NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik (Ciwanên Welatparêz) kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîstan jî weşana xwe didomîne.
Hejmara Cotmehê ya Kovara Ciwanên Welatparêz (Yurtsever Gençlik) bi sernivîsa “Komploger wê di nav agirê ciwanan de bişewitin” derket.
Di vê hejmarê de nivîsên li ser komploya 9’ê Cotmehê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, dosyeya li ser mijarê, derbarê peywir û berpirsyarên tevgerên ciwan û jinên ciwan perspektîfên girîng hene.
Di vê hejmarê de Cîhan Eren bi nivîseke portreyî qala Şehîd Baz Mordem kiriye. Di heman demê de nivîsên li ser çalakiya Mezîtlyiê, gerîlatiya modernîteya demokratîk a di şerê gel de, gerîlabûn, beşeke rojnivîska Mahîr Kop ê ku li Werxelê şehîd bûbû cih digire.
Di vê hejmarê de bi navê ‘Ez tevgereke mezin a serhildanê me’ nirxandinên Rêberê Gelan hatine berhev kirin. Di van nirxandinan de qala rastiya dijmin, helwesta şoreşgerî, tarza Apoyî, tempo û islûbê tê kirin.
Di vê pêvajoyê de ya ku slogana Jin, jiyan, azadî li her dera dinyayê tê berz kirin, ji bo pirsa divê jinên ciwan ên Kurd ‘çi bikin’ jî bersiv hatine dayîn.