Dema ku Rêber Apo di Newroza 1973’an de li Bendava Çûbûk a Enqereyê bi civîneke 6 kesî bingeha PKK’ê datîna, hê jî derbeya leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an li Tirkiyeyê desthilatdar bû. Hemû partî û rêxistinên çep û sosyalîst hatin qedexekirin, kadroyên wan hatin girtin, cara yekem li ser bingeha Daîreya Şerê Taybet êşkence hate kirin û darizandinên di asta dadgehên leşkerî yên rewşa awarte de hatin destpêkirin. Rêveberên rêxistinên ku li dijî rêveberiya darbeyê ya faşîst-leşkerî hewldana şerê çekdarî kirin hatin qetilkirin. Li welat qedexeyên rewşa awarte berdewam kirin, li her derê zextên giran hatin kirin.
Tevî van hemûyan jî dema ku Rêber Apo nirxand ku divê fikra wî bi rêxistin bibe û li Tirkiye û Kurdistanê pêwîstî bi rêxistinên nû yên şoreşgerî heye, Rêber Apo bi civîna Bendava Çûbûkê re bingeha Koma Apoyî avêt. Negot, “Zexteke giran heye, pêşengên şoreşger ji aliyê artêş û dewletê bi xwe ve tên qetilkirin, kadro tên girtin, rêxistin tên hilweşandin, lewma niha rêxistinek nikare bê avakirin.” Her wiha negot, “Di demekê de ku rêxistinên heyî tên girtin û tên darizandin, ma qey rêxistineke nû dikare bê avakirin?” Bi pêşxistina şêwaza xwe ya xebatê ku ewlekariya rêxistin û xebata wî dabîn bike, bi cesareteke mezin pêngava damezrandina rêxistineke şoreşgerî da destpêkirin.
Ger em bala xwe bidinê, di vê nêzîkatî û helwestê de xwe spartina şert û mercên objektîf, çêkirina hincet û meyla teoriya “Nabe” tune ye. Bi gotineke din, heta misqaleke oportunîzmê jî tune ye. Lê di heman demê de maceraperestî, bê pîvanî, bê dîqetî û bê tedbîrî jî nîn e. Yanî tu bi awayeke donkîşotwarî derbasî pratîka şoreşgerî bûyîn jî tune ye. Berevajî vê, bi kûrahî analîzkirina bûyeran li ser bingeha rexne û xwerexnekirinê û derxistina dersên pêwîst, li ser vê bingehê destpêkirina tevgereke nû ya şoreşgerî heye. Li ser esasê dîtina sedemên ku rê li ber têkçûna li hemberî derbeya 12’ê Adarê vekir û derbaskirina wan, rêxistinbûn û şêwazeke nû ya xebatê ya şoreşgerî tê pêşxistin.
Piştî ku Koma Apoyî weke komek îdeolojîk hat avakirin û navê Rêber Apo hat bihîstin, yanî piştî ku deşîfreyeke diyar li ser vê bingehê çêbû, Rêber Apo şêwazê jiyan û xebata xwe li ser bingeheke îlegal û li gorî armancên xwe ji nû ve ava kir. Bi gotineke din, piştî pratîka ADYOD’ê û ji sala 1975’an û vir ve, pergala asayî jiyana xwe guhert. Piştre vê rewşê wekî “rawestandina jiyanê” bi nav kir. Li gorî xwe rêyeke nû ya jiyan û xebatê pêşxist. Ji jiyan û têkiliyên pergalê qut bû, tevgera takekesî ya keyfî rawestand, şêwazê jiyaneke pir bi dîsîplîn û rêxistinkirî ku timî li gorî pêwîstiyên xebata şoreşgerî be û bi temamî xwe dispêre veşartîbûnê afirand. Bi pûçkirina êrîşên pergala mêtinger-qirker, vaye ev şêwaz bû ku kir Rêber Apo bikaribe di ewlehiyê de be û bixebite.
Dema ku Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê di encama êrîşeke kontra de hat qetilkirin, Koma Apoyî ev rewş ji gelek aliyan ve xiste ber lêpirsînê û nirxand. Ji ber ku êrîş ne li dijî kesekî, di şexsê Hakî Karer de li dijî hemû şoreşgeran û tevgera şoreşger bû. Li cihekî kêmasî an jî xeletî hebû ku êrîşa dijmin gihaşt armanca xwe û Hakî Karer hatibû qetilkirin. Sîstema mêtinger-qirker gefeke pir cidî û eşkere kiribû. Wê çaxê, diviyabû çawa pêşî li vê gefê bê girtin, ewlehî çawa bihatiba dabînkirin?
Rêber Apo got ku wî di asta xwe de du bersivên bingehîn dane vê pirsê: Ya yekem partîbûn e, ya duyemîn jî dabînkirina ewlekariya xwe bi çekan! Tê zanîn ku piştî amadekirina bername û manîfestoyê, di 27’ê Mijdara 1978’an de bi kongreya yekemîn a damezrandina PKK’ê şênber bû. Ji aliyê din ve ya duyem di pratîkê de bi du awayan hatiye cîbicîkirin: Ya yekem, li hemberî êrîşeke muhtemel, bi çekdarî tevgerîn û parastina xwe kirin, ango xweparastin; ya duduyan ew e ku li ku pêwîst be bi meşandina têkoşîna şoreşgerî ya tolhildanê ve parastina giştî kirin bû! Têkoşîna şoreşgerî ya ji bo tolhildanê ya li dijî êrîşa çekdarî, li ser esasê mafê tolhildanê bi şideta şoreşgerî pêş ket; Ligel pirsîna hesabê ji kesên Hakî Karer qetil kirinî, Berxwedana Hîlwan û Sêweregê ji bo tolhildana Halîl Çavgûn pêş ket.
Xebata çekdarî, di rastiyê de xebata bi xweparastinê, tê wateya jiyan û xebata li ser esasê dabînkirina parastina xwe. Du awayên vê jî hene: Ya yekem, çawa ku me li jor jî ji bo Rêber Apo diyar kir, şêwaza jiyan û xebatê bi awayekî ku ewlekariya xwe pêk bîne. Ya duyemîn jî bi tevgerkirina çekdarî û bi baldarî ye ku di dema êrîşeke muhtemel de xwe biparêze. Mazlûm Dogan ev prensîb wiha anî ziman: Şoreşgerê Kurdistanê divê her tim bi destekî pirtûk û di destê din de çeka xwe tevbigere, bijî û bixebite. Ji bo şoreşgeriya giştî jî dikare bibe pîvaneke bingehîn. Lê ji bo şoreşgerên Kurdistanê pîvan an jî prensîba herî bingehîn û ya nabe bê guhertin jî ev e. Bi kêmanî şert û mercên Kurdistanê wiha ne, divê şoreşgeriya bi ser dikeve li hemberî pergala mêtinger-qirker jî bi vî rengî be.
Bi kurtî ev prensîba bingehîn a şoreşgerî ye ku piştî qetilkirina Hakî Karer hate diyarkirin: Divê her şoreşger di destekî de pirtûk û di destê din de jî çek hilgire. Ev rewş pêdiviya teqez a şoreşgeriya Kurdistanê ya bi agahî û ewlehiyê îfade dike. Dema ku tevger pêş ket ev prensîb şeklê akademî û gerîlatiyê girt. Pirtûk wekî akademî, çek jî wekî gerîla mezin bû. Li akademiyan perwerdehiya şoreşgerî dihat dayîn, ewlekarî jî bi şerê gerîla dihat dabînkirin. Ev prensîba bingehîn a şoreşa PKK’ê îro jî derbasdar e.
Bi guhertina paradîgmayê re heman prensîb ji bo welatparêziya Kurdistanê jî derbasdar bûye. Ancax li ser bingehê perwerde û ewlekariyeke bi vî rengî dikare komuneke demokratîk hebe û bijî. Kesê azad ê ku beşdarî jiyana komunal a demokratîk bibe, ancax bi perwerdehiya akademîk û rêxistinbûna xweparastinê dikare were afirandin. Prensîba bingehîn a jiyana azad ewlekarî ye û ew jî ancax bi xweparastinê re bi awayekî azad dikare bê afirandin. Ji ber vê yekê prensîbê bingehîn ê şoreşgerî û welatparêziyê di roja îroyîn a Kurdistanê de ew e ku li ser esasê xweparastinê ewlekariya xwe pêk bîne. Di şert û mercên şerê gel ê şoreşgerî de ev prensîb pir zêde derbasdar e; ji ber ku dijmin ji bo ku biperçiqîne û tine bike êrîşî tevgera şoreşger û tevahî gelê welatparêz dike. Di vê rewşê de mirov bi girtina çavê xwe ji rastiya dijmin re nikare xwe bigihîne cihekî. Bi gotina “Ewlehiya min dabîn bikin” ji yên din re encamek dernakeve. Daxwazkirin û hêviya dabînkirina ewlehiyê ji kesekî din ji aliyekî ve nîşana lawaziyê ye û ji aliyê din ve girêdayîbûna bi wî ye.
Ev tê wê wateyê ku divê hemû şoreşger û welatparêzên Kurdistanê bi xweparastina xwe ewlekariya xwe misoger bikin. Me li jor jî behs kir ku ev du pîvan hene. Ya destpêkê; bi baldarbûna li ser şêwaza jiyan û xebata xwe, hûn ê ji bo ku di bûyera êrîşek çekdarî de xwe biparêzin, xwedî amadekarî bin. Hûn li ku bin û hûn çi xebatê bikin jî, hûn ê destpêkê li gorî vê prensîba şoreşgerî tevbigerin. Ya duyemîn jî, hûn ê bizanibin ku yek ji prensîbên bingehîn ên şer jî ‘Parastina herî baş êrîş e’ û hûn ê ne tenê bi tedbîrên parastinê, di heman demê de û dema ku pêwîst be bi êrîşê re jî ewlehiyê pêk bînin. Bi gotineke din dema ku hûn di asta stratejîk de di pozîsyona xweparastinê de bin, di asta taktîkî de jî hûn ê her tim di pozîsyona êrîşê de bin.
Di rewşa heyî de, di dorhêla şoreşgerî û welatparêzî de, ji vê prensîba bingehîn qutbûn û dûrketinek pir zêde heye. Beriya her tiştî ji rastiya dijmin û rastiya şer qutbûn û dûrketin heye. Weke ku tu dijminên me nemane, jiyan û tevgerînek mîna ku em bi tevahî azad bûne û ne di nav şerê man-nemanê de bin, heye. Ya duyemîn jî, di encama vê nêzîkatiyê de xwedî li erka şer li dijî dijmin derneketin heye, hewl nayê dayîn ku bi amûrên di destê xwe de li dijmin bixe, erka şer ji yên din re tê hiştin, her wiha nirxandina êrîşên muhtemel ên dijmin û tedbîrên pêwîst nayên girtin. Di encamê de dema ku li hemberî êrîşên dijmin derbe dixwe, çawa ku nekariye pêşî li vê bigire, bi tolhildanê jî bersiv nayê dayin.
Divê hemû şoreşger û welatparêzên Kurdistanê xwe ji vê nêzîkatî û helwesta şaş rizgar bikin û li ser esasê ku bi xwe ewlekariya xwe dabîn bike û divê li dijî dijminê faşîst-qirker bi awayekî aktîf têkoşînê bikin. Şoreşgerî û welatparêziya rast û serketî tenê wiha dikare bibe. Dîsa, ev prensîba bingehîn bi ti hêcetê re nikare bê guhertin. Ew tenê ji bo serketinê dikare rast bê fêm kirin û bi bandor bê pêkanîn.
Selahattîn Erdem Nivîsandiye……