatayîst di qonaxa beriya Komarê de di nav cemaeta Îtîhat û Terakî de ji netewperestiya Tirk re pêşengtî kiribûn. Îdeolojîkirina Kemalîzmê piştî ewqas pratîkên neyînî jî, bi destên Fileyan pêk hat. Wek mînak yekemîn pirtûka Kemalîzmê ji hêla Moîz Kohen ve tê nivîsandin. Ev kesayet yek ji hevalê herî nêz ê îdeologê Tirkîtiyê Ziya Gokalp e. Ango Kemalîzmê = Tirkperwerî, ew jî = înkarkirina Kurdan. Ev alî hemû li ser van xalan lihev kirin. Tê zanîn piştî çend sal bi ser Komarê re borî, Mistefa Kemal her çû hate bisînorkirin. Pir lêkolîner dinivîsin ku bi taybet bi salên 30’an re ew li Çankayayê heps kirine. Jixwe di van salên tecrîdê de li ser alfabeya tirkî dişuxule. Piştî ku derveyî siyasetê dimîne xwe dide perwerdeyê. Heta navnasê (ünvan) Sermamoste, destpêkê ji hêla Îsmet Înonu ve bi armanca henekirinê jê re tê gotin.
Pirî caran encamên îsyana Şêx Seyîd û Dersimê bi Mistefa Kemal û kesayeta wî re tê îzahkirin. Komploya ku wê demê gelê Kurd pê re rubirû bû ‘komploya netewperestî’ bû. Her netewperestî jî dikare bigihîje nîjadperestî û qirkirinê. Mînaka vê ya herî berçav jî netewperestiya Elman e. Lê belê rastiya qirkirinê ku gelê Kurd di wê pêvajoyê de pê re merûz man, herî baş Rêbertiya me kariye tehlîl bike.
Îsyanên sereke yên dema Komarê îsyana Şêx Seyîd û Dersimê ne. Di her duyan de jî zex û komployên mezin hene. Îsyana Şêx Seyîd ji hêla dîroka resmî ya Tirkan ve wek serhildaneke paşverû ku dixwest xîlafet û şerîetê vegerîne tê bidestgirtin. Lê belê serhildana Şêx Seyîd, ji bo ku bikaribin planên xwe li beramberî Kurdan pêk bînin bi awayeke zanebûn hate tehrîkirin. Jixwe bi rêya komployekê lez didin serhildanê. Organîzeya bingehîn a vê komployê di encama peyamana di navbera Îsmet Înonu, Fewzî Çakmak û hin rewşenbîrên File pêş dikeve. Ruxmî ku di navbera M.Kemal û Îsmet Înonu de nakokî hene. Îsmet Înonu di 22’ê Mijdarê ji serokwezîriyê vediqete. Di pêvajoya bûyera Şêx Seyîd de yê ku serokwezîr e Fethî Okyar e. Di mijara çawaniya perçiqandina serhildanê de di nav hukûmetê de lihevkirin çêdibe. Wezîrê karê hundir Recep Peker ku yek ji kesên nêz Înonu ye dixwaze ku herêm ji hêla balafiran ve bombebaran bibe û paşê jî tevgereke berfireh a leşkerî destpê bike. Paşê jî Fethî Okyar bi nermbûnê tewanbar dike û îstîfaya xwe dide. Dema ku êdî hukûmet nikare kar bike, Înonu tê Enqerê. Di 3’ê Adarê de Înonu hukûmetê rêxistin dike. Wiha jî yê ku bi vê îsyanê îtîbar qazanckir û bû otorîte Înonu û ekîba wî bû.
Jixwe di serhildanê de jî komplo heye. Ji bo mehkûmên ku li cem Şêx Seyîd in wergirin du leşkerên bêçek dişînin. Dema mehkûm nayên dayîn pevçûn destpê dike û ev herdu leşker tên kuştin. Di wê demê de eşîret û şêx li ser mehkûman bi dewletê re di hin mijaran de peyman pêş dixistin. Ruxmî vê jî bi awayeke bizanebûn ji bo îsyanê tehrîk çêdibe. Di 15’ê Sibatê de serhildan destpêkir û ev jî dîroka destpêkirina qirkirinê ye. Di coxrafya Kurdistanê de di vê demsalê (Sibat) de tevger û operasyonên leşkerî mehkumê binkeftinê ne. Lewma jî hêzên serhildêr serhildan zû xiste çemberê û berxwedana wan şikandin. Şêx Seyîd di dîroka 6-7’ê Adarê li Amedê hate dorpêçkirin. Di bajêr de çîna serdest bi taybet bazirganan idea kirin ku hêzên serhildêr diziyê dikin, dest diavêjin jinan, wiha jî navenda bajêr li beramberî serhildanê ketin nav gumanê. Tirkiyê li ser Sûriyê bi destûra Fransayê leşker derbas kir. Ango wek ku idea tê kirin ji derve ti alîkarî ji hêzên serhildêr re nehate kirin. Heta ruxmî ku dikarîbûn pêşiya sewkiyata leşkerî bigrin jî Îngilîs û Fransayê ev nekirin.Hîna serhildan dewam dikir ku qanûna Takrîr-î Sukûn (rapora bêdengiyê) derxistin. Qanûn ji du madeyan pêk dihat. 1-Hukûmet dikare tewanbaran radestî Mehkemeya Îstîqlalê bike, 2-Dadgehên Îstîqlalê yên seyar dikarin dozan li gor zagonên xwe bimeşînin. Ji van her du madeyan jî dikare ev rastî bê dîtin ku planek wer hatibû çêkirin ku bi her awayî be jî Şêx Seyîd bihata darvekirin. Jixwe doza Şêx Seyîd ku di 12’ê Nîsanê de destpê kir, ruxmî girîngiya dozê jî, bi dadgeheke 77 rojî encam bû û Şêx Seyîd di 29’ê Hezîranê de hate darvekirin.
Pir eşkere ye ku îdeaya ‘ji ber îsyan pêşket qirkirin çêbû’ ne rast e. Ji bo qirkirinê bikin îsyan teşwîq kirin. Piştî vê îsyanê tenê li gor daneyên fermî li derdora Amed Genc, Pîran û Madenê ku Kurdên Zaza lê dijîn, nêzîk 20 hezar însan hatin kuştin. 206 gund hatin şewitandin. Lê belê kiryarên hatin kirin ji van daneyên nivîskî pir zêdetir in. Şahidên wê demê dibêjin ku ji deriyê Çiyê haya deriyê Mêrdînê her roj li ber sêdarê cenaze dihatin rêzkirin. Ev tenê aliyê fîzîkî yê qirkirinê ye. Herwiha aliyê siyasî yê qirkirinê jî hema piştî serhildanê hate rêxistinkirin. Di tevahiya Kurdistanê de ji bo çekên eşîreyan werin komkirin, biryar hate girtin. Wiha jî xwestin gel bê parastina rewa bihêlin û bi rehetî teslîm wergirin. Eşîreyên ku ev biryar qebûl nekirin, bi ser wan de seferên leşkerî dane destpêkirin, darvekirin û qirkirin berdewam kir.
Ev pêvajoyeke nû di Kurdistanê de bû. Beriya wê jî serhildanên Kurdan çêbibûn, li ser gel teror hatibû meşandin, lê belê tiştek wek “Hûn tine ne, em ê ji we re navek din deynin” tinebû. Ev rewşekî derveyî nîjadperestiyê ye jî. Ti welatekî mêtinger li axa ku dagirkiriye ji gelê wir re negotiye ‘hûn tine ne.’ Wek mînak Cezayîr bi demdirêjî wek mêtingeriya Fransayê ma. Lê belê ji wan re nehate gotin ku “hûn Fransiz in.” Mêtingerî û nîjadperestî mirovan bi awayeke komî ber bi tinebûnê ve dibe. Lê belê dema ku însan dijîn, tinehesibandina wan berhemeke nîjadperestiya Tirkan e. Êdî gelê Kurd tine bû. Kurdistan ji heqîqetê derketibû. Erd û ruhê Kurdistanê hatibû dagirkirin. Lewma di Kurdistanê de piştî Komarê dîrokên 15’ê Sibatê û 29’ê Hezîranê bûn kodê xêvekê.
Dîroka komploya li beramberî Rêbertiya me û dayîna sizayê îdamê, bi îsyana Şêx Seyîd re di heman rojan de ye û li gor giraniya qenaetan ev ne tedasuf e. Her du jî, îşareyê durêkên çîroka qirkirinekê ne.
‘Qirkirina Siyasî’ pênaseyeke ku em di salên dawî de pir bikar tînin. Hin derdor dema ku qirkirina siyasî bi ya fîzîkî re qiyas dikin, wê hîna nermtir dibînin. Lê belê berovajiya vê rast e. Qirkirina siyasî qirkirina fîzîkî jî digire nav xwe, hîna bêtir awayeke qirkirina komple û koleker e. Heke di qirkirina fîzîkî de bi tevahî tinebûn çênebe, xêva civakî dikare rolê enerjiyê bileyîze û nûbûnê bixwe re bîne. Lê belê heke qirkirin siyasî be tê wateya ku ruhê civakî jî tê dizîn. Ruhê civakê jî çanda wê ya menewî ango hafize û pêşeroja wê ye. Heke ev were dizîn êdî civak pûçdibe û dikeve halê koleyekê ku êdî pêdivî bi zincîrê jî nayê dîtin. Tişta xwestin di Kurdistanê de pêk bînin, ev bû.
Rêbertiya me ji bo Kiliçdarogulu gotibû ku “Encama qirkirina Dersimê ye.” Ev kesayet ruxmî ku ji Kurdên Dersimê ye, dizane ku Kurd e, lê newêre ku bêje ‘ez Kurd im’. Heta perwerdeya bi zimanê dayîkê bifikar dibîne. Di vê wateyê de mirov bi eşkeretî dibîne ku qirkirina siyasî tîpeke wiha ya mirov avadike. Em dikarin ji vê re bêjin xayîntiya bizanebûn. Sedema wê jî bêguman texrîbatên ku qirkirinê li ser zihnê civak û ferdan çêkiriye ye. Rêbertiya me karî komployê tehlîl û pûç bike, ji ber ku karî derveyî avaniya civak û însanê ku hatiye perçiqandin bihzire. Ji bo civakek bikare vê rewşê derbas bike pêwîstî heye ku di serî de li beramberî xwe têkoşîn bide meşandin. Hêz û wêrekiya pêkanîna vê têkoşînê ji bi tevgera me re destpê kir.
Rêbertiya me di salên 80’an de gelê Kurd dişibande gelê ku ‘nû ji mezar derketî, lê hîna nebûye hêz, lewma jî dikare were binxistin.’ Rêbertiya me di salên 90’an de jî da diyarkirin ku “Vejîn biserket, niha dema Rizgariyê ye.” Ev nirxandin jî tê wateya ku qirkirina di pêvajoya destpêka Komarê destpêkiribû, hate têkbirin. Binxistina qirkirinê di hevkêşa (denklem) herêmê de rê li ber hejandinên cidî vedike, lewma jî planên nû xistin dewrê. Di destpêka salên 90 de dewletê hamleya qirkirina siyasî û fîzîkî da destpêkirin. Tansu Çîller- Dogan Gureş ekîba rojanekirina polîtîkayên qirkirinê bûn. Gund hatin valakirin, faîlê meçhûl kiryarên vê pêvajoyê bûn. Dema qirkirin hate nûjenkirin jî dîsa ji xayîn û hevkaran re roleke mezin hate dayîn. Rêxistina Hizb-î kontra bû çeka herî mezin a komplogeran. Hizbulah di salên 90 de li beramberî zanebûn û azadbûna gelê Kurd hamleya dagirkeran bû.
Jin bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re dafika (kapan) mal-malbatê şikandin û bi berfirehî tevlî hamleya serhildan û gêrîla bûn. Bi azadiya xwe re ji azadiya gel re pêşengtî kirin. Hîzb-î kontra li beramberî jina azad xwest tirs û xofeke mezin pêş bixîne û jinê mehkumê sêgoşeya mal-malbat-çarşevê bike. Ango dema ku bû amûrê qirkirinê herî zêde jî jin û azadiya wê hedef girt.
Aktoreke din a komployên ku bi aramanca nûjenkirina qirikirinê di salên 90 de pêşket netewperestiya seretayî bû. Heke dîqet were kirin li bakurê Kurdistanê dîroka îdamkirina Şêx Seyîd û qirkirina li ser gel bi derketina malbata Barzanî re li hev tê. Hêzên komploger li beramberî qirkirina li bakurê Kurdistanê di başûr de jî netewperestiya seretayî xurt kirin. Ji aliyekê ve qirkirin û îmha, ji aliyê din ve jî netewperestiya seretayî hate pêşxistin. Di van kiryaran de berjewendiya desthilatdar, şaristaniya dewletger veşartî ye. Armanca wan jî ew bû ku aliyên azadîxwaz ên Kurdan ku bi hêzên şaristaniyê re şer dikirin, tine bikin. Bi vê hincetê netewperestiya seretayî di duyemîn qirkirina 15’ê Sibatê ya Komarê de jî hate bikaranîn. Wek mînak cerdewanî bi destên netewperestiya seretayî hate pêşxistin. Yekemîn kesên ku çek girtin eşîretên li xeta Botan-Colemêrê bûn. Ev jî hemû bi partiyên netewperestiya seretayî ya li başûr û pêvekên wan ên li bakur re pêwendîdar bûn. Di sala 1998’an de pozîsyona hêzên başûrî di hevpeymana Washîngtonê de (ku hîna jî madeyên wê eşkere nekirine) girîng e. Piştî vê hevpeymanê komploya 15’ê Sibatê hate pêkanîn. Pir eşkere diyar dibe ku di her du 15’ê Sibatan de di hamleya qirkirinê de netewperestên seretayî hatine bikaranîn. Ango ji aliyekê ve netewperestiya Tirk, ji milê din ve jî netewperestiya seretayî ya Kurd li beramberî ekola Kurdê azad têkoşan dan meşandin. Ya rast, di qirkirina siyasî ya Kurdan de jî bi zelalî xuya dike netewperestî bi desthilatdariya serdestan ve girêdayî ye û ti têkîliya wê bi grubên bindest ên civakî re tine ye.Ev mijarna bi tevahî di salên 2000’an de zelaltir derketin holê. Ji ber ku ji bo ku gelek bikaribe dîroka xwe watedar bike pêdiviya wê bi zihneke azad heye. Bizava PKK’ê ji dema derketinê her hewl daye ku zihneke azad biafirîne. Tesbîta “Kurdistan Mêtingeh e” bû xîmê bingehîn ê vê zihniyetê. Bi vê tesbîtê re jî li beramberî mêtinger û nûnerên wan ên di civaka Kurd de ku axa, hevkar û netewperestên seretayî bûn, tê-koşîneke mezin hate meşandin. Heke li beramberî pêvekên ku dibin zemînê kompoyê di nav civaka Kurd de têkoşîn nehatibûya meşandin, PKK’ê ji aliyê civakîbûna Kurdan nedikarî vebûneke wiha mezin jî biafirîne.Ruxmî berxwedanên mezin jî, encex di salên 2000’an de zemînê şaristaniyê û desthilatiyê ku sparteka komployan e, bi awayeke radîkal hatin tehlîlkirin. Ne tenê mijara komployan, dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn jî bi lêgera heqîqetê ya Rêber APO hate nûjenkirin. Rêber APO ji bo bigihîje heqîqetê wek çemekî ji bo hevdîtin bi pêlan re çêbike melevanî kir û niha gelê Kurd di vê herikînê de ber bi azadiya xwe ve diçe. Di vê herikîna çem de yek ji sûlavên herî zehmet jî komplo bû. Bizava PKK’ê her ji destpêkê ve bi hejmareke zêde komployan re rûbirû ma. Ji dema avabûna wê ji bo ku manîpule bibe hin kes şandin nav refên tevgerê, di sala 96’an jî teqîna li Şamê mînakeke din a van komployan e. Lê belê hemû komployên heya wê demê bi hesasiyetên siyasî û îdelojîk ên Rêbertiya me û bi sehekên (sezgi) wî vala derketin. Herî dawî jî gelê Kurd bi komploya 15’ê Sibatê hate dorpêçirin û xwestin qirkirina siyasî bi encam bikin. Di bingeh de îro hem armancên komployê, hem jî helwesta Rêbertiya me pir zelal tê fêmkirin. Di dizaynkirina jinûve ya Rojhilata Navîn de kesayetek bi navê Abdulah Ocalan ku nayê xwestin hebû. Lewma pêwîst dike komplo wek çalekiya ku di kesayeta Rêbertiya me li beramberî inşanê/a azad û civaka azad hatiye pêşxistin, were nirxandin.
Dê berdewam bike…..