NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gelek çalakî li dar xistin.
Însiyatifê der barê çalakiyan de wiha got: “Li Taxa Bahçelîevler a Qoser a Mêrdînê li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin. Em bang li hemû ciwanan bi taybet jinên ciwan dikin ku ji bo mezinkirina têkoşînê tevlî yekîneyên me bibin.
Di 5’ê Cotmehê de yekineyên me li ser otobana Sakarya-Sapanca kamyoneke ku alavên leşkerî hildigirt tespît kir, kamyon li ser rêya Sakarya ket kemîna yekîneyên me. Piştî ku yekîneyên me ewlehiya derdor kirin bin kontrola xwe, yekîneyên me yên duyem jî kamyonê rawestandin û personelê di nav kamoyonê de cezakirin. Her wiha kamyon û alavên leşkerî ku tê de bûn dan ber agir. Yekîneyên me piştî çalakiyê bi selamet ji qadê derketin.
6’ê Cotmehê li Stenbol-Avcilarê yekineyên me 10 keştiyên faşîstên AKP-MHP’ê dan ber agir û xistin halekî ku êdî nayê bikaranîn.
6’ê Cotmehê li Stenbol-Kocaelî-Sakaryayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pankartên bi nivîsa ‘Bimire komploya 9’ê Cotmehê’ hate daliqandin.
Em ê van agiran gur bikin û bigihînin qesran. Em jin, wê qesran li ser serê we hilweşînin!”