REQA- Bi hezaran şêniyên Reqayê ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî ya Reqayê ber bi Qada Agirkujiyê ya naverasta bajar ve meşiyan. Şêniyan di meşê de pankartên “Bimire komploya navneteweyî ya li dijî rêber mirovahiyê Abdullah Ocalan”, “Na ji tecrîd û dagirkeriya Tirk re” û “Dem dema azadiyê yeʹʹ vekirin û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.
Meş li Qada Agirkujiyê rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin.
Bi navê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê Xilûd Mihemed axivî û got: “Em komploya qirêj a li dijî rêberê projeya neteweya demokratîk rêber Adulalh Ocalan e ku xwediyên desthilatdarî û nîjadperestiyê vê projeyê red dikin. Rêber Abdullah Ocalan xwest biratiya gelan û yek gelî bêyî cûdabûn ava bike, lê desthilatdar vî fikrî red dikin. Ji ber fikrekî mirovî, exlaqî û çandî ye.”
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Cahîda Mistefa şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn soza şopandina xeta şehîdan û ramanê rêber Abdullah Ocalan da.
Di çalakiyê de şêxê eşîra El Elî û endamê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remedan El Rehal ev tişt got: “Bi xêrhatina we dikim, ji vir silavan ji rêber Abdullah Ocalan alîgirê mirovahî û gelan re dişînim. Raman û teoriyên rêbertî em ji terorê parastin. Her wiha bi keda leheng û fermandarên QSDʹê em rizgar bûn.”