NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin. 24’emîn salvegera Komploya Navdewletî li gelek bajaran bi çalakî û meşan tê protesto kirin. Fînala çalakiyan wê sibe bi meşên “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” bê kirin. Di vê çarçoveyê de di serî de Amed, Wan, Stenbol, Enqere, Colemêrg û Îzmîr, li gelek bajaran wê bi hezaran kes dakevin qadan.
Bernameya çalakî û xwepêşandanên 9’ê Cotmehê yên bajaran wiha ne:
Amed: Wê sibe saet di 15.00’an de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Hewldana 78’an û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li ser Rêya Emek a Rezan a Amedê meşek bê lidarxistin.
Wan: Gel û Rêxistina DBP’a Wanê wê sibe saet di 13.00’an de li Kolana Hunerê bên ba hev û dest bi meşê bikin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sezaî Temellî, Muazzez Orhan û Mûrat Sarisaç jî dê tevlî meşê bibin.
Colemêrg: Girse wê li Qada Azadiyê ya Geverê kom bibe û li vir ber bi avahiya HDP’ê ve bimeşe. Meş, dê saet di 14.00’an de dest pê bike û parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk, Şevîn Coşkun û Saît Dede jî wê tevlî bibin.
Stenbol: Girse wê bi pêşengtiya HDK, HDP, DBP, TJA, OHD, MATUHAYDER, MKM, ANYAKAY-DER, DAD û Komeleya Lêkolînên Kurdî li Kadikoyê kom bibe û saet di 15.00’an de dest bi meşê bike.
Îzmîr: Girse wê sibe saet di 15.00’an de li Basmaneyê bê ba hev û ber bi Sumerbankê ve dest bi meşê bike.
Enqere: Bi tevlibûna Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê Dogan Erbaş û Parlamenter Alî Kenanoglû wê saet di 14.00’an de li avahiya rêxistina HDP’ê ya bajar panel bê li darxistin.
Mêrdîn: Sibe saet di 13.00’an de wê girse li Parka Sîncar a Qoserê bê ba hev û dest bi meşê bike.
Şirnex: Meş wê sibe saet di 14.00’an li Cizîrê bê li darxistin.
Agirî: Wê girse li ser Rêya Îsmaîl Beşîkçî ya Bazîdê kom bibe û ber bi avahiya HDP’ê ya navçeyê ve bimeşe. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç jî wê tevlî bibin.
Eskîşehîr: Wê li avahiya Rêxistina HDP’a Eskîşehîrê panel bê li darxistin.”