STENBOL – Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo karibin bi muwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hefteyekê de du caran serî li van saziyan didin lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carinan piştî mehan tê diyar kirin hevdîtin hatine qedexe kirin û hincet tê nîşandan. Herî dawîn Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê diyar kiribû derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din ji aliyê Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê ve di 9’ê Îlonê de cezayê dîsîplînê hatiye birîn û ev ceza di 28’ê Îlonê de teqez bûye.
Cezayê dîsîplînê wekî hincet hate nîşandan û ji parêzeran re hate ragihandin ku hevdîtina bi malbatê 3 mehan hatiye qedexe kirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê îtîrazî cezayên dîsîplînê kir, lê ev îtîraz nehatin qebûl kirin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di telefonê de axivîbû lê Mehmet Ocalan diyar kiribû ev hevdîtin di nîvî de qut bûye.
Rêzan Sarica û Newroz Ûysal ên ku parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan in herî dawîn piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de karibûn bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê demê şûnde hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan tê asteng kirin.