NAVENDA NÛEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Bi mebesta salvegera damezirandina partiya me ya 20. û şeş salên dawî yên şerê ku me li Başûr dayî meşandin û şeş mehên dawî re, me pêşketinên girîng şûn xwe hiştin. Li ser vî bingehî we silav dikim. Gelê Me, Hûn Eşîret, Kesayet û Hêzên Netewî Yên Hêja! Weke hêzên berpirsê Bakurê Kurdistanê em, di nava van salan de her çendî têkoşîna me ya şoreşgerî lehengiyek mezin raber kiribe, ji ber ku em dizanin nikarin xwe ji rewşa zehmet rizgar bikin, me li hemû beşên Kurdistanê xebat kir. Weke tê zanîn me bi hezaran şehîd dane, heyberî û giyanwerî jî hemû pişgiriya xwe pêşkêş kiriye. Ev ne tenê ji bo PKK di wateyek teng de li Başûr bê girtin û pêş bikevê ye,
hewcedariyek biratiya me ye. Ji ber ku em dizanin, bi tena serê xwe ji dijmin rizgarbûnek çênebe, her wiha heta ku yekîtî neye sazkirin wê li ti beşî pêşketinên watedar çênebin, di polîtîkayên herêmî de jî serkeftinek neyê bidestxistin, bixwazin jî ji hevkaran rizgarbûnek çênabe, me ev sal her tim di nava hevgirtinê de, bi we re bi baldariyek mezin meşand. Niha hûn baştir dibînin ku, dijminê me yê herî har, mêtîngeriya Komara Tirk a faşîste. Ev hêza faşîst a ku demek dirêje dewletên herêmê jî bi xwe re neçarî hevkariyê dike, ne tenê Bakurê Kurdistanê,
li her beşek Kurdistanê misoger nasnameya gelê Kurd nas nake, heta hemû dewletên herêmê di çarçoveya xeta xwe ya îmhayê de birêxistin dike, birêve dibe û hewl dide me tine bike. Di vî şerê dawî yê Başûr de jî, we pir eşkere dît. Lewra heta dijminê sereke neyê nasîn, li dijî wan bi hev re şer neyê meşandin, dê li ti beşê Kurdistanê têkoşînek bi tenduristî û serkeftî pêş nekeve. Dikare bê gotin, şerê me yê şeş mehên dawî, ji hêla we ve dibe şerê fînala şerê ku we çil salî meşandiye û gava wê. Em yeqîn dikin, dê ev serkeftî be. Lewra her çendî êşên we mezin bin, her çendî di her malbatê de çiqas şehîd hebin û mixabin tevî hişyarî û tikakirinên me, me got; “Bi me re şer nekin, em hatine alîkariya we bikin”, hêzên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê di vî şerî de rewşên pir xirab jiyan û ji ber vê jî em pir xembarin. Ji bo wan rêya yekane ya derketinê, di nava refên welatparêziyê de cîhgirtine. Dema dev ji polîtîkayên hevkariya bi dijminê herî xeternak re berdan û heta dawî ji peywirên xwe yên
welatparêziyê re amade bûn, dixwazim bi vê mebestê bêjim ku, dê yek fîşek li dijî wan neyê teqandin. Neçare biratî, yekîtiya netewî û demokrasi pêk were. Ev bi qasî nan û avê hewce ye, heta nan û av jî girêdayî vê ye. Lewra wextê yekîtiyek netewî ya kûr û îtîfaqa siyasî hatiye. Dema me dest bi vî şerî kir, me got; “Ev şereke yekîtiyê ye.”
Niha jî ev piştrast dibe.
Gelê Me Yê Hêja!
Dilşikestin û nakokiyên şer ên di navbera we de çiqas mezin bin bila be, di qonaxa yekîtiya em gihanê de, êdî divê bêku dozên xwîndariyê bên meşandin û bi şêweyek êdî kes newêre hevkariyê bi dijmin re bike werin cem hev. Rojevek nû, mînaka hevgirtinek nû û di vê wateyê de pêvajoyek pêşketinek pir mezin dana destpêkirin pir girînge. Berxwedaniya ku me heta niha ji bo we raber kirî, bi qasî polîtîkayên parçe bike û birêve bibe ya dijminên me yên herî bela vale derxist, ji ber parçebûna her tim em ji ber winda dikin, di heman demê de ji bo derbaskirina lewaziyên me bû. Ev jî gihaye qonaxa pêşketinek pir girîng. Hûn jî dizanin partiya me, partiyek Kurdistanî ye. Gelê me li kur be, hebûna me ya li wir xwezayî ye. Her wiha ev mafê partiyên dine jî. Me dixwest ku, partiyên Başûr jî bazdin cem gelên Bakur, li wir rêxistin saz bikin, heta li wir şer bimeşînin. Bila ji me pişgirî bixwazin, emê ji vê şanaz bin. Bi vê mebestê kurtasî vê bêjim; pêwîste gelê me, em ji kesan bigirin heta partiyan, kî dixwaze li kuderê kar bike, bila serbest be. Ev hewcedariyek demokrasiyê ye. Dîsa divê beşdarî têkoşîna welatparêzî ya her beşî bibin. Ev jî peywirek welatparêziyê ye. Em nikarin bi ti hêcetî dev ji van peywiran berdin. Nabêjim bila her kes çek bigire destê xwe şer bike, lê ger dikare şer bike bila bi çek, nikare şer jî bike divê bi dilê xwe di nava vî şerî de cîh bigire.
Xwestina vê hem mafê me ye, hem jî peywira me ye. Namûsa netewî û serfiraziya netewî jî vê dixwaze. Yeqîn dikim, nêrîna we jî misoger wisa ye û em jî dibin berdevkê vegotina vê û bersivdana vê. Bi vî rengî jî em yeqîn dikin, peywira ku para me jî dikeve em pêk tînin. Ji bilî nirxandina rewşa me, dê bibe şaşiyek mezin. Jixwe di şerê Başûr de, bi hezaran ciwanên ji gelê Başûrê Kurdistanê cîh girtin. Bi sedan şehîdên xwe hene. Ev şer yekser di nava refên PKK‟ê de, weke PKK‟ya Başûr meşandiye. Lewra neçarim vê vekirî bêjim; PKK, êdî ne tenê PKK‟ya Bakurê Kurdistanê ye, li Başûr jî şerek mezin dimeşîne.