Ji Pênûsa Gerîla…..
Bêguman komplo dewam dike, lê belê bi rû û argûmanên cuda. Di serî de divê were gotin ku dema Komara Tirkiyê bi komployê re Rêbertiya me dîl wergirt, wer dihesiband ku serketineke mezin qezenc kiriye. Lê belê pêşiya binkeftina wî vebû. Bi têkoşîna hevpar a Rêrbertî, gel û gêrîlayan re bi demdirêjî komplo hate paşvexistin. Lê Rêbertiya me yekem car di sala 2010’n de da diyarkirin ku “Ez mizgînî didim gelê me ku me komplo binxist.” Ji ber ku darbeya qirkirina 15’ê Sibatê ya ku ji sala 1925’an destpêkir û komploya qirkirina 15’ê Sibata 1999’an hate hilweşandin. Ango argumanên îmhe û tinekirinê yên ku 80 salan Komarê bikar anîn binketin. Îro Komara Tirkiyê di kîmyaya xwe ya 90 salî de guhertinên mezin dijî. Sedema vê ya herî bingehîn jî ji ber nekarî bizava azadiya Kurd tine bike, ango nekarî qirkirina Kurd biser bixîne. Pêvajoyên komployan ku ji salên 80’an heya îro li dijî tevgera me têne meşandin, vala derketin. Pêvajoya sê komployan ku bi darbe, îşkence, qirkirin û kontrgêrîla hate meşandin, binkeft. Niha jî pêvajoyeke nû destpê kiriye. Hukûmeta AKP’ê li beramberî gelê Kurd mîmarê pêvajoya komploya çaremîn e. Navenda mêjiyê vê pêvajoya komployê jî Ergenekona Kesk e. Ergenekona Kesk çeka îslama siyasî li beramber gelê Kurd bikar tine, bi înkarkirina nasnameya Kurd dike ku qirkirinê li ser me ferz bike. Lewma jî wê gelê Kurd li dijî Îslama Siyasî û Faşîzma Ergenekona Kesk têbikoşe. Di bingeh de Îslama Siyasî xwedî paşerojeke kevn e. Lê belê 40 sale ku xwe vedişart.
Îslama Siyasî di salên 90 de kete rojevê, lê belê piştî derbeya 12’ê Adarê ku li beramberî nifşê 68’an yê li Tirkiyê hate lidarxistin, pêşiya wê hate vekirin. Ji bo ku yekbûna Kurdîtiyê bi bizava çep re asteng bikin, wek rêyeke bingehîn hate bikaranîn. Ango ji destpêkê ve ji bo ku li beramberî tevgera Kurdistanê wek panzehîr bikarbînin, amade dikirin. Bi taybet bi darbeya leşkerî ya 12’ê Êlûnê re ev pêvajo hate lezkirin. Niha bê ku hewcehî bi veşartin û nixumandinê bibînin, di asteke mezin de dewlet bidest xistine. Li beramberî vê bi erka tinekirina têkoşîna azadiya gelê Kurd re rûbirû ne. Çawa ku Îsmet Înonu di qirkirina li ser Kurdan serketinên cidî bidest xist û bi demdirêjî desthilatdar ma, heta partiya wî zêde di desthilatiyê de nema lê belê zihniyeta wî li ser desthilatiyê serdest bû, îro jî AKP wê heman tiştî bike. Ango qirkirina ku Erdogan dixwaze pêk bîne bi qirkirina ku Înonu da meşandin xwedî heman naverok û cewherê ye. Tenê meqyaja (makyaj) wê cuda ye. Bi vê mebestê jî her diçe Îslama Siyasî li beramberî berxwedana gelê Kurd dibe xwedî karaktereke faşîst. Pêvajoya komploya çaremîn ya Kesk ku Rêbertiya me îşare pê dike, xwedî dahatuyeke wiha ye. Lê hewce dike em ferqa di navbera Mislimantî û Îslama Siyasî de baş bibînin, wiha têkoşîna xwe xurt bikin. Sekna xwe ya îdeolojîk bi zelalî deynin holê. Çawa ku me di Kurdistanê de di nav şertûmercên herî giran li beramberî netewperestiya seretayî ya Kurd û netewperestiya Tirk têkoşîneke mezin da meşandin, me nasnameya xwe bi berxwedanê danî holê û ji gel re pêşengtî kir, îro jî divê em Îslama Siyasî teşhîr bikin û li dijî wê têkoşîneke vekirî bimeşînin. Wê, ev têkoşîna nasnameya me jî zelal diyar bike. Wiha em ê bikaribin li Rojhilata Navîn li beramberî projeya Kembera Kesk ku demekî dirêj e dixwazin pêk bînin, modela çareseriya gelên Rojhilata Navîn pêş bixin.
Wek ku di jorê de jî hate destnîşankirin pêvajoya komploya çaremîn, encex wek milîtanan heke em nasnameya xwe ya îdeolojîk temsîl bikin, wê têkbiçe. Her komplo du rêbazan diceribîne. Ya yekem; şêlûtiya mêjî diafirîne, ya duyem; zora qeba bikar tîne. Wê ev pêvajoya komployê jî van her du rêyan biceribîne. Li dijî her duyan jî bi têgihîştina paradîgma ku Rêbertiya me destnîşan kiriye, bi kesayetên ku bikaribin stratejiyê temsîl bikin, em dikarin têbikoşin. Tişta em dixwazin di civakê de pêk bînin, modernîteya demokratîk, avakirina netewa demokratîk e, bi vê re jî em ê bikaribin pêşeroja azad a gelê Kurd bixuliqînin.Dema em vê dikin jî hewce dike em xwe li beramberî modernîteya sermayedar û avaniyên hizrî yên paşverû yên Rojhilata Navîn rizgar bikin. Ne elimînin feodal, ne jî jiyana burjûvaziya piçûk nikarin avabûna civakî pêş bixin. Divê karê ku em dikin li ser bingeha demokrasî, azadiya zayendî û ekolojiyê be. Dema em gotineke siyasî tînin zimên, ev gotin çendî demokratîk e, çendî zayendperestiya civakî derbas kiriye, çendî ekolojîk e? divê em jixwe van bipirsin. Ji bo çalekiyên ku em pêk tînin jî ev mijar esas e. Her hewldana me heke di înşakirina modernîteya demokratîk de bibe xîmeke sereke, wê demê dê watedar be, ji bo ev bibe jî di serî de divê em li her derê jiyanê bi şêwazê komin û rêxistina wê esas bigrin. Ger ku pêvajoya komploya çaremîn hewl dide gelekî biafirîne ku ji rastiya xwe derketibe û di polîtîkayên qirkirinê de biser bikeve, em jî tam berovajiyê vê bi hemû hêza xwe civaka exlaqî û polîtîk jiyanî bikin û wiha pêvajoya vê komployê têk bibin. Biqasî em bikaribin civakîbûna xwe avabikin, AKP û Ergenekona Kesk wê maskeyên wan bikevin. Dema em vê dikin jî bi îhtîmaleke mezin em ê bi komplo û hîleyên curbercur re rûbirû bimînin. Dibe ku hewldanên îhmayê yên cuda jî pêş bikevin. Lê belê li gor paradîgma me, li beramberî her cure êrîşê mafê me yê parastina rewa ya pîroz heye, em ê ji çiya heya tax û kolanan mafê jiyanê, mafê azadî û jiyana birûmet bikar bînin.
Rêber APO li dijî komployê bi lêgera heqîqetê bersiv da. Ger komploger nekarîn bigihîjin armancên xwe, sedema vê jî israra Rêbertiya me di lêgera heqîqetê de ye. Pêwîst e em evîna heqîqetê wek ku ayîdê pêşerojê be nebînin. Heqîqetê di vî dem û mekanî de bijîn, bidin dîtin, roj bi roj jî hîna bêtir wê jiyanî bikin. Ji bo vê jî hin erkên me yên bingehîn hene. Erkên exlaqî, polîtîk, entelektuel û parastina rewa, bi biserxistina van jî wek ku Rêbertiya me dide diyarkirin “Em ê vê carê bikaribin li gor berjewendiya xwe çarenûsê têk bibin.”