ÎZMÎR – Ciwanên Welatparêz bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo meşek li darxistin.
Ciwanên Welatparêz di meşa ku li Îzmîrê pêk anîn de bang li hemû gelê Kurdistanê bi taybetî jî ciwanên Kurdistanê kirin ku li qadan têkoşînê mezin bikin.
Ciwanên Welatparêz ên di meşê de bangawazî kirin ev daxuyanî dan;
“Îro 24’emîn salvegera derxistina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bi komployeke navdewletî ye. Tê xwestin ku tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurdistanê û hemû cîhanê bê meşandin. Ji ber ku ewqas tecrîd girane 18 mehin agahî ji Rêber Apo nayê girtin, em vê yekê qebûl nakin.
Dewleta qirker û hêzên serdest ên ku bi tecrîdê nekarin encamê bi dest bixin, li Herêmên Parastina Medyayê jî sûcên şer dikin. Dixwaze gelê Kurd qir bike û Tevgera Azadiyê tasfiye bike.
Em weke Ciwanên Welatparêz tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin û bang li hemû gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jî li ciwanên Kurd dikin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin têbikoşin.”
Ciwanên welatparêz bi qêrîna siloganên “Bijî Serok Apo”, “Bi Can Bi Xwîn Em Bi Tere Ne Ey Serok”, “Ciwan Fedaiyê Rêber Apo ne”, “Bimire Komploya 9’ê Cotmehê”, “Zap Avaşîn Metîna, Silav ji te re gerîla” dawî li çalakiya xwe anîn.