BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate kirin, bersiv da pirsên ANF’ê. Beşa 3’emîn a hevpeyvînê bi vî rengî ye.
Êrîşên hêzên modernîst kapîtalîst a di pêvajoya têkoşîna 25 salan de çi bûn? Hûn wek bîrdozî, siyasî û leşkerî bi çi re rû bi rû dihatin? Li Kurdistanê û dîsa li herêm û seranserî kûrewî planek çawa pêk anîn?
Pirsek pir bi wate ye. Bi rastî jî pêwîstî bi lêkolînek pir alî û lêkolînek bi hemû aliyên xwe ve dane holê heye. Ji ber ku pir fêrker e. Her kesê ku di heman rewşê de dikare jê sûd werbigire. Em dikarîn bi kurtasî li ser rewşa pêk anînê bisekinîn. Mesela di tekoşîna li ser Kurdistanê de jî bendên desthilatdarî hene. Ew qirkirina Kurd birêve dibin. Bi gelê Kurd û bi tekoşîna wî ya azadiyê re di nava şer de ne. Lê di heman demê de di navbera wan de jî şer û pevçûn heye. Tekoşîna li ser Kurdistanê jî, dem dem ev şer û pevçûnên ku di navbera wan de jî dibe li hev hatinek. Mesela aliyekî biryara komploya navnetewî da, plan kir, rêxistin kir, pêk anî. Ev alî kî bû? Aliyê ku DYA’yê jê re pêşengtî dikir; DYA bi Ingilîstan û Îsraîlê re, bi xwe spartina NATO’ yê ve hemû dewlet û rêxistinên ku di bin bandora wî de, di êrîşa komploya navnetewî ya li hember Rêber Apo de bikar anîn. Bi vî awayî xwestin Rêber Apo tune bikin û xwe bi spartina vê ve jî PKK’ê tasfiye bikin.
Bi rastî jî dema komploya 15’ê Sibata 99’an pêkhat ev cûre hêz yekser derketin holê û dest bi propagandaya; şeş meh temenê PKK’ê maye, wê şeş meh şûnve PKK tevahî ji holê rabibe, kirin. Ango bi êrîşa komploya navnetewî re alîgirê îmha kirina Rêber Apo û tune kirina PKK’ê bûn. Baş e, hêzên dijberê wan hêzên ku li Kurdistan û li ser rûyê cîhanê şerê desthilatdariyê rêve dibin, çi kirin? Wan jî pêşketin bi awayek sînsî şopandin. Li rewşa ku PKK ket navê mêze kirin û xwe li gorî wê welê plan kirin ku bûn xwediyê nêzîk bûyînek bi awayê; bila hêzên ku bloka DYA’ê dixwaze tasfiye û tune bike bila tune bibin, lê yên ku ji vê rizgar bûn, yên nehatin tune kirin jî bila bên bikevin navê planê, xwe teslîm bikin, bila bên asta ku ew ji bo xwe bikar bînin. Mînak plansaziya YNK- Îranê ya di sala 2000’an de wiha bû.
Nirxandinên xwe spartin êrîşên ku Emerîka û dewleta Tirk hetanî dawiya sala 99’an rêvebir û hesibandin ku wê PKK’yiyên ku ji wan êrîşan rizgar bûn nekarin li hember wan îradeyekê nîşan bidin û wê xwe radestî wan bikin û hewldan polîtîkayên ku derdora PKK’ê teslîm digire pêş bixînin, bi çêkirina planên siyasî- leşkerî ve jî xwe arasteyê liv û tevgerek li gorî vê kirin. Ji Gulana 2000’an pêve jî hewldan PKK’ê li Qendîlê bixînin dorpêçê. Hesaba; dema zivistan hat, wê PKK neçar bimîne û wê xwe radestî me bike, kirin.
Şerê ku di dawiya Îlona 2000’an de di navbera PKK û YNK’ê derket, ji sedema vê planê derket holê. PKK’ê xeterî dît, helwesta YNK’ya ku ji vê xeteriyê re bûye amûr fahm kir. Helbet hinek jî hêrs bû, aciz bû. Ji aliyê din ve lingê lewaz ê vê planê jî YNK bû. Ji ber vê yekê bi şerê ku YNK’ê re kir ve, plana mijara gotinê xera kir. Bi rastî ji ber ku bloka dijberê bloka Emerîkayê Îran-YNK’ê jî, hedef dikirin ku tiştên ku bloka Emerîkayê di tune kirin û tasfiye kirina PKK’ê de kirin, temam bikin. Digotin; eger bloka Emerîkayê beşa mezin tasfiye dike yên mayî jî em ê tasfiye bikin, em bikar bînin, bi vî awayî tune kirin û tasfiyeya komployê temam bikin. Ew qas xeter bû.
Bi rastî hîna nêzîk bûyînên dişibin vê didomin. Ji ber wê ez behs dikim. Şer û pevçûnên ku li ser tekoşîna azadiya Kurd û PKK’ê ya navbera blokên cûda yên desthilatdariyê, wiha ne. Hîna rewşên dişibîn vê dem dem tên rojevê. Lê rewşa 2000’an pir zelal û şênber bû. Me ji aliyekê ve jî behsa polîtîkaya sar û germ kir. Bi rastî ev rêbazek zext û mêtîngeriyê ye ku ji aliyê hemû hêzên desthilatdar ve tê pêk anîn. Di hemû mêtîngeran de jî rêbaza ku tê pêk anîn eve. Ev her tim li Kurdistanê tê pêk anîn. Beriya komployê jî dihat pêk anîn. Piştî komployê jî tê bikar anîn. Di rewşa heyî de; ‘polîtîkaya sar û germ’ didomînin. Çawa rêve dibin? Her cûre cûdaxwaziya derfet, piştevanî, teknîk, siyasî didin dewleta Tirk. Ji bo ku hewl bide PKK’ê bixîne nava zehmetiyê, derb bike, tune bike, eynî wekî navbera 93-94’an sor dikin. Ji aliyê din ve jî tiştên ku wê demê dianîn serê Rêber Apo niha jî tînin serê Rêveberiya PKK’ê. Eger PKK’yiyên ku tên derb kirin, tengav dibin, zehmetiyan dikişînin bikevin nava lêgerîna cihên ku xwe bispêrin; destê xwe dirêjî wan dikin û çavdêriya hun dikarin xwe bispêrin me, diafirinin. Dixwazin ji aliyê din ve zext û êrîşên xwe yên tune kirinê bi wan cûre rêbazan ve temam bikin û bi vî awayî jî tune kirin û tasfiyeya PKK’ê pêk bînin. Îro jî bi awayek pir vekirî heman rewş û rêbazên dişibin vê pêk tînin.
Ji bo tasfiye kirina PKK’ê, tifaqa dewleta Tirk û PDK bi piştevaniya pir vekirî ya DYE’ê re hemû hêza xwe seferber dike. Di eslê xwe de hêza ku li paşve beralî dike Emerîkaye. Lê ji aliyekê ve helwestek wekî ku eger daxwazên wan bên erê kirin dikarin pêşiya vê bigirin, wekî ku di vê de berpirsiyariyek wan tuneye tevdigerin.
Rêbazek êrîşa siyasî- leşkerî ya ku em di nava 25 salên derbasbûyî de rû bi rû man, bû ew: Dema tekoşîna me wek siyasî û leşkerî pêşket û pergala dewleta Tirk a qirker-mêtînger xist zehmetiyê, hema yekser hinek aliyan bi gotina; ‘bila agirbest bibe, em ê bibîn navbeynkar, çareseriya siyasî pêş bixînin’ ketin dewreyê xwestin PKK’ê, gerîlayê wê ji asta tekoşîna ku pêşxistin paşda bihêle, ji tekoşînê qut bike. Em di sala 2006’an de bi awayek pir şênber rastî tiştek wiha hatin. Di Sibata 2006’an de bi şermezar kirina civakê ya komploya 15’ê Sibatê ve pêvajoyek pir girîng pêşket. Şehadet û bangawaziya heval Viyan Soran, sekn û berxwedana Rêber Apo jî di vê de pir bandor bû. Çalakiyên ku gerîla ji 1’ê Hezîrana 2004’an şûnve di asta hindik de pêşxist jî bandor çêkir. Civak, bi gotina: “Em êdî naxwazin bi pergala Îmraliyê re jiyan bikin”, daketin kolanan. Komplo şermezar kirin. Li pêy wê pîrozbahiyek pir bihêz a Newrozê çêbû. Gel piştî Newrozê hetanî hefteyekê di kolanên Amedê de ma. Neketin malên xwe. Ciwanan li ser kolanan serweriya xwe çêkiribûn. Ji 4’ê Nîsanê û hetanî meha Gulanê tevgerek mezin a girseyî çêbû. Piştî wê jî çalakiyên gerîla ev rewş dewr girt û hetanî dawiya Gulan, Hezîran, Tîrmehê; çalakiyên leşkerî yên pir bihêz ên dibin darbeyên mirinê, li artêşa dewleta Tirk dixistin. Bi rastî gel û gerîla bi çalakiyên xwe ve dewleta Tirk wek siyasî û leşkerî anîbûn noqteya hilweşandinê. Emerîka di naverastek wiha de yekser ket dewreyê. Di meha Tebaxa sala 2006’an de bi awayek eşkere li ser çapemeniyê bi gotina: “Eger agirbest çêbibe em ê çareseriyek siyasî pêş bixînin”, bang PKK’ê kir. PDK kirin navbeynkar. Heta li Bakur hêzên dişibin DTP xistin dewreyê. PDK bi gotina ez nikarim navbeynkariyê bikim, xwe vekişand. Emerîka hat asta ku ne behsa agirbestê, behsa şer kiriye. Carek din li Tirkiyeyê dengê şer hat bihistin.
Di encamê de ji aliyê Kurd û PKK’ê ve derket holê ku ji bo asta tekoşîna gel a siyasî ya Biharê û tekoşîna gerîla ya havînê ji holê rakin, lîstîkek plankirine. Me ev bi awayek pir zelal dît, jiyan kir. Hîna Rêber Apo vê rewşê dinirxîne, kesên ku soz daye wî rexne dike. Bi gotina pêwîstiyên sozên xwe ne anîn cih, bi awayek mafdar wan tewanbar dike. Di encamê de em bi awayek vekirî bi lîstîkek wiha re rû bi rû man.
Dibêjin ya di Osmaniyan de lîstîk pir in. Eger dewleta Tirk jî dewama Osmaniyan be, di Komara Tirk de jî lîstik pir in. Di AKP’ ya ku bi awayek herî baş Rêveberiya Osmanî û dewleta Tirk gihand hev, bi hêzek ku wan temsîl dike de, lîstik hê zêde ne. Hewce nake ku mirov li vê derê lîstikên AKP’ê rêz jî bike. Me dît ku piştî hilbijartinên xwecihî yên ku di dawiya Adara 2009’an de pêkhat, serî li kîjan cûre lîstîkan da. Gotin: “Em pêşî li vekirina Kurd, pêşî li vekirina demokratîk, pêşî li vekirina yekitiya netewî li dar dixin.” Di eslê xwe de bi wan hemûyan ve hewldan encamên siyasî yên ku Partiya Civaka Demokratîk li Kurdistanê di ast referandumê de bidest xist, tasfiye bikin. 14’ê Nîsana operasyonên qirkirina siyasî dan destpê kirin. Di encamê de karê xwe anîn xala ku Partiya Civaka Demokratîk di 11’ê Kanûna 2009’an de bigirin.
Dîsa li gel ku Rêber Apo hevdîtinên li Îmraliyê dihatin kirin bi cidiyetek mezin rêve dibir, lê em dizanîn ku AKP’ê, kesayeta Erdogan ev wek lîstikekê digirtin dest. Gelek caran hevdîtin çêbûn, ew hatin nîqaş kirin, biryar hat girtin. Vegerandin projeyên nivîskî. Ew wek proje biryar ji rêveberiya PKK’ê re hatin. Rêveberiya PKK’ê nîqaş kir, guhertin çêkir. Îfade kir ku qebûl kiriye. Lê binêrin yek ji wan jî nexistin mêriyetê. Ev di 2011 û 2013’an de jî wiha bûn. Derket holê ku piranî tiştên ku bin vî navê ya, “Pêvajoya Çareseriyê” bi vê armancê kirine. Em bi wan cûre lîstik û nêzîk bûyînên re rû bi rû man.
Em wek dawî di vê mijarê de di çarçoveya siyasî û leşkerî de, behsa êrîşên DAIŞ û êrîşên li ser DAIŞ tên rêvebirin bikin. Êrîşên DAIŞ’ê yên ji Şengalê hetanî Mexmûrê, piştre ji Kobanî û hetanî tevahî Rojavayê Kurdistanê girîng bûn. Ji ber vê yekê tekoşîna li hember DAIŞ’ê jî cihek girîng girt. Ew derdorên ku DAIŞ afirandin, pêşiya wê vekirin jî li hember pêşketina bilez û pêşî negirtina DAIŞ’ê ketin nava tirs û fikaran. Ji ber vê yekê ji bo ku berxwedana Kurd serbikeve, neçar man ku piştevanî bidin. Lazim e koalîsyona ku li ser bingehê berxwedana Kobanî pêkhat wiha bê nirxandin. Vê ji aliyê siyasî û leşkerî ve pir bandor kir. Pêşiya pêşketinên nû jî vekir. Lê vê rewşê çi nîşanî me da? Bi rastî derket holê ku li paş êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanî rêveberiya AKP’ê û kesayeta Erdogan heye. Piştre DAIŞ’î jî neçar man ku vê îtîraf bikin.
Pêvajo çawa pêşket? Dema êrîşên li ser Kobanî, Mexmûr û Şengalê yên ku bi destê DAÎŞ’ê li ser tevahî Kurd û Kurdistanê dihatin rêve birin biserneketin, vê carê jî 24’ê Tîrmeha 2015’an şûnve; AKP û Emerîkayê li hev kirin, piştre bi MHP û PDK’ê re jî tifaq çêkirin û bin navê: “Em li hember DAIŞ’ê tekoşîn birêve dibin” , êrîş û tasfiyeyek nû li hember PKK’ê dan destpê kirin. Ji vê re “Plana Çongdanînê” dibêjin. Ji dîroka 24’ê Tîrmeha 2015’an û hetanî niha wan êrîşên xwe li ser bingehê çêkirina plansaziyên nû yên her salê ve, didomînin.
AKP û MHP di çarçoveya wan êrîşan de li hev kirin. Di eslê xwe de AKP, bû MHP’ e. Ber bi xeta Turanî, nîjadperest, Tirkparêz a MHP’ê ve şemitî. Bi hev re xeta senteza Tirk-Îslam ava kirin. Di heman demê de bi PDK’ê re jî tifaq çêkirin. PDK bi beralî kirina Emerîkayê re xwe temamî radestî vê tifaqa dijberê PKK’ê ya AKP-MHP’ê kir. Bi wî re yekparetî çêkir. Emerîka jî wan araste dike. Ji paş ve piştevanî dide. Binêrin her cûre piştevaniya leşkerî- siyasî dide wan êrîşan. Tu hiquq, rêgezên exlaqî guhdar nake. Her roj li Kurdistanê qetlîam tên çêkirin. Zîndan bûne cihê îşkenceyan. Mirov tên qetil kirin. Her roj zarok û jinên Kurd di bin zext û zilmê de tên qetil kirin. Li Îmraliyê tu hiquq û rêgezên exlaqê tunin. Ev 19 mehin ku ji Rêber Apo agahî nayê girtin. Lê binêrin li dijî vê qet dengê; NY’î, YE’yê û CPT’î ya ku ev pergal ava kirin, dernakeve. Tu kes tiştekê jî nabêje. Wekî ku di pêk anînên ku dewleta Tirk û hikûmeta faşîst a AKP- MHP’ê li ser Kurdan birêve dibe, serbestiyek tam heye. Wekî rewşek wan a dikarin her tiştî bikin, çawa bixwazin dikarin wisa tevbigerin heye.
Dema li cihekî tiştek biçûk jî çêdibe qiyamet radibe.
Herî dawî dema Îranê çend top avêtin axên Başûrê Kurdistanê, Iraqê di serî de Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî di nav de hemû kesî dewleta Îranê şermezar kir. Dewleta Tirk qadên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê, qadek ji sedan kîlometreyan pêktê yên xakên Iraqê dagir kiriye, tu kes nabêje tu çima wiha dikî, her kes veşartî an jî vekirî piştevanî dide. Dagirkerî ji Tirkiyeyê re serbest e. Helbet tenê serbest jî nakin. Her cûre çek, piştevanî jî didin. Herî dawî çekên herî pêşketî, teknîka herî pêşketî dan wî. Di vê astê de piştevanî, yekitî- yekparetiyek heye. Li ser vî bingehî pergala 24 sal beriya niha ji bo tune kirina Rêber Apo û tasfiyeya PKK’ê di êrîşa komploya navnetewî de hat destpê kirin, dixebite. Komploger qasî dikarin tune bikin ji holê radikin, hewl didin tune bikin. Yên wek dijberê wan tên xuya kirin jî bi gotina gelo wê di pêvajoya tune kirin û tasfiyeya PKK’ê de tiştek bikeve behra me jî; destê xwe vekirine, bendê sekinîne. Binêrin heman pergal didome.
Helbet dikare bi şêweyek hê hûrgilî êrîşên plankirî yên li ser qada siyasî û leşkerî bê îfade kirin. Ji ber ku hê zêde berfireh e. Lê di heman demê de yek jî aliyên êrîşa bîrdozî ya heman pêvajoyê heye. Ew jî pir girîng e. Feyde heye ku ew jî bi heman şêweyî bê lêkolîn kirin, nirxandin û encamên pêwîst bên derxistin. Mesela dema PKK di destpêka 2000’an de diçû 7’emîn Kongreya Awarte, çapemeniyê YNK’ê ya ku qaşo herî nêzîkî wî disekinî jî bi şêweyek zêde digot: “Wê PKK di kongreyê de perçe bibe, tasfiye bibe, êdî wê tiştek bi navê PKK’ê nemîne” dinivîsî, propagandaya wê dikir.
Halbukî eger erênî nanivîsînî jî bêdengî diket behra rêxistinek Kurd. Helbet bêdengî têra ne dikir. Lê dîsa hindik jî be; pêwîstî bi gotin û tevgera ku piştevanî dide, hêvî çêdike hebû. Tiştek wiha diket behra rêxistinek Kurd. Lê ew nehat dîtin. Di zanîna wan tiştan de feyde heye. Ji ber ku hemû jî mijara rexneyê ne. Pêwîste bi rexnedayînê ve bê serarast kirin. Ji bo welatparêziya Kurd a rast teqez pêdivî bi serarast kirinek wiha heye. Dîsa me di bingeha Kongreya 7’emîn de ev dît: Pirtûka “Texteya Strançê ya Mezin” a ku hêza stratejiya Emerîkayê vedigot, di destê her kesî/ê de bû û di qada kongreyê de dihat xwendin. Hîna wê demê jî em bi êrîşek wiha re rû bi rû hatin. Rewşek gelek seyr bû. Yanê çawa ew qas pirtûk hatine naverastek wiha, kî anîne? Ew kesên ji Ewropayê hatin hinek ew pirtûk bi xwe re anîbûn. Jixwe piştre tasfiyekar derketin. Hat fahm kirin ku bi rastî ji bo tasfiyeya PKK’ê hatine çiya. Yên welê jî hebûn, lê hemû ji alkyê wan ve ne hatibûn. Demek hinek veşartî dixebitin. Hêza Emerîkayê dihat nîşandan. Jixwe bandora derûnî ya Emerîkayê li ser bingehê komplo li dijî Rêbertî rêvebir hebû. Bi wê pirtûkê ve jî dixwestin wê zîhniyetê temam bikin û PKK’ê bînin xala ku teslîmê Emerîkayê bibe. Emerîkayê hewl dida PKK’ê ji aliyê zîhnî ve feth bike. Jixwe pêvajoya piştî wê tê zanîn. Tasfiyegerî pêşket. Bi temamî tasfiyegeriya Ferhad-Botan, tasfiyegeriya 2002-2004’an xwe spart pêşketinên Başûrê Kurdistan û Iraqê. Xwe spart dagirkerî û serweriya Emerîkayê ya li ser Başûr û Iraqê û hewlda bi xwespartina PDK û YNK’ê ve, vê pêşbixîne. Çawa ku di 82-83’an de hewlda bi xwespartina Elmanya, Swêd û Yektiya Ewropayê ve tasfiyegeriya Semîr pêşxist, vê carê jî hewlda bi dagirkeriya Iraqê ya Emerîkayê ve tasfiyegeriya Ferhad-Botan pêşbixîne, PKK’ê ji xeta Apogerî ber bi xeta Emerîkayê ve bikişîne. Ew êrîşek xeta bîrdozî-rêxistinî ya pir alî û giranbû. Êrîşên ku hundir bûn ku pêş diketin. Em di vê pêvajoyê de rastî her cûre êrîşên madiyetparêz hatin. Bi rastî jî wek tevger, wek kadroyên wê, wek jin û zilamên ku di tekoşîna azadiyê nava PKK’ê de rêve dibin, rastî her cûre êrîşa madiyatparêz hatin. Ajo, nefs, çav birçîtiya mirovan, her tiştî wî vegerandin amûrê tekoşînê. Wek amûrek tekoşîna bîrdozî hat bikar anîn. Ew qadên jiyana madî yên wekî tevgerandina ferdperest, ji dîsîplînê qut bûn, keyfiyet, jiyana xweşik, xwarina xweşik, libasê xweşik, tatmîna ajoyên basît li hember PKK’ê wek rêbazên tekoşîna bîrdozî dihatin bikar anîn. Bi şêweyên cûr be cûr propagandaya wan hat kirin, hat nivîsandin û hat xêz kirin. Ji PKK’ê re derfetên wiha pêşkêş kirin. Di qadên cûda de destwerdanên bi vî awayî li ser naverastên PKK’ê kirin.
Bi rastî jî em rastî her cûre êrîşa li ser zîhniyeta me, feraset û baweriya me û li ser tarzê me yê jiyanê hatin. Bi her cûre êrîşa ku guhertina tarzê jiyanê yê PKK’ê hedef dike re rû bi rû hatin. Bi rastî jî di vê mijarê de lîberalîzma burjuva pir bi bandor û afirîner tevgeriya. Divê mirov mafê wan nexwe. Rêbazên hostayî yên welê pêşxistin ku hewldanên welê bi bandor kirin ku eger gotin cih dabe; xebitin ku mirovan bandor bikin, bixapînin, ji rastiya wî dûr xistinê ve bi xeta bîrdozî- rêxistinî ve bînîn beramberî hev. Hinek tişt eşkere, hinek tişt jî veşartî kirin. Çawa ku ji hinek mirovan re digot; rewşa we neyîniye, ferdperestiya lîberal, madiyatperestî hê baştir e, caran jî xwe wekî ku bi rastî jî pesnê jiyana PKK’ê dide, wekî piştevanî dide wê jiyanê nîşan dida, lê di cewher de jî hewl dida mirovan ji PKK’ê qut bike, bîne asta ku ji xeta bîrdozî- rêxistinî derbikeve. Em pir zêde bi wan re rû bi rû hatin. Dema ku Rêber Apo biryara tekoşîna Îmraliyê da, em pir zêde rastî êrîşan hatin. Pir tişt têkildarî ku wê ev tekoşîn biser nekeve, hat gotin. Bi rastî jî ji rêveberiya me ya ku biryar da ku Rêber Apo bişopîne, her cûre tahdayî hat kirin. Gelek mirov bi gotina; ‘hîna çi dixwazin, çi digerin, dema Apo xelas bûye. Divê hinek jî me guhdar bikin. Êdî wê gotina me derbas bibe”, derketin holê. Hewldan saziyan, derfetên şoreşgerî bidest bixin, wan xesp bikin. Dîsa hewldan xwe li ser derfetên ku PKK’ê afirandin rêxistin bikin û bidin jiyan kirin.
Niha jî ji vî aliyê ve du cûre êrîş hene. Cûreyek eşkere dikin. Bi awayek vekirî bîrdozî, zîhniyet, şêwazê jiyana PKK’ê rexne dike. Xeta şaristaniya demokratîk, paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo rexne dike. Datîne holê ku şaş e. Pesnê dewletparêziya netewe dide. Pesnê ferdperestî, madiyatperestî dide. Hewl didin azweriya jiyana madî, şehwet û dildariya mirovan pêş bixin.
Cûreyek êrîşê jî li ser bingehê veşartî tê rêve birin. Di eslê xwe de hê zêde li hundir tê kirin an jî li ser amûr, derfetên teknîkî ve tê pêşxistin. Bi awayê vekirî xeta Rêbertî, rastiya PKK’ê nayê rexne kirin, nayê hedef kirin, lê ne diyarker, veşartî tê berevajî kirin. Nayê pêk anîn, tê guhertin, tê gotin ku cihê fersend bibîne dibêje ne rast e, eşkere red nake lê di pratîka rêxistin û çalakiyê de jî pêwîstiyên wê bicih nayne, bi rastî hewl dide bi awayek veşartî revîze bike, biguherîne, berevajî bike. Opurtunîstî tê afirandin. Di gotinê de wek her tişt bêhempaye, li gorî xetê ye lê di pratîkê de jî pêwîstiyên wê nayên bicih anîn. Tê revîze kirin, guhertin. Ev di pratîkê de rê ji opurtunîzmê vedike.
Helbet mirov dikare wan wek taybetmendiyên çînî binirxîne. Encamên ferdperesti, madiyatperestiya burjuwayê biçûk e. Dîsa encamên zîhniyet û nêzîkbûyîna siyasî ya zilamê desthilatdar e. Yanê dibe êrîşên siyaset û zîhniyeta zilamê desthilatdar, bîrdoziya burjuwayê biçûk a şêweyê êrîşa çîn û zayend, rewşa êrîşek bîrdozî. Divê em vê wiha bizanîn.
Hewl didin zîhniyet, serwerî, dîsa ferasetên burjuwayê biçûk, rêgez, pîvanên zllamê serdest di nava tevgerê de zîndî bigirin, kadroyan jî ber bi xeta zilanê desthilatdar, ferasetên burjuwayê biçûk ve kaş bikin. Ew di qadên pratîk de pir zêde tên jiyan kirin. Erê, kesayet ji wan re dibin zemîn, di şexsê kesan de derdikeve holê. Lê divê em bizanîn ku li paş vê êrîşek pir biplan kirî, bihişmendî, rêxistinî heye. Pergala modernîteya kapîtalîst êrîş dike. Pergala mêtînger- qirker êrîş dike. Ew di roja me de wek perçeyek êrîşa ku ev 24 salin li ser bingehê komploya navnetewî tê rêvebirin, derdikeve holê û tê jiyan kirin.
We wek Tevgera Azadiya Kurd li dijî wan êrîşan bi kîjan stratejî û taktîkê ve tekoşîn rêvebir? Pêşketinên ku vê tekoşînê derxistin holê çi bûn? Di pêvajoya tekoşîna 25 salan de, xeta tekoşîna ku Rêber Apo di nava pergala qirker de pêşxist, di kîjan astê de PKK, gel û civakên cîhanê bandor kir? Wek bîrdozî, siyasî û leşkerî pêşketinek çawa afirand?
Me jî wek tevger û Rêbertî bi nêzîk bûyînên stratejîk- taktîk, siyasî, bîrdozî, hinek rêgezên bingehîn ve bersiv da êrîşên bîrdozî, siyasî û leşkerî yên pergala modernîteya kapîtalîst li ser bingehê komploya navnetewî li hember tevgera me ya azadiyê meşand. Ev 24 sal ji tekoşînek herî mezin, herî biwate, herî kûr, her alî re bû sehne. Ev rastiyeke ku tê zanîn. Pêwîst nîne ku mirov vê pir îfade bike. Bêguman Di nava pêk anîna 24 salan a tekoşînek ew qas pir alî de bêguman pir zêde kîte hene. Ev hemû hûrgilî jî girîng in. Pêwîstî bilêkolîn, lêgerîn, dîtinê heye. Yên ku dixwazin xwe perwerde bikin, xeta Apoyî rast fahm bikin, dersên pêwîst ji tekoşîna azadiya Kurdistanê derxin; divê wan hûrgiliyan lêkolîn bikin, lêbigerin. Divê teqez bizanin ku wê xwe çawa bigihînin wan dersên dewlemend. Encax bi vî şêweyî dikarin xeta Apoyî û dersên tekoşîna azadiya Kurdistanê fêr bibin. Dikarin xwe li ser bingehê vê xetê perwerde bikin.
Helbet em nikarin li vê derê li ser ew qas hûrgiliyan bisekinîn. Lê dixwazin li ser xetên giştî çend sernavan bînîn ziman. Ji wan a yekemîn têgehên guhertin û veguhertinê ne. Diyalektîka ku ew têgeh di nava xwe de dihewînin. Me wek tevger û Rêbertî herî zêde bi pêşxistina diyalektîka guhertin û veguhertinê ya di şexsê kesayet, rêxistin, tekoşîn bersiv de êrîşên 24 salan a komploya navnetewî. Dema ku Rêber Apo bi parêzeran re hevdîtina destpêkê çêdike, dema dest bi amadekariya parastina bi sernavê “Di Pirsgirêka Kurd de Danezana Çareseriya Demokratîk” a ji 25 rûpelan pêk dihat û pêşkeşî dadgeha Îmraliyê dike; li ser parêzeran peyamek wiha dişîne: “Em ê xwe biguherîn û veguherîn.” Hem jî ji serî û hetanî tiliya pê xwe biguherînin. Em ê her tiştê xwe bixînin li ber lêpirsînê. Em ê xwe li ser bingehê guhertin û veguhertinê xwe nû bikin û ji nûve ava bikin. Ez pêvajoyê wiha digirim dest. Li ser vî bingehî paşeroja xwe dixînim li ber lêpirsînê. Ez xwe li ser nû kirina vî bingehî diguherînim, vediguherînim. Bila hemû heval jî wiha nêzîkî pêvajoyê bibin. Bila tişta ku min kirî bişopînin. Bila hewl bidin wekî ku min kirî, bikin” û dibêje: “Bila pêvajoyê, wek pêvajoya pir alî, kûr û guhertin û veguhertin binirxînin. Ev pir girînge. Bi rastî jî ji aliyê pêvajoyê ve peyamek welê ye ku xeta serkeftinê derdixîne holê.
Rêveberiya me ev nîqaş kir. Ji hemû kadroyan re ev nêzîk bûyîn hat veguhestin. Heta veguhestin gel. Bû mijara nîqaşên zêde. 7’emîn Kongreya Awarte jî di nav de di hemû civînên partiyê de, di konferansan de, di kongreyan de, di civînên rêveberiyê de li ser diyalektka guhertin û veguhertinê nîqaş çêbûn. Bi şêweyê ku ji pirsên; em ê çi biguherînin, em ê çawa biguherîn, divê veguhertin çawa bibe, rastiya komploya navnetewî çi derxist holê, divê em kîjan dersan jê derxînin re bersiv bibînin.
Eger li arşîvên salên destpêkê yên piştî komployê bên mêze kirin, nivîs, nirxandin, nîqaş, girtekên civînan li ber çavan bê derbas kirin wê bê dîtin ku têgeha ku wê demê herî zêde di PKK’ê de dihat bikar anîn têgeha guhertin û veguhertinê bû. Mijara ku herî zêde ji nîqaşan re dibû mal, guhertin û veguhertin bû. Her tişt li ser bingehê diyalektîka guhertin û veguhertinê hat dest girtin. Lê rast û têrker nehat fahm kirin, xwe negihand pêşketina ku dihat xwestin. Heta hinek caran guhertin û veguhertin wiha ji ber kirî tê gotin, naveroka wê ket rewşek ku neyê fahm kirin.
Em nikarîn bêjin ku her tişt bihêz, rast, bêhempa pêşket. Di pratîkê de hatin û çûyîn heye. Lê tu kesî/ê guhertin û veguhertin înkar nekir. Tu kesî/ê red nekir, înkar nekir. Nebû dijberê guhertin û veguhertinê. Nekarî bi awayek rast û têrker fahm bike, nekarî guhertin û veguhertinek têrker di şêwazê tekoşîn û rêxistinê de di şexsê xwe de biafirîne. Ev mijarek cûda ye. Lê wek têgeha guhertin û veguhertinê tu kesî ji aliyê pêvajoyê ve red nekir. Herî kêm ji bo destpêkê ev hê zêde sereke bû. Piştre tasfiyegeriya 2002-2004 xwest hinek cewherê wê, naveroka wê biguherîne û henekê xwe pê bike. Xwest ji aliyekê ve guhertin û veguhertinê lewaz bike. Lê bandor kirina Rêbertî û yek jî zehmetiya pêvajoyê ew qas bihêz bû ku tasfiyegeriyê jî nekarî xwe bîne xala ku guhertin û veguhertinê înkar bike. Çi kir? Hewlda naveroka wê, cewherê wê vala bike, berevajî bike. Dema ku dît nikare guhertin û veguhertinê red bike, înkar bike, ji ber vê yekê eger li dijî guhertin û veguhertinê jî derbikeve; wê nekare xwe bide jiyan kirin û hewlda aliyê guhertin û veguhertinê berevajî bike.
Dema ku Rêber Apo xwest guhertin û veguhertinê li ser bingehê şoreşger, azadixwaz, li ser bingehê demokratîk bûyînê, li ser bingehê çareseriya vê çarçoveya pirsgirika Kurd, hê zêde li ser Apocîtiyê, mîlîtantiyê, partîtiyê, gerîlatiyê, netewtiya demokratîk pênase bike, pêş bixîne; tasfiyegeran jî hewldan guhertin û veguhertin hê zêde wek desthilatdar bûyîn dewlet bûyîn, PDK bûyîn, burokratîk bûyîn û entegre bûyînê pênase kirin. Bi vî awayî hewldan naveroka wê xerab bikin, wateya wê biguherînin, ji armanca wî dûr bixînin. Lê dîsa jî neçar man ku xwedî li têgehên guhertin û veguhertinê bên. Hewldan bi xwedî derketina wan ve vê bikin. Îdîa kirin ku guhertin û veguhertina ku Rêber Apo pêşbinî dike, wekî ku ew dibêjin e. Bitaybet jî hewldan ji pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê sûd werbigirin, ji ber vê yekê ji lewaz bûna têkilî û ragihandina Rêber Apo ya ji derve re jî sûd wergirtin, dîsa hinek nirxandinên Rêbertî yên ku bi awayek têrker nehatin îzah kirin berevajî bikin û ji bo armanca guhertin û veguhertinê berevajî bikin hewldanên wan çêbûn.
Helbet ev beralî kirinek pir lewaz bû. Berevajî dikir, derew dikirin. Di eslê xwe de baş dizanîn ku wê kadro vêya erê nekin. Lê dîsa jî wek careyek dawî ji vî aliyê ve hewldan.
Dema ku rewş ji Rêber Apo re hat gotin û Rêber Apo jî li ser bingehê darizandina DMME’ê fikrên xwe yên têkildarî guhertina rêxistinî ya li ser vê bingehê di demek kurt de derfetê îzah kirina berfireh û gihandina tevgerê dît; maske ketin û şilf û tazî li holê man. Hemû berevajî kirin û derewên tasfiyegeran derket holê. Ji ber vê yekê êdî fikrên Rêbertî hatin wê asta ku neyên berevajî kirin, neyê şirove kirin. Hemû rêxistin û her kes gihişt xala ku rastiyan bibînin û fahm bikin. Bi vî awayî çawa ku derewên tu kesî nixûmandî neman a tasfiyekaran jî bi hatina pirtûka Parastina Gelekî ve temirî. Her tişt bi parêznameya ku hat re ronî bû. Hemû mumên wan tefiyan, gulopên wan teqiyan. Tasfiyegerî di nava derewên xwe de tasfiye bû. Bi vî awayî guhertin û veguhertin di xeta Rêbertî de hê zêde pêşketin û kûrbûyîn jiyan kir. Ev li ser bingehê paradigmaya demokratîk, ekolojîk, azadixwaziya jin a ku pirtûka “Parastina Gelekî” danî holê, dîsa li ser bingehê xeta ku parêznamyên pênç bergeh a bi navê “Manîfestoya Civaka Demokratîk” danî holî û xeta modernîteya demokratîk îfade dike, pêkhat.
Bi giştî li ser esasê xeta Rêbertiyê meş, guhertin û veguhertinek pêk hat. Lê belê divê em li vir diyar bikin ku ji du aliyan ve guherîn û veguhertin kêm û qels in. Ya yekem, tevî ku li ser esasê ronîkirina Rêber Apo hemû maskeyên tasfiyekaran ketin û revîn û tasfiye bûn jî, serdema 2002-2004’an hewldanên wan ên ji bo berevajîkirina cewhera guhertin û veguhertinê ya di nava rêxistinê de belav bikin, weke feraset û têgîn di kesan û nava rêxistinê de heta astekê bandora xwe berdewam kir.
Di destpêkê de pir bi bandor bû. Bi taybet heta pêvajoya ku Manîfestoya Civaka Demokratîk gihîşte destê tevgerê. Li wir heta ku nirxandina rexneya lîberalîzmê ya ku Rêber Apo pêşxistî gihîşte kadroyan, têgîn û feraseta tasfiyeker heta radeyekê dewam dikir. Bi Manîfestoya Civaka Demokratîk ev bandor kêm bû. Dûrketina ji Feraset û wêjeya tasfiyeger zêdetir pêşket. Mirov nikare bêje ku bi tevahî nema. Bandorên wê hê jî di astekê de heye. Ji ber ku weke tevgereke li dijî tasfiyeyê, me nekarî têkoşîneke pir bi plan, rêxistinkirî û yekgirtî birêve bibin. Rêber Apo birêve bir. Parêzname nivîsand, lê me nekarî pirtûk, belavok, raporên ku tasfiyeyê dinirxînin û şermezar dikin, li ser vê bingehê perwerdekirina kadro û partiyê li dijî bandorên tasfiyegeran amade bikin. Di perwerdeyê de, di jiyanê de, di pratîkê de ev yek çêbû. Ne ku qet çênebû. Lê perçe perçe çêbû, ne yekpare û kûr bû. Ji ber vê yekê, bandorên tasfiyegeriyê demeke dirêj berdewam kir. Weke bermahiyekê jiya ku li ser vê bingehê di asta feraset û pêkanînê de bandorekî ku tevgerê têk bide nîşan da.
Ya duduyan, di têgihiştin, famkirin, cewherîkirin û pejirandinê de kêmasî hebûn. Bandora modernîteya kapîtalîst zêde heye. Bandorên civakê li ser kesayetê gelek in. Her wiha bandor û teşegirtinên ku têkoşîna berê afirandî jî hene. Di heman demê de ji ber teknîka ragihandinê, çawa ku 24 saetan li ser tevahiya civakê tê kirin, li ser pêkhateya partiyê û kadroyan jî bomberdûmaneke lîberal heye. Ev yek pir bi dijwar û bi berfirehî bi rêya çapemeniyê tê kirin. Di çarçoveyeke wisa de tê kirin ku tu kes li dinyayê nikaribin derkevin derveyî wê. Yê ku dixin zindanan û ji her tiştî tê îzolekirin û heta yê li serê çiyê şivantî dike jî dikeve bin bandora vê yekê.
Ev di rastiyê de têkoşîna li dijî cewherîkirin û qebûlkirina guhertin û veguhertina ku Rêber Apo jiyaye û pêşxistiye ye. Di astekê de bandorê li mirovan dike. Bi taybetî jî ger mirov di derdorên pir dijwar ên lîberal de ji jiyana rêxistinkirî û têkoşînê dûr be, kadroyên di van derdoran de zêdetir ji êrîşên zirav ên lîberalîzma kapîtalîst bandor dibin. Bê guman, lîberalîzm ne êrîşek eşkere ye. Ew êrîşek pir bi dizî û ji binî ve ye. Bi eşkere tiştekî înkar nake. Êrîşeke ku weke tu bêjî qebûl dike lê di cewhera xwe de berevajîkirinê îfade dike. Ev jî hişyarî û asta zanabûnê hewce dike. Pêdiviya wê bi mêyzandineke rexneyî heye. Ger di van mijaran de qelsî hebe, wê demê wê dîtin, têgihiştin û têkoşîna li dijî bandorên lîberal jî qels bimîne. Guhertin û veguhertina ku Rêber Apo pêk anî, lê ji ber ku di mijara partîbûn û gerîlabûn a serdema nû û neteweya demokratîk de pirsgirêkên me hene, di pratîkê de jî xeletî û kêmasî derdikevin holê. Ev dibin mijara nîqaş û rexneyan. Em dikarin vê yekê wekî rehenda yekem diyar bikin.
Ya duyemîn guhertina paradîgmayê bû. Guhertin û veguhertin weke têgîn pêşket. Di gelek awayan de bandorek çêkir, tevahiya pratîkê girte nava xwe. Lê di sala 2003’an de ev yek weke guhertineke paradîgmayê di asta Rêbertiyê de şênber bû. PKK êdî ji partiyeke bi navendiya dewletparêz û desthilatiyê derket. Li ser bingeha paradîgmaya demokratîk-ekolojîk- azadîxwaziya jin bûye partiyeke civakî ya demokratîk. Ji îdeolojiya netewe-dewletê qut bû. Li dijî netew-dewletê neteweya demokratîk pêş xist. Netewa demokratîk weke neteweyek ziman-ol-ax-aborî pênase nekir. Weke neteweya yekîtiya hişmendî û çandî pênase kir. Ji ber vê yekê pêşbînî kir ku civakek ji hemû zayend, netewe û baweriyan pêk tê û dikare xwe bi awayekî azad birêxistin bike, li ser bingeha xweseriya demokratîk di nava yekîtiya neteweya demokratîk de bi awayê xwişk û biratî bijî. Ev guhertineke pir girîng bû.
Dîsa Konfederalîzma Demokratîk danî şûna dewletê. Li şûna avahiyeke ku her cure zext û mêtingeriya dewletê qebûl dike û serdestiya beşeke diyar a civakê îfade dike, weke sîstemeke ku civak tê de xwe bi rêve dibe, rêveber bi hilbijartinê tên, hilbijêr dikarin dema bixwazin wan rêveberan ji erkê bigirin, rêveberiya demokratîk jî weke sîstemekê ku erka civakî pêk tîne pênase kir. Weke sîstemeke siyasî ya xwe dispêre civaka rêxistinkirî, komuna demokratîk û kesayeta azad pênase kir. Lewma feraseteke nû, bernameyeke nû, stratejî û taktîkên nû, pênaseyeke nû ya şoreşê pêş xist. Konfederalîzma Demokratîk di asta Xweseriya Demokratîk de girte dest. Di herî jor de yekîtiya konfederalîzma demokratîk heye. Ev yek weke yekîtiya yekîneyên ku di hemû astan de bi awayekî azad xwe birêxistin kirine pênase kir. Ji ber vê yekê xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk, rastiya neteweya demokratîk weke modela bingehîn a çareseriya pirsgirêka netewî ya Kurd pêşkêş kir. Her wiha pêşbînî kir ku hemû pirsgirêkên civakî bi xet û projeyek bi heman rengî dikarin bên çareserkirin.
Li şûna artêşa rêkûpêk a ku dewletê ava dike, xweparastina civakê pênase kir û danî şûna wê. Bi qedandina sîstemekê ku amûrên parastinê di destê hin beşan de ye û weke amûreke zext û mêtingeriyê li ser civakê tê bikaranîn; civakekî ku bi hişmendî, perwerde û rêxistinbûna xwe xwe diparêze û ji ber vê yekê sîstema ku tê de amûrên parastinê ji bo parastina giştî ya civakê tê bikaranîn û di nava civakê de weke amûreke xwe cuda dîtinê, zext û mêtingeriyê nayê bikaranîn, pêşbînî kir.
Helbet ev yek spartiye azadiya jinê. Azadiya jinê weke bingeh û hîmê hemû azadiyên civakî nirxand. Dîsa li hemberî xwezayê hişmendiya ekolojîk û nêzîkatiya ekolojîk esas girt. Li hemberî nêzîkatiyên hilweşîner, wêranker û kavilker ên her cure nêzîkatiyên endûstriyalîzmê, sîstemeke ku pêşbîniya aheng û yekparçebûna xweza û civakê dike, pênase kir. Bi kurtasî, PKK’ê guhertin û veguhertineke radîkal jiyan kir. Rastiya Rêbertiyê di pêvajoya 2002-2004’an de ev guhertin jiyan kir. Ev guhertin û veguhertin li tevahiya partiyê belav bû, li gel pirtûka Parastina Gelekî, bi Manîfestoya Civaka Demokratîk pêş ket. Ji îdeolojiya netewe-dewletê qut bû. Ji paradîgmaya desthilatdarî û dewletê qut bû. Veguherî partiyeke nû ku paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê û civaka demokratîk, xweparastin û siyaseta demokratîk esas digire.
Lewma feraseta şoreşê, nêzîkatiyên stratejîk û taktîkî li gorî wê guherî. Zîhniyeta dewletparêz a ku şoreş weke hilweşandina dewletekê û avakirina dewleteke nû li şûna wê pênase dikir, red kir. Ji wê yekê qut bû. Berovajiyê wê, pêşketinekî ku dewletê biçûk û teng dike, ferdê azad û komuna demokratîk a li ser xeta netewa demokratîk bi rêxistin dike û pêş dixe û li ser xeta neteweya demokratîk civaka demokratîk û jiyana azad bi rêxistin dike û pêş dixe, bi vî awayî li hemberî dewletê civakeke demokratîk ava dike û diparêze û pêşketinekî ku bi mezinkirina wê dewletê biçûk dike, weke pêşketineke şoreşgerî nirxand. Ev yek weke dewlet + demokrasî pênase kir û destnîşan kir ku ev yek wê demeke dirêj bidome û erka şoreşgeran ne ew e ku her tiştî dewqî têkoşîna ji bo rûxandina dewletê bike ye, belku divê li ser bingehê têgihîştin û şêwazê têkoşînê ya ku bi perwerdekirin û birêxistinkirina civaka demokratîk, dewletê biçûk û teng bike û civaka demokratîk jî timî mezin bike be. Ev jî guhertineke girîng bû.
Vê yekê nêzîkatiyên me yên têkoşîna bîrdozî-siyasî-leşkerî bi tevahî guhert. Têgihîştin, nêzîkatiyên me û her wiha şêwaz û plansaziyên me yên di pêvajoya beriya komployê de hatin guhertin. Me bi rêbazên beriya komployê li dijî komployê şer nekir. Me bi rêbaz, şêwaz, uslûb û tempoya nû ya ku ji aliyê veguhertina paradîgmayê ve hatî afirandin, têkoşîn kir. Li ser vî esasî di hemû awayê têkoşînê de, di rêbazên me de guhertinek çêbû. Di rêxistina me de guhertin çêbûn. Vana ji holê rakirina faktorên ku bûne sedema komployê, derbaskirina wê û her wiha bin xistina komployê di nava xwe de hewand.
Weke xelekeke din a sêyemîn jî em dikarin stratejiya têkoşînê diyar bikin. Ya rastî PKK îro di Serdema Stratejîk a Çaremîn de ye. Serdema Stratejîk a Yekemîn, serdema partîbûnê ya salên 1970’yî bû. PKK bi stratejiyeke têkoşînê ya li ser bingeha şîdeta şoreşgerî ya li dijî kes û saziyên hatinî sîxurkirin hat avakirin. Serdema Stratejîk a Duyemîn, li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê stratejiya şerê gel ê demdirêj bû. PKK’ê heta destpêka sala 1990’î li ser esasê pêngava 15’ê Tebaxê bi stratejiyeke bi vî rengî têdikoşiya. Şerê gerîla pêş xist. Hem bi nirxandina geşedanên di destpêka salên 90’î yên li cîhanê û Rojhilata Navîn de, hem jî bi dîtina encamên li Kurdistan û Tirkiyeyê xwest di Adara 1993’an de bi ragihandina agirbestê guhertineke stratejîk pêk bîne. Dixwest stratejiya şerê gel veguherîne Stratejiya Têkoşîna Siyasî ya Demokratîk. Lê dijmin û pergalê destûr nedan. Bi êrîşeke topyekûn a faşîst-qetlîamger dixwest PKK’ê tine bike û tasfiye bike. Li hemberî vê jî PKK’ê heta sala 98’an berxwedaneke mezin birêve bir. Rêber Apo bi agirbesta 1’ê Îlona 98’an re xwest pêvajoya ku di Adara 93’an de hatibû destpêkirin, lê nekarî pêk were, pêş bixe. Sîstema mêtinger-qirker komploya navneteweyî jî li ser wê ferz kir.
Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî weke têkoşîna li dijî îdamê ya li Îmraliyê asteke diyar derxist holê. Lewre, di Çileya 2000 de encamek derket holê. Sîstema TC’yê îlan kir ku înfaza cezayê darvekirinê ya li Îmraliyê hatiye dayîn daye rawestandin. Li aliyê din PKK’ê bi Kongreya 7’an re ragihand ku bi rawestandina Stratejiya Şerê Gel re guhertineke stratejîk pêk aniye û li dijî komploya navneteweyî wê bi stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk tevbigerin. Li gorî vê yekê, karê xwe bi xwe plan kir. Xwe bi rêxistin kir.
Dixwest li ser esasê siyaseta demokratîk pêşî li komployê bigire. Bi guhertina paradîgmayê ev pêvajo hîn xurtir bû. Rêber Apo û PKK’ê xwestin pergala KCK’ê ya ku weke Konfederalîzma Demokratîk pênase kir, li ser esasê stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk, bêyî ku tevlî regeşiyên siyasî bibin, bi siyaseta demokratîk têbikoşin û wiha bixin pratîkê. Teoriya vê pêş xist, li gorî wê plan çêkir, biryar girt, rêxistin pêşxist. Li ser vî esasî di serî de girîngî da têkoşîna siyasî. Her çiqasê di 1’ê Hezîrana 2004’an de bi qismî bikaranîna çekan hatibe rojevê jî, ji sala 2000’an heta 2010’an serdema têkoşîna siyasî ya demokratîk bû.
Ger di pergala mêtinger-qirker de zîhniyet û polîtîka bihata guhertin, ger têkoşîn li şûna leşkerî li ser asta siyasî bihata avakirin, wê Rêber Apo û PKK’ê stratejiya xwe ya têkoşîna siyasî ya demokratîk bidomanda û hewl bidana çareseriya KCK’ê bi têkoşîna siyasî ya demokratîk pêk bînin.
Lê belê rêveberiya AKP’ê bi taybetî di salên 2007-2008-2009’an de bi DYE’yê re ev pêvajo berovajî kir. Li pêşiya têkoşîna siyasî ya demokratîk astengî derxist. Hewl da siyaseta demokratîk tasfiye bike. Hêzên siyasî yên demokratîk girtin. Êşkence kirin. Siyaseta demokratîk anîn rewşekê ku nexebite. Amûrên siyasî yên demokratîk; partî û komele girtin. Lê encamên hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adara 2009’an, ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li ser esasê rêveberiyên herêmî yên demokratîk, rastî firsendeke baş hat. Li hemberî vê yekê AKP’ê bi operasyonên qirkirina siyasî yên 14’ê Nîsana 2009’an bersiv da. Şaredar û serokên partiyan yên hatin hilbijartin girtin. Zexta li ser Rêber Apo pêş xist. Ev pêvajo heta bi darbeya 17’ê Mijdarê û girtina Partiya Civaka Demokratîk a 11’ê Kanûnê birin. Bi vî awayî tu derfet û firsend nehişt ku li ser esasê siyaseta demokratîk têkoşîneke siyasî bê meşandin û pirsgirêk bên çareserkirin. Li ser vê yekê Rêber Apo di 31’ê Gulana 2010’an de vekişîna xwe ragihand. Diyar kir, “Li ser esasê siyaseta demokratîk firsenda siyasetkirinê, rêvebirina têkoşîneke siyasî û çareserkirina pirsgirêkan nemaye. Lewma stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk bi dawî bûye.”
Ji 1’ê Hezîrana 2010’an ve PKK’ê stratejiya xwe guhert. Dewreya stratejîk a sêyemîn bi dawî kir û heyama stratejîk a çaremîn destpê kir. Ev Serdema Şerê Gel ê Şoreşgerî bû. Da zanîn ku şerê gel ê di salên 80’î de hate meşandin li ser esasê paradîgmayeke nû hate nûkirin û di xeta nû ya stratejîk de hate meşandin. Lewre têkoşînek li ser bingehê stratejiyeke bi vî rengî heta roja îro tê rêvebirin.
Niha di têkoşîna li dijî komployê de veguhertineke wisa stratejîk pêk hatiye. Di sala 2000’an de stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk esas hat girtin û qonaxa sêyemîn a stratejîk destpê kir. Di sala 2010’an de qonaxa sêyemîn a stratejîk bi dawî bû û qonaxa çaremîn a stratejîk hat destpêkirin, Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî esas hat girtin û li ser vê bingehê hewl hat dayîn şêwaz û taktîkên têkoşînê bên pêşxistin.
Me di stratejî û taktîkên têkoşîna li dijî komploya navneteweyî de jî guhertinek bi vî rengî pêk anî. Me ev guhertin di asta Rêbertiyê de jiyan kir. Me ev guhertin, kêmekî li ser asta partî û gel de pêk anî. Em hê jî li ser vî esasî têdikoşin. Ev guhertina stratejîk û nûkirina taktîkî û şêwazê ku pêwîstî pê hebû, heta çi radeyê pêk hatiye û bi ser ketiye? Bi rastî jî di vî warî de kêmasî û xeletiyên cidî hene. Di rastiyê de rewşek wisa ku em nikarin têkevin stratejiya şerê gel ê şoreşgerî derket. Rewşekî mîna hinekî qebûlnekirinê çêbû. Fêrbûnên ku bi stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk hatibûn afirandin, nekarîn bên derbaskirin. Veguherî têgihiştinekê û guhertina stratejîk bi têra xwe nedihate pêşbînîkirin ku bikaribe li ser bingehê wê pêk bê. Jixwe zehmetî û pirsgirêkên îro ji vê yekê çavkaniya xwe digirin. Kêmasî ji ber wê derdikevin holê.
Bêyî van kêmasiyan, faşîzma AKP-MHP’ê çiqasî êrîşkar be jî, helbet ne mimkûn bû ku xwe li ser piyan bigire û desthilatdariya xwe bidomîne. Heya niha ew ê ji mêj ve hilweşiyaba û bi rexekê ve bihatiba avêtin. Potansiyela têkoşînkirina li dijî faşîzm û qirkirina li Kurdistan û Tirkiyeyê evqas xurt bû. Her wiha hebûna faşîzma AKP-MHP’ê ya heta roja îro ji ber wê yekê ye ku PKK û rêxistinên din ên şoreşger ji hêza xwe wêdetir bi feraseteke stratejîk a rast û nêzîkatiyeke dewlemend a taktîkî nekarî têbikoşe. Xwe dispêre wê yekê.
Ji vî alî ve xeta Rêber Apo di asteke bisînor de ketiye pratîkê. Di PKK’ê, gelê Kurd, jin, ciwan, li Kurdistanê de hê jî bi sînor e. Em nikarin bibêjin ku guhertin-veguhertin, guhertina paradîgmayê, guhertina stratejîk, ferasetên stratejîk û taktîkî yên ku Rêber Apo pêş xist rast û têr hatin fêmkirin û bi serketî xistin pratîkê. Ev di asteke sînordar de pêk tê. Pêkanîneke pratîkî heye ku gelek xeletiyên xwe hene. Di asteke paş de tê şopandin. Weke ku Biryargeha Navendî gelek caran îfade dike, di pratîkê de feraseteke muhafezekar, di asta paş de digire dest û lewaz tê rêvebirin heye. Pir parçebûn heye, ji ber vê yekê şênberbûna van di nava PKK’ê û gelê Kurd de nû pêş dikeve. Di rewşa xwe ya destpêkê de ye. Asteke sînordar girtiye. Hemû pêşketin di esasê de li ser vê guherîn û veguhertinê pêk tên. Divê em vê yekê îfade bikin. Wê çaxê ger heta niha guhertin û veguhertin, guhertina paradîgmayê, guhertina stratejîk rast û têrker bihata fêhmkirin, plansazkirin û di pratîkê de heta niha bihata kirin, ev geşedan bi hêsanî dikaribû deh qatan ji guherîna heyî zêdetir bûya.
Di veguhestina vê rewşê ya ji derveyî PKK û Kurdistanê de jî meyleke nû heye. Fikrên Rêbertiyê bi qismî li ser asta herêmî û cîhanî belav dibin. Xebatên navneteweyî hene. Bi taybetî jî bi Şoreşa Rojava re jin û ciwan bêhtir naskirina wan bi fikra Rêbertiyê çêbû. Şoreşa Azadiya Jinê, dîsa projeya neteweya demokratîk, projeya konfederalîzma demokratîk dîtin. Evane li herêmê û cîhanê pir bi bandor in. Her du projeyên Jineolojî, Şoreşa Azadiya Jinê û Konfederalîzma Demokratîk, Neteweya Demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkan e. Her kes çareseriya pirsgirêkên xwe li vir dibîne. Ji ber vê yekê, ew digihîje ku derê, wê derê bandor dike. Hem jî dixe nava çalakiyan. Lê ev jî hîn di destpêka xwe de ye. Nû belav dibe. Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û Şoreşa Rojava hinekî jî ev yek belav kir.
Niha geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di vî warî de bi bandor in. Ya rast, cewherîkirina wê, pejirandin û derbaî çalakiyê kirina wê hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê ne têrker e. Lê asta bandorkeriya wê pir xurt e. Ew pir îqnaker, perwerdeker, birêxistinker, hêvî xulqîner û sewqkerê çalakiyê ye. Wêrekî û fedakariyê dide qezenckirin. Xet, şêwaz, stratejî û taktîkên têkoşîna Rêber Apo ya li dijî komployê di vê astê de bi bandor dibe. Ew li cîhê ku digihîje wê derê bi kûrahî bandor dike û radike çalakiyê. Bêguman pêşketina vê yekê hem li Kurdistanê û hem jî li cîhanê wê bibe sedema guhertin-veguhertineke mezin a şoreşgerî û wê serhildanên şoreşgerî çêbike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya Îmraliyê de bi paradîgmaya modernîteya demokratîk û sîstema neteweya demokratîk bersiv da hêzên komploger ên navneteweyî. 3. Pêvajoya Jidayikbûna Rêbertiyê bandoreke çawa li komployê kir?
Ji ber ku pergala qirker a li ser Kurd xwe dispêre pêkhateya hegemonîk a gerdûnî ya modernîteya kapîtalîst, xwestina ji bo qutbûna ji pergala qirkirinê, bi destxistina hebûna Kurd a azad, weke Kurdekî azad hebûna xwe ava bike û bijî, qutbûna ji sîstemê pêwîst dike. Qutbûna ji pergala qirkirina Kurd, di heman demê de qutbûna ji pergala gerdûnî ya modernîteya kapîtalîst jî di nava xwe de hewand. Jidayikbûna Rêbertî, bûyîna komeke îdeolojîk a PKK’ê û partîbûyîna wê bi tevahî li gorî rastiya vê qutbûnê pêk hatiye. Ligel ku gelek rêxistinên din ên Kurd bêyî ku ji pergala qirker a Kurdan qut bibin di nava sîstemê de hene û têdikoşin jî, PKK’ê berevajî wan, bi tevahî qutbûna ji sîstemê esas girt.
Ji ber ku hebûn û azadiya Kurd ancax li ser vê bingehê dikare pêş bikeve. Ji bo ku mîna Kurdekî azad hebûna xwe çêbike jî qutbûna ji pergala modernîteya kapîtalîst a hegemonîk a gerdûnî ya ku pergala qirkirina Kurdan afirandiye, hewce dike. Îdiaya ku ez ê bêyî ku ji pergala modernîteya kapîtalîst qut bibim ez ê bibim Kurdekî azad, weke îddîayeke vala, ramanek bêbingeh, xwe xapandin û xeyalek bû. Gelek hêzan ev şaşîtî kirin. Armanca wan ew bû ku ji bo ferdperestiya xwe ya burjûwaziya biçûk jiyan bikin, hawîrdora maddî ava bikin. Lewma nexwestin zêde xwe bigihînin cewhera meselê. heta ji ber ku cewhera meselê bi vî awayî didîtin, berê xwe didan revê û qutbûna ji wê derê.
Lê Rêber Apo ne wek wan bû. Rêber Apo cidî û ji dil bû. Pirsgirêka Kurd ji bo jiyana xwe weke amûr bi kar neanî, belku xwe fedayê têkoşîna hebûn û azadkirina gelê Kurd kir. Jiyana Kurdekî azad xeyal dikir. Dema ku gihîşt vê zanabûnê û ket nava jiyaneke bi vî rengî, dît ku ev yek ne di nava pergala modernîteya kapîtalîst de ye, pêwîstî bi qutbûna ji sîstemê heye. Dema dît jî di qutbûneke wiha de dudilî nekir. Em ji vê re dibêjin jidayikbûna Rêbertiyê. A rast, jidayikbûna Rêbertiyê; yekemîn pêvajoya Rêbertîbûyîn bi vî rengî qutbûna ji pergalê îfade dike. Ev qutbûna di asta Rêbertiyê de pêk hat, veguherî feraset, rêxistinbûn, jiyan û têkoşînê. Her kesê ku tevlî Rêbertiyê bû, diviyabû bi vî rengî ji sîstemê derkeve.
Ji destpêkê ve bi vî awayî ji sîstemê qutbûna PKK’ê gelekî girîng e. Her çiqasê hê xeta netew-dewletê derbas nekiribe jî, lê di pratîkê de qutbûna ji modernîteya kapîtalîst a gerdûnî ya xwe dispêre netew-dewletê dijiya. Di fikir de netew-dewletê diparast, lê di pratîkê de jî qutbûn pêk dianî. Nakokiya sereke ya di nava PKK’ê de demeke dirêj bi vî rengî jiyan kir. Nakokiyek wisa hebû. Ji ber vê sedemê jî neteweperestiya Kurd a seretayî ya rêxistinên din û neteweperestiya Kurd a reformxwaz a teslîmbûyî weke di nava sîstemê de dinirxand. Bi tundî rexne kir. Wî ev nêzîkatiya wan a xweserperest weke ku nikaribin ji pergalê qut bibin dît. Weke ku qutbûna xwe ya ji sîstemê bi bûyîna netew-dewleteke pir tûj dikare pêk bîne, bi vê bawer bû û li ser vê bingehê xeta netew-dewletê bi şeklekî pir dijwar û tûj parast. Di warê teorîk de, wî di plana hizrî de timî xeta netew-dewletê pêşbînî kir. Bera xwe da pêşxistina tekoşîn û rêxistinbûnekî ya avakirina netew-dewletê armanc dike.
Piştre dema ku darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê pêş diket, ev pêkhateya gerîla ku ji bo têkoşîna bingehîn a li dijî darbeyê pêş dît û li çiyayê Kurdistanê bera xwe da gerîla ku ji destpêkê ve dihat wateya qutbûna ji pergalê û derketina derveyî welat; hîn zêdetir pêş xist û kûr kir. Teşe da wê. Şênbertî afirand. Di pratîkê de asteke pêkanînê da qezenckirin. Vê rewşê gav bi gav nakokiya navxweyî ya di nav PKK’ê de hebû kûrtir kir. Ji aliyekî ve xeta netew-dewlet esas tê girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi netew-dewletê re hewil dihatin dayin. Li aliyê din jî ji pergala cîhanî ya netew-dewletê qutbûn çêdibû. Ji bo qutbûna ji pergala qirkirina Kurd, pêşketina hebûnê weke Kurdekî azad, bi rêxistinkirin û têkoşînkirinê teqez pêwîstî bi qutbûna ji pergala cîhanî ya netew-dewletê, qutbûna ji pergala ku xwe spartiye pergala qirkirina Kurd hebû. Di sekna pratîkî de qutbûn çêbû. Di ramanê de têgîna netew-dewletê çêbû. Di wê demê de hêza fikir û ezmûna pratîkî ya PKK’ê têra çareserkirina vê nakokiyê nekir û di esasê de PKK’ê, çaresernebûna pirsgirêka Kurd a di pêvajoyên berxwedanê yên berê de, weke ku birêve nebirina xeta netew-dewlet a bi awayekî xurt, bibandor û rêxistinkirî çavkaniya xwe digre dinirxand. Ji ber vê yekê di vî qadî de xwe hîn kûrtir kir.
Lê geşedanên di salên 90’î de derketin holê, da diyarkirin ku wê çareseriya vê pirsgirêkê ew qasê pir bi lez pêk neyê. Her çiqas şoreşa vejîna neteweyî ya bi pêvajoyekî yê pêkanîna gerîlayan re derket holê û serhildanan li Bakurê Kurdistanê rewşeke girîng derxist holê, lê bi şeklekî mîna ya di civakên li welatên din ên mêtingeh de pêk hatî, çareseriya netew-dewletê bi rêbazên siyasî yan jî leşkerî zû pêk nehat. Di vê çerçoveyê de Rêber Apo kete nava hewldana ku xeta îdeolojîk zêdetir kûr bike û sedemên vê jî zêdetir fêm bike.
Gerîlatî di xeta nû ya fedayî-mîlîtan de tam li ser vê bingehê pêş ket. Pîvanên gerîla yên li welatên din, li Kurdistanê têra pêşxistina têkoşîna li dijî mêtingeriya faşîst-qirker a TC.’yê nekir. Ji ber vê yekê hat dîtin ku tenê gerîlayekî di xeta fedayî de dikare vê pêk bîne û PKK jî li ser nirxandinên Kongreya 3. a ji sala 1986’an û vir ve gerîla weke gerîlabûna di xeta fedayî de girte dest.
Li aliyê din jî partî bi gerîla ve girêda. Xeta ku ji bo gerîla hatiye pêşbînîkirin weke xeta îdeolojîk a partiyê nirxand. Ji ber vê yekê şoreşgeriya pispor ya partiyê weke şoreşgeriyeke li ser xeta fedayî-milîtanî pênase kir. Partî û gerîla di nava hev de û bi awayeke yekpare girte dest. Ev yek vebûnek bû. Ev xal ji bo pêşxistina têkoşînê, pêşîgirtina li têkçûnê û domandina şerê azadiyê vebûnên girîng bûn. Hêz da PKK’ê, hêz lê zêde kir. Ligel ku sosyalîzma pêkhatî ji hev belav bû jî, ev taybetmendiyên wî di rizgarbûn û pêşxistina têkoşînê ya PKK’ê de roleke girîng lîstin.
Li gel van jî pêşxistina Xeta Azadiya Jinê jî weke vebûneke bi heman rengî, her wiha hê bêhtir kûrbûyîna di jiyana azad û azadiya civakî û fedayîtî weke jiyana li ser xeta azadiya jinê pênasekirin, pêşbînî kir. Di vê astê de asta bîrdozî ya şoreşê kûrtir û berfirehtir kir. Bi vî rengî Têkoşîna Azadiya Jinê anî rojevê. Şoreşa Azadiya Jinê da destpêkirin. Di vê çerçoveyê de xwe gihande asta tevlêkirin û kişandina jinê di nava têkoşînekî bi hêztir û bibandortir. Jin a ku berê weke hêzeke têkoşînê ya girseyî, hêzeke piştgiriyê rol lîst, li ser bingehê pênasekirineke wiha îdeolojîk bû hêza partîbûyî, gerîla, ya pêşengiya civakê dike û di asta berfireh a girseyî de tevlî şoreşê dibe. Ev jî di salên 90’î de bûn faktorên sereke yên ku şoreşa PKK’ê li ser piyan girt û bihêz kir.
Ya rastî, di destpêka salên 90’î de, dema ku Sosyalîzma Pêkhatî hilweşiya û hemû Tevgerên Komunîst-Sosyalîst ketin plana paş, di esasê de parastina hebûna PKK’ê, li ser piyan mayina wê û heta pêşxistina wê, xwe sparte van faktoran. Ger em bala xwe bidinê, evane kûrbûneke îdeolojîk bû. Ji bo rewşa nakok a PKK pêre rû bi rû bû, cureyek a bersivê bû. Lê ew bi temamî nekarî bibe bersivek.
Di encamê de partiyeke bi vî rengî di salên 90’î de li ser bingeha kûrbûna bîrdozî ya li ser esasê gerîlatî û şoreşa azadiya jinê, şerê gerîla û têkoşîna rizgariya neteweyî kûrtir kir, pêş xist û belav kir. PKK’ê ev yek veguherand şerekî mezin. Ger 15’ê Tebaxa 84’an weke destpêk bê destgirtin, heta komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 98’an, 15 salan bênavber şerekî rizgariya neteweyî ya li ser xeta netew-dewletê hate meşandin. Normal şerek di asta şerên ku gelan ên welatên mêtingeh ve tên rêvebirin bû. Di aliyê demd, şîdet û beşdariya civakî de, bi navgînî ne ji tevgerên rizgariya neteweyî lawaztir, belku li ser we re bû. Ji ber vê yekê diviyabû çareseriyek mîna çareseriya bi vê asta şer a li her welatekî derketibû holê, li Kurdistanê jî derkeve holê.
Lewma em dikarin vê jî binirxînin ku Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 98’an de dema biryara çûyîna Ewropayê da, li ser vê fikirî bû. Şerekî wisa mezin hat kirin. Rastiyên ku ji vê yekê derdikevin holê, encamên xwe yên siyasî-leşkerî-rêxistinî hene. Rêber Apo bi fikra ku eger em bikaribin van encaman bi nîqaşên demokratîk ên Ewropayê re bikin yek, wê demê em dikarin çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurdistanê pêk bînin, li hemberî feraseta komploger, çû Ewropayê. Her wiha polîtîkayên ku rê li ber çareseriyê vedikin pêş xist; li Romayê bernameyeke pir dahûrîner a 8 xalî pêşkêş kir. Bang li her kesî kir ku bi pirsgirêkê re mijûl bibin, nîqaş bikin û li ser esasê bernameyeke wiha bibin muxatabê pirsgirêkê.
Li vir divê em bibînin ku şerê gerîla yê 15 salan di esasê de şerekî rizgariya neteweyî bû ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên mêtingerî û neteweyî têrker bû. Dîsa projeya çareseriya siyasî ya ku Rêber Apo li Romayê danî holê, ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkên normal ên neteweyî û mêtingerî projeya herî maqûl û têrker bû. Lê encam çi bû? Komployeke navneteweyî bû. Ne çareseriya netew-dewletê ya ku di şerê 15 salan de dihat pêşbînîkirin pêk hat, ne jî derdorên Ewropayê bi bernameya çareseriya siyasî ya ji 8 xalan pêk dihat, ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd gav avêtin. Li ser Rêbertî ku van hemû xebat meşandin tunekirin hate ferzkirin. Rêya Îmraliyê hat nîşandan. Rewa hate dîtin ku di nava pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de bi rizandinê re rû bi rû bikin. Ya ku rastiya komploya navneteweyî îfade dike ev e.
Rêber Apo van hemûyan jiya û li ser vê bingehê bi rastiya komployê re rû bi rû ma û li hemberî ferzkirina komployê, her tiştê ku qewimî nirxand. Wî herî zêde çi nirxand? Ne şer û ne jî siyaseta ku li Kurdistanê dihat meşandin, ji bo çareseriya netewe-dewletî ya pirsgirêka Kurd kêm nebû. Heta zêde jî bû. Hem ji hêla naverok û hem jî ji hêla demê jî zêdetir bibû. Di wê rewşê de, çareseriyek mîna çareseriya ku li welatên din pêk hat, diviyabû ku li Kurdistanê jî pêk bihatiba. Diviyabû pêvajoya normal bi vî awayî bimeşiya. Lê pêvajoya pratîkî çawa bû? Li şûna çareseriyê, tunekirin hat rojevê. Rû bi rûbûna bi komployeke navneteweyî çêbû. Xistina nava polîtîkaya rizandinê ya Îmraliyê û pergala tecrîd û êşkenceyê pêk hat. Wateya vê çi bû? Rastiya ku di şexsê Rêber Apo de pêk hat, tişta ku îfade dikir çi bû? Wate çareseriya pirsgirêka Kurd ne weke çareseriya pirsgirêkên netewî û mêtingeh ên li welatên din e. Li Kurdistanê çareseriya netew-dewlet çênabe. Sîstema cîhanî, pêkhateya netew-dewletê ji bo çareseriya netew-dewlet a ji bo pirsgirêka Kurd girtî ye. Çawa ku ketina nava têkoşîna hebûn û azadiya Kurd, qutbûna ji jiyana sîstemê pêwîst bû, di esasê xwe de ji bo ku di pratîkê de hebûn û azadiya Kurd bînin rewşa çareseriyê, pêwîstî bi guhertina vê sîstemê hebû. Çareseriyek li ser esasê bûyîna parçeyek ji vê sîstemê tune ye.
Di vê mijarê de avahiya ku bi navendiya Hewlerê bi navê “statûya Kurd” a li Başûrê Kurdistanê ava bû, ne sîstemeke çareseriyê ye. Divê mirov pê nexape, şaş neyê famkirin. Bêguman ew çareseriyeke netew-dewletê di nava xwe de nahewîne. Sîstema li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê derket holê. Wekî din ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ne jî avakirina netewe-dewleta Kurd bû. Di pratîkê de ev yek bi komployê re bi awayekî zelal derket holê. Nexwe têkoşîna PKK’ê herî kêm bi qasî ya li Başûrê Kurdistanê, diviyabû statûya Kurdan, pêkhateya netew-dewletê derxistiba holê û sîstem bi vê yekê razî bibûya. Lêbelê, me dît ku ev ne wusa ye.
Başe, çima li Başûrê Kurdistanê ji vê yekê re erê hat gotin? Ji ber ku li dijî PKK’ê şer dikir gotin erê. Ger şerê li dijî PKK’ê rawestînin, wê heta rojekê jî nekaribin vê statûyê biparêzin. Di vî warî de divê li ber rastiya Başûrê Kurdistanê neyê xapandin. Divê mirov bi temaşekirina wê derê re rastiya Kurd û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd nenirxîne. Yên ku wisa dikin, her tim şaş dinirxînin. Wê bikevin pozîsyona dijminatiya PKK’ê. Ji ber ku di rastiyê de hebûna wan bi hebûna PKKê ve girêdayî ye. Kêliya ku PKK nebe, ew mehkûmî tunebûnê dibin.
Me ev yek dît: Ya rastî ji bo têkoşînê qutbûna ji sîstemê pêwîst bû. Ji bo ji holê rakirina zîhniyet û siyaseta qirker a Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasê azadî û demokrasiyê pêwîstî bi guhertina sîstemê hebû. Ji bo ku ev yek bikaribe pêk were, pergala ku mêtingerî û qirkirinê li ser Kurdistanê pêk tîne; ji dewletên mêtinger-qirker bigire heta bi sîstema kapîtalîst a hegemonîk, pêwîst dikir ku hemû li ser esasê demokratîkbûyînê bên guhertin.
Bi rastî jî guhertina paradîgmayê, bêçaretiya îdeolojiya netew-dewletê, lêgerîneke nû ya îdeolojîk a li şûna wê û pêşxistina îdeolojiya neteweya demokratîk bi vî rengî derket holê. Rêber Apo di pirtûka xwe ya bi navê “Ji Dewleta Kahîn a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk ve” de ku di sala 2001’an de pêşkêşî DMME’yê kir, diyar kir ku PKK di nava krîzeke îdeolojîk de ye û ji ber vê yekê heta ku ev krîz çareser nebe wê nekaribe bi navê PKK’ê bê domandin û xwest ku navê wê bê guhertin. Krîza bîrdozî li ser vê bingehê derdiket. Ev krîza îdeolojîk çawa derbas bû? Bi qutbûna ji îdeolojiya netew-dewletê û derxistina îdeolojiya neteweya demokratîk û esas girtina wê re hat derbaskirin. Bi pêkanîna paradîgmaya ku îdeolojiya neteweya demokratîk pêşbînî dike, hat derbaskirin.
Her tişt di nava êrîşên komploya navneteweyî û têkoşîna li dijî wê de dernektin holê. Ji destpêkê ve di nava PKK’ê de rewş û pirsgirêkeke wiha hebû. Ji Kongreya 3. a 86’an û şûnde bi destpêkirin û pêşxistina hem fedayîbûna di nava partiyê û gerîla de û hem jî tevgera azadiya jinê re kûrbûna bîrdozî û lêgerîna çareseriya pirsgirêkên bîrdozî zêdetir pêş ket. Ev stûnên sereke yên ku di salên 90’î de bûn sedema pêşketina serketî ya pratîkê bûn. Lê komploya navneteweyî çi nîşan da? Di partî û gerîla de çiqasî fedayîtî pêş bikeve, xeta azadiya jinê çiqasî pêş bikeve jî pirsgirêka Kurd bi îdeolojiya netew dewlet, feraset û sîstema desthilatdarî û dewletê çareser nabe. Gelê Kurd azad nabe. Têkoşîna azadiya jinê bi ser nakeve.
Di rastiyê de komploya navneteweyî ev rastiyane nîşanî Rêber Apo da. Nakokiya di ferasetê de bi awayekî zelaltir derxist holê û bi lêhûrbûnkirina li ser wan şoreşek bîrdozî bi xwe re anî û lewma jî krîza bîrdozî anî çareseriyê. Rêber Apo krîza ku di sala 2001’an de anîbû ziman, bi guhertina paradîgmayê re derbas kir. Xeta nû ya bîrdozî; weke xeta neteweya demokratîk pênase kir. Ji bo rêveberiya siyasî ya nû; weke konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre xweseriya demokratîk pênase kir. Parastina nû; Weke sîstema xweseriya demokratîk û xweparastinê pênase kir. Di esasê xwe de weke paradîgmayekî ku bikaribe wan hemûyan bi cîh bîne, paradîgmaya civaka demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiyê ya ne desthilatparêz û ne dewletparêz e, weke zîhniyeta bingehîn a partîbûna nû pêşxist. Wî guherînek paradîgmayê pêk anî. Ji ber vê yekê li hemberî bêçareseriya pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî, PKK’ê bi xeta xwe ya neteweya demokratîk xwe kir hêza çareseriyê. Bi çareserkirina nakokiyên PKK’ê yên di warê ferasetê de ku ji komploya navneteweyî re zemîn çêkir, hişt ku PKK komploya navneteweyî û zîhniyet û siyaseta li ser xeta bîrdozî-polîtîk, bi vî rengî derbaskirina komploya navnetewî û zîhniyet û polîtîkaya ku xwe dispêre wê, her wiha feraset û siyasetekî ku wê pirsgirêka Kurd di asta ku wê komploya navnetewî têk bibe derîne holê. Ji bo komploya navneteweyî bê derbaskirin, her wiha derket holê ku bi têkoşînkirinê dikare komploya navneteweyî bê binxistin.
Rêber Apo dibêje, “Eger ne ji komploya navneteweyî û pêvajoya Îmraliyê bûya, me yê kûrbûneke wiha fikrî, lêhûrbûn, guherîn û veguhertin jiyan nekiriba. Ji aliyê xwe ve diyar dike ku ev yek girîng e. Bê guman ev nirxandin pir girîng e. Veguherîna paradîgmayê îfade dike û li ser vê bingehê Sêyemîn Jidayikbûna Rêbertî bi vî rengî pêk hati. Ev pir watedar in. Lê her weha pêdivî pê heye ku mirov rast fêm bike. Ger em bibêjin ku bi tena serê xwe bi zextkirina li ser hêza komploya navneteweyî, bûye sedema vê yekê ne rast e. Beriya vê pêvajoyê jî heye. Eger ev danehev nebûya, komploya navneteweyî û pêvajoya Îmraliyê bi tena serê xwe nedikarîbû pêvajoyeke wiha bîne.
Li aliyê din, pêvajoya komploya navneteweyî çawa Rêbertî ber bi guherîn, veguhertin, Sêyemîn Jidayikbûna Rêbertiyê ve bir? Wê rasttir be ku mirov bibêje ku ne bi zorê, lê bi eşkerekirina binketin, bêçaretî û ne pêakn bûna pêkhatina xeta netew-dewletê yên berê karî vana bike. Rêbertî ev rastî bi komployê re dît. Ji ber tevî ku bi qasê pêwîst hem şer û hem jî siyaset kiribe jî, lê nekarîbû bigihîje tiştê ku dixwest û armanc kiribû. Ji ber vê yekê, pirs kir bê ka çima ev yek çêbû û li ser vê yekê lêhûrbûn û lêkolîn kir. Dît ku ev ne ji kêm şerkirin û siyaset kirinê çavkaniya xwe digire. Berovajî, çareseriya netewe ne çareserî ye, azadî û serxwebûneke wiha nîne. Bi şeklekî derewîn dewlet tê avakirin, tê gotin ez azad bûm. Di roja duyemîn de dubare bi pergalê ve têne girêdan û dibin koleyê hevkar.
Tiştên ku di sedsala 20’an de li seranserê cîhanê bi navê tevgerên rizgariya neteweyî qewimîn, hatiye rewşa roja me ya îro. Lewma bi rastî ev ne çareserî ye. Ya duyemîn jî, li Kurdistanê pêşiya çareseriyeke wiha girtiye. Pergal jî destûrê nade. Di wê rewşê de bi lêgerîna netew-dewletê çareserî çênabe, encam nayê girtin. Ji bo çareseriyê jî pêwîstî bi feraset û projeyên din ên siyasî heye. Lêgerîn û lêhûrbûna li ser wana Rêber Apo ber bi veguhertina paradîgmayê, xeta neteweya demokratîk û projeya konfederalîzma demokratîk a li ser bingeha xweseriya demokratîk ve bir. Zihniyet û îdeolojiyek ne desthilatparêz û ne dewletparêz afirand. Sosyalîzm û demokrasî ji yekdestdariya dewlet û desthilatdariyê rizgar kir, di nava xwe de kir yek û sosyalîzma demokratîk pênase kir. Neteweya demokratîk weke projeya wê ya civakî pênase kir. Xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk weke projeya xwe ya siyasî pênase kir û ev hemû spartin azadiya jinê û ekolojiya civakî. Ev yek di asta Rêbertiyê de derbaskirina bêçareseriyê û pêkankirina çareseriyê, dîtin û pêkanîna çareseriyê bû. Jidayikbûna Sêyemîn a Rêbertiyê pêşketineke wiha îfade dike.