Ji Pênûsa Gerîla…
Di serî de ez plangeriya di kesayata Reber APO de li ser gelê Kurd, hemû plangeriyên li ser jinê û mirovatiyê hatine pêşxestin şermezar dikim. Her wiha hemû hevalên Şehîd ên meha Cotmehê ku xwe kirin topên ji agir, hevalên ku bûn bombe û di dil û mêjiyê dijmin de xwe teqandin, di kesayeta van de hemû qehremanên şoreşa azadiyê de bi bîr tînim. Wekî ku tê zanîn di sala 1998’an de bi destê sîstema hêzên hegomonîk ên navnetewî yên mîna DYE, YE, Îsraîl komployek pir alî hate destpêkirin, xwestin Rêber APO ji holê rakin. Ji ber ku Rêbertî bi têkoşîna xwe bi fikir û ramanên xwe pêşiya plan û projeyên kaptalist a li ser Rojhilata Navîn digirt.
Di vî milî de jî ew tiştên ku wan dixwest li ser çand û hebûna civakê, li ser nirxên gelan û Kurdistanê bimeşînin, pêşiya wê dibû astengiyeke pir mezin. Rêberê APO ticaran serî li hemberî hêzên hegemonîk netewandiye. Ticaran îdeolojiyên wan, şêwaza jiyana wan, rêbazên şîdetê yên ku li ser mirovatî, xweza, gelên Rojhilata Navîn, jin û gelê Kurd ferz dikin, nepejirandiye û li pêşiya wê jî serî netewandiye. Her wiha Rêber APO civaka liberal, însanê liberal ê ku pergala kapîtalîzmê ew afirandiye, qebûl nekiriye. Li beramberî mirovê kole yê pergalê însanê/a azad bingeh wergirtiye. Ji bo vê, ev komplo di sala 1998’an de li ser Rêber APO dane meşandin. Ji ber ku derveyî Rêber APO û bizava azadiya PKK’ê, ji bo xwe ti astengên wisa cidî yên ku pêşiya wan raweste û têbikoşe nedidîtin. Lewma hemû hêza xwe kirin nava liv û tevgerê ji bo di kesayeta Rêber APO de bizavê û pê re jî gelê Kurd tine bikin. Lê belê dema mirov vedigere dîrokê û temaşe dike bi hezaran plangeriyên wisa li ser mirovên azadîxwaz, mirovên şoreşger ên mîna Manî, Mensûrê Helac, Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza û ne tenê li ser wan, li ser jinê jî her ji destpêka dîroka şaristaniyê ve komplo dane meşandin û tê de bi serkeftine. Hêzên hegomonîk ji bo berjiwendiyên xwe yên gemar bi salane dijbertiya gelê Kurd dikin û piştgiriya hev dikin û ji bo tesfiyekirina gelê Kurd û bizava azadiyê hemû rêbazên derveyî exlaqên mirovatî û huqûqa mirovatiyê didin meşandin. Sîstema hegomonîk ji bo ku gelê Kurd mîna gelên din ên cîhanê nebe xwedî nasname û xwedî statû; hemû rêbazên kirêt li dijî rêxistina me bi kar tîne. Ji bo gelê Kurd nebe xwedî nasname, bi çada xwe nejî, bi zimanê xwe neaxive û ji bo Kurd nebin yek û hertim koleyên wan bin Rêber APO dîl girtin. Ji ber Rêbertî û têkoşîna azadiya gelê Kurd di Kurdistan û Rojhilata Navîn de, nikaribin sîstema xwe ava bikin, ji bo vê ev plangerî li ser Rêbertî û tevgera me dane meşandin. Ji ber ku Rêber APO ji bo wan wek xeteriyeke mezin dihate dîtin. Ev şêwazê plangeriya hêzên desthilatdar, wek teybetmendî û terzê zihniyata zilamên desthilatdar pênc hezar sale ku li ser civaka mirovahiyê tê meşandin.
Komplo teybetmendiya hêzên hegomonîk, desthilatdar û statûkoparêz e. Bi hezar sale li ser gelên bindest, ev sed sale li ser gelê Kurd, li ser çand, ziman, hebûn, civak, îrade û hemû serhildanên Kurdan û rêberên wan û xaka Kurdistanê komployên herî namerdane li dar dixin. Kurdistan perçe kirine, bi hezar caran li ser gelê me komkujî pêk anîne û heta niha jî dewam dikin. Kirin ku gelê me di aliyê dil û mêjî de perçe bikin. Lê belê nekarîn li beramberî Rêber APO û Bizava Azadiyê bi ser bikevin. Hêzên hegemonîk bi hemû hevkarên xwe ve li dijî tevgera me ya azadîxwaz ketin nava liv û tevgerê, hemû derfetên xwe yên madî, menewî bi kar anîn. Bi rêya tesfiyegeran dest avêtin nav PKK’ê û xwestin bi ser bikevin. Lê dîsa jî bi ser neketin. Tecrîda li ser Rêbertî giran kirine, siyasetmedarên Kurd digrin, parêzerên Rêbertî kirine bin çavan, piraniya endamên çapemeniya azad girtine, jin û zarokên Kurd xistine nava girtîgehan, bi dehan zarokên Kurd şehîd dikin, li dayîkên Kurd dixin, bi sedan xwendevanên Kurd ji dibistanan davêjin û dixin girtîgehan, pêre jî li ser gêrîlayên azadiyê operesyonên îmhayê dimeşînin. Xwezaya Kurdistanê dişewitînin, hemû rêbazên şerê teybet bi kar tînin. Hukûmeta Tirk a AKP’ê ji salekê bêtire ku nahêle ne parêzer, ne jî malbat Rêber APO bibînin. Hemû rêbazên derveyî exlaqê mirovatiyê, liser Rêber APO dimeşînin. Lê belê ruxmî van hemû rêbazên gemar ên li ser Rêbertî, bizava azadiyê û gelê me pêk tînin, di armancên xwe de bi ser neketine. Desthilatdarên Tirk û hêzên hegemonîk ji bo xwe wisa xeyal kiribûn ku dema Rêber APO bigrin, wî bixin zîndanê, wê ev tevger mîna hemû bizavên beriya wê tesfiye bibe, wê bêbawer bikeve. Lê xeyalên wan pûç derketin. Ji ber wan rastiya PKK’ê, rastiya Rêber APO, rastiya têkoşîna Rêber APO, wan fikir û ramanê Rêber APO, nas nekirine. Wan ji xwe re wisa xeyal dikir ku wê Rêbertî bixin jêr kontrolê, wê PKK jî mîna hemû serhildanên Kurdên kevn, bêbawer û tesfiye bibe. Ev tê wê wateyê ku hêzên hegemonîk rastiya PKK’ê, rastiya kesayeta ku Rêber APO afirandiye û civaka ku Rêber APO afirandiye baş pênase nekiriye. Heta bandora Rêbertî û tekoşîna PKK’ê li ser gelên Rojhilata Navîn jî fêm nekirine. Ger hêzên hegemonîk û desthilatdar ev yek bizaniyana wê di Rojhilata Navîn de neketibûna nava kaosê. Sedemên wendakirina hêzên hegemonîk ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ev e. Komploya li ser Reber APO û tevgera azadiya gelê Kurd tê meşandin teqez wê wenda bike. Sedema herî mezin jî ewe ku Rêbertî hemû planên wan ên gemar ku li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê çêkirine, di şert û mercên girtîxaneyê de zêdetir deşifre kiriye, ew danîne holê û xirab kiriye. Li gorî vê jî tezeke nû pêş xistiye.
Ji aliyê din ve sekna Rêber APO, têkoşîna wî ya guhertin û werguhertinê ku di aliyê stratejîk û aliyê paradîgmayê de çêkiriye, ev plangerî vala derxistiye. Piştî girtina Rêber APO heta roja me ya îro bi sedan keç û xortên vî gelî yên mîna Zîn, Şaristan, Akîf, Berwar, Rojbîn, Derwêş, Weysî, Elefteriya, Mensûr, Viyan, Evrîm, Andok, Êrîş û Amedan xwe di vê xetê de danîn holê. Her wiha bi sedan keç û xortên azad ên ku Reber APO ew afirandine, xwe kirin xelekên ji agir. Di cîhanê de ji bo ti kesekî/ê, ne ji bo pêxemberan, ne jî ji bo ti Rêberan kesekî/ê xwe neşewitandiye û xwe nekiriye bombe di mêjiye dijmin de. Lê ji bo Rêber APO bi dehan keç û xortên Kurd ji bo azadiya wî canê xwe şewitandin û plangerî vala derxistin. Hemû gemariya pênc hezar salan a desthilatdariya mêr li ser jin, civak û mirovahiyê di bedena xwe de şewitandin. Di vî alî de bi dehan ciwanên mîna Mezlûm li Amedê, li zîndanan, li herçar perçêyên Kurdistanê ji bo azadiyê xwe dikin fedayiyên azadiyê. Herwiha dayîkên me jî piştî dîlgirtina Rêber APO bi xwedîderketin di asta herî jorê de bi agirê têkoşîna xwe re hemû bêbextiyên li ser gelê Kurd û Rêbertiya xwe, şermezar kirin. Piştî pratîzekirina şênber a komployê di 9’ê Cotmehê, gêrîlayên azadiyê, hemû şoreşgerên jin û tevahiya gelê me li dijî plangeriyê bi her awayî li ber xwe dan û ev berxwedan heta roja me ya îro jî bi xurtî dewam dike.
Wekî ku Rêber APO jî di hevdîtineke xwe de dida diyarkirin ‘’Ez mizgînî didim gele xwe ku me plangerî vala derxist. Vala derxistina plangeriyê bi berxwdana gelê me, têkoşîna jinê, têkoşîna PKK’ê û xeta fedayîtiyê çêbû.’’ Wekî ku Reber APO jî dibêje hemû Şehîdên me di kesayeta xwe ya fedayî û qehreman de hemû koletiya li ser jin, mirovatî, civak û hemû gemariya pênc hezar salan di bedena xwe de şewitandin, kirin xwelî. Ji bo jinê û mirovatiyê jiyaneke azad, civakeke exlaqî û polîtîk û ji bo kesayeteke vîndar ava bibe, canê xwe feda kirin. Ji ber vê xet û jiyana ku Rêber APO afirandiye, îro di girtîgehê de li ber xwe dide. Ji bo wê bi deh hezaran keç û xortên Kurdistanê li çiyayên azad têdikoşin. Ev hemû berxwedanî ji bo jiyaneke birûmet e.
Em wekî gelê Kurd bi berxwdan, cesaret û fedayîtiya xwe di cîhanê de navdar in. Gelê Kurd her dem deriyê xwe ji cîran û mêvana re vekirî hiştiye. Lê belê sîstema desthilatdar û dagirker hertim deriyê li ser Kurd girtine, xaka Kurdan dagir kirine. Kurdistan perçe perçe kirine. Dil û mêjiyê Kurdan dîl girtine. Rêber APO di tekoşîna xwe de li dijî vê zihniyetê bi tundî rawestiyaye û Kurd kiriye yek. Kurd ne ew Kurdên berê ne, ku êdî li beramberî hev û du şer bikin, dijmintiya hev bikin. Lê ji bo Kurd nebin yek, ji bo Kurd ji hev hez nekin, dijmin li hemberî gelê Kurd hemû rêbazên gemar bi kar tîne. Ji ber ku heke Kurd bibin yek, ev wê ji bo berjewendiyên wan bibe xeteriya herî mezin. Lê Kurd jî bi pêşengtiya Rêber APO, êdî di aliyê feraseta netewa azad de têgihiştî ne, yekbûyîna Kurdan çêdibe û gelê Kurd nema koletiyê qebûl dike. Kurd jî êdî dixwazin ji nû ve di nava dîzaynkirina Rojhilata Navîn de bi nasnameya xwe ya azad, bi îradeya xwe ya azad, wek civakeke exlaqî û polîtîk cihê xwe bigrin.
Ev şiyarbûyîn di bin ronahiya ramanên Rêber APO de îro pêş ketiye. Rêbertî û gel bûye yek. Ev yekbûyîn valaderxistina komployê bixwe ye. Em wek gelê Kurd di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin. Ji bo azadiya Rêbertî, ji bo bidestxistina statûyê û xwseriya demokatîk têkoşîneke xurt didin meşandin. Em wek bizav û netew ji qonaxeke wiha re diborin. Ji ber vê jî ji her demê zêdetir têkoşîn, berxwedan û yekbûyîna gelê Kurd lazim e. Ji ber em di durêyeke dîrokî re derbas dibin. Wek ku rêheval Andok û Êrîş jî di nameyên xwe de dibêjin: “Têkoşîneke topyekun hewce dike.”