NAVENDA NÛÇEYAN – Zarok di kurdistanê de ji temenê xwe mezintir bi zehmetiya jiyanê re rûbirû dimînin. Ji ber ku berê xwe didin kur ji bo gavên xwe yên destpêkê bavêjin nikarin bi zimanê dayîkê xwe îfade bikin. yan wê bibin kêsên din yan jî wê nikaribin jiyan bikin. ji ber ku welat hatiye dagirkirin û di bin destan deye. ji xwe xerîbketin ji vir destpê dike. ji vê û bi şûne de hemû tiştên di bin navê jiyanê de tên pêşkêşkirin dibe tunekirina hebûnê. Her ku tu mezin dibe eger ku te vê pejirand tuyê bikeve nav û perê bimeşê. Ya rast jî ku mirov bîne ser ziman wê ne şaş be. her tiştê hatî pêşkêşkirin ji zûde hatibû pejrandin. Tu kurd be ema tu nikaribe bêje ez kurd im. çawa dibe ku mirov di welatê xwe de ne bi nasnameya xwe, bi nasnameya kesên din tevbigere. Ev rastiyeke ku bi heqîqet mirov re bi nakoke, lê mirovên wî welatî werin wê rewşê ku nikaribin vê nakokiyê bibînin . ji bo gelekî tişta herî xirab lê were kirin eve. tu heqîqeta wî berovajî nîşanî wî bide û pê bide bawerkirin ku ev heqîqeta wî ye. Di vê rewşê de ev gel bi temamî buye yê te. Û Li kurdistanê jî rewşa hatî jiyankirin eve. lê bi derketina RÊBER APO RE ev rastiya ku bi heqîqetê re bi nakok e û wiha hatiye bawerkirin ruyê wê yê rast derket e holê. Rêber Apo di demekî wilo de derket holê ku hêvî jî di kûrahiya dîrokê de wenda bûbûn. Ev hêvî carekî din ji nûve zindî kir û bi hêviyê re derfeta jiyanekî azad avakir.
Kesên ku çavên wan bi hesreta dîtina welatekî azad in û dilên wan tijî kîna hezarên salan di hundirê xwe de hildigre tu carî ji lêgerîna jiyanekî azad ranaweste. Gêrîlabûyîn navê vê lêgerînê ye, ku jiyana azad bê dawî dike. Ma rastî û heqîqeteke din heye ku te bi bask bike û bifrîne ber bi bilindahiyan ve? Ango eşqeke din derveyî vê dikare dil û mêjiyê te mezin bike bi qasî ku bikare mirovahiyê hembêz bike. Eger ku ne ev be! ma çima tuyê heya dawiya temenê xwe, ne ji bo xwe ji bo mirovahiyê jiyan bikê. Û bi çûyîna xwere jî bibe destana qehremantiyê pê gelê xwe û mirovahiyê serbilin bikê. Tam jî li vir mirov û jiyan hênaseya xwe peyda dike.
Eger ku jiyan ne azad be mirov nikare bêje ku ez jiyan dikim. û eger ku mirov jî ne azad be, jiyan jî nikare azad bibe. yanî mirov jiyanê azad dike, jiyan jî mirov azad dike. derketina serê çiya û bûyîna gêrîla vê rastiyê îfade dike. îro gêrîlayên YJA-STAR Û HPG li tevahî çiyayên kurdistanê û bi taybet li Zap, Metîna û Avaşîn vê îfadeyê di şexsê xwe de şênber dikin. Gêrîla di hembêza çiyan de dikeve ferqa xwe û li kûrahiya dîrokê serwext dibe. her tişt li çiyan wan bi azadiyê dihesîne. Ji bayekî ku li rûyê wan dikeve bi nefesek kûr ve dikşînin hundirê xwe heya bi meşek li ser patîqaên dûr û dirêj ku wan dibe ber bi azadiya bê dawî ve. ji ber wêye ku îro Li hemberî hêzên tarî ku dixwazin di şexsê wan de jiyanê li mirovahiyê tarî bikin di wan çiyayan de şerekî bê hempa û dîrokî dikin. Ji ber ku wan rêya heqîqetê dîtiye. Kêlî bi kêlî rûpelên dîrokê bi destanên xwe yên qehremantî û lehngiyê bi tîpên zêrîn dinvîsin. Dema mirov li çavên wan dinêre ronahiya pêşerojê ku jê diçirise dibine. Mam Reşo, Werxelê, Girê Sor û zendûra ji wan destanên ku hatine nivîsandinin. Ancex ev çiya, zinar û lat dikarin îfade bikin bê ka bi îradeyaeke ji pola ya çawa parastina rumeta mirovahiyê dikin. Ne tenê parastin bê ka çawa dibin nav û dengê mirovahiya azad. Avzem Çiya, Berfîn Rêbaz, Azê, Rozerîn, Bager Gever û Andok û bi dehan gehremanên wekî wan bûne dengê mirovahiya azad.
Nûcan Serdoz Nivîsandiye….