HELEB- Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi boneya salvegera komploya 9ʹê Cotmehê meşek li dar xist.
Meşa ku bi sedan ciwan tev lê bûn, ji pêşiya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Ciwanên mişala, posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan hildan û pankartên bi nivîsên “Bi têkoşîna ciwanan em ê rêbertî azad bikin” û “Dem dema azadiya rêber Apo ye” vekirin.
Ciwan li kolanên taxê geriyan û bê navber diruşmeyên “Bijî berxwedana Îmraliyêʹʹ, ʹʹBê serok jiyan nabe”, “Na ji tecrîda li ser rêbertiya me re” û “Bimre xiyanet” berz kirin.
Meş li çerxerêya Rêber Apo ya li beşê rojhilat ê taxê veguherî mîtingê. Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Cûdî Efrîn axivî û got: “Ji 24 salan ve tecrîdeke giran li ser rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de ferz kirine da ku îrade û berxwedana wî bişkînin. Lê bi bin ketin û negihiştin armancên xwe. Bi berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk û bi têkoşîna gelan komplo vala hat derxistin.”
Cûdî Efrîn diyar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd û wiha axaftina xwe domand: “Divê dewleta Tirk, Amerîka û Brîtanya û dewletên din û PDKʹê jî bizanebe ku rêber Ocalan kilîta azadî û çareseriya li Rojhilata Navîn e.”
Di dawiya axaftina xwe de Cûdî Efrîn bang li ciwanan kir ku têkoşînê xurt bikin û çalakiyan li dar bixin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe.
Mîting bi berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.