REQA- Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Reqayê, li dijî Komploya 9ʹê Cotmehê a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di bin dirûşmeya “Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye” û “Ji bo azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê” li Parka Reşîd sinevizyon pêşkêş kirin.
Sinevizyona ciwanan bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa kurdistanê destpêkir.
Çalakî ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyeke zêde hat.
Herî dawî jî çalakiya ciwanan bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.