ŞEHBA- Bi hezaran şêniyên Şehba û koçberên Efrînê bi meşekê komploya navneteweyî ya 9ʹê Cotmeha 1998ʹan a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Meş ji navçeya Ehdasê dest pê kir. Şêniyan posterên rêber Abdullah Ocalan, pankartên “Em komploya navneteweyî ya 9ʹê Cotmehê ya li dijî rêberê gelan Abdullah Ocalan şermezar dikin”, “Dem dema azadiya rêber Ocalan e”, “Bi hevgirtina tevahî pêkhateyan em ê komploya 9ʹê Cotmehê têk bibin” û “Bi hêz û vîna jina azad em ê komploya navneteweyî têk bibin” vekirin. Her wiha diruşmeyên şermezarkirina komployê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berz kirin.
Meşa ku li kolana sereke geriya li qada gundê Marata yê Ehdasê rawestiya. Li vir ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî.
Şîraz Hemo komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir û got, rêber Ocalan tevahî bendên ku hêzên navneteweyî xwestin li dijî wî pêk bînin, şikenand.
Şîraz Hemo bal kişand ser aloziyên ku cîhan û Rojhilata Navîn, di nav de Sûriyê û herêmên dagirkirî tê re derbas dibin û got: “Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de aloziyên li cîhan û Rojhilata Navîn nirxand û teqez kir ku projeya neteweya demokratîk kilîta çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”
Şîraz Hemo her wiha got, ew ê li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bimeşin heta ku bi fîzîkî azad bibe.
Bi navê pêkhateyê Ereb ê Şehbayê Osman Mihemed jî axivî, komplo şermezar kir û got ew ê şopdarên fikr û felsefeya rêber Ocalan bin.
Osman Mihemed diyar kir ku bi saya ramanê rêber Ocalan gelên herêmê azadiya xwe bi dest xist. Her wiha bang li tevahî pêkhateyan kir ku xwedî li fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derkevin ta ku civakeke demokratîk were avakirin.