NAVENDA NÛÇEYAN – Welatparêzî pîvana yekemîn a xeta bîrdoziya jina azade.
Ji bo despêkê jin careke din li çand û dîroka xwe vegere Rêbertî ev pîvan pêşniyar kır. Welat axa ku tu li ser ji dayîk bûye, parêzî jî tê wateya parastina wê axê ye. Têkiliyeke pir xort di navbera jin û axê de heye. Çawa ku dar her sal xwe nû dike, ji payîzê heya buharê pelên heyî diweşîne, bi buharê re ji nû de şin dibe, pel û gulên xwe ji nû de vedike, xweşik dibe, bi wê xweşikbûnê li dara xwe civakbûyînê ava dike.
Di heman demê de di jin de jî di her demê de bi xwe nû kirina bi rêya dewreyê re ew hest, his û hezkirin ji hin xurttir û zindî tir dibe. Bi hîs û hezkirinê li dara xwe civakbûyîn û jiyaneke bi hêz ava dike, mijarê welatparezî de civaka xwezayî giring û hejayî lêkolîne ye. Yekem car yê ku bi çandinî û lawiran re mijul bûye jine. Yê ku civak zane û perwerde kirî jî jin-dayîke. Jin bi cewherê xwe timî herikî û xwe nû kir. Bi vê hêza xwe ya hiskirin, hezkirin, şopandin, ceribandin, zayîn û kirina para giştî civakê ve bû xwedawenda û pîroz hate ditin. Bi vê hêza xwe ve pir şibiya gerdûn û axê. Çawa ku ax hertim ji xwe dide û kaniya bereketê ku pêwîstiya her zindiyekî pêktîne û xwedî dike. Jin jî bi zayên, perwerdeya civakê, zanista xwe, bi hîs kirin, îrade û hebûna xwe ve dibe kaniya bereketê. Ji ber ked, hîs û hezkirina ji axê re, xwe berpirsiyar dîtin û parastina vê axê jî bêtir bû para jin-dayîkê.
Mîtolojîya xwedawenda çiyayî Ninhursag, temsîla hêz û bereketê dike, bi çiyare bûyîna yek de minake xwedawenda Uruk’ê İnanna civakê, esas parastina pîvan û cewherê jina bi îradeye ji vê hesadiya navbera jin û zilamê temsîla dewletê dike didome. Serê di nav bera xwe dike, cara yekem yek xwedabûyînê derdixe. Bi du awayan tê gotin, awayekî tê gotin ku bi sê tirkevana êrîş dike, yek li mejî dide ku zanistê têk bibe, ya duyem li dil dide ku hîs û hezkirina wê têk bibe, ya sêyem li rehma wê dide ku bereketê tolê bibe. Awayê din tê gotin ku bi şûr kiriye du qet yek şandî ezman, ya dî li erdê ku tu carî neghîjin hev rê li ber parçekirina xwezayê ji vekir. Encamê vê parçekirinê de mulkiyet, pêşket. Him jin û him jî ax hat parçe kirin û ji xwezaya wê derxistin. Çawa ku sînroên ax-mal-mulk-dewlet pêşketin bi destê zihniyeta zilamê serdest û dewletê eyînî demê de jin û bedena wê jî hat parçe kirin û di bazaran de hatin firotin.
Gelek mînakên vê jinên ciwan ku bi zincîran hatin girêda û di sûkan de hatin firotin me di pêvajoya şere DAİŞ ê de dît. Ev zihniyeta zilamê 5 hezar salî û dewleta kapîtalîst da ku iqtîdara xwe biparêze îradeya jina azad dike hedefa xwe bi kuştin, rêvan dîn işkence, tacîz û tecawîzê ve êrîşî jinên ciwan dike. Ku di encama lêgerînen xwe de nebin xwedî îrade û bekevin bin desthiladariya zilam dixwazin wisa bikin ku jinên ciwan de ji xwebêbawar û ji jin bûyîna xwe şermkirinê bidin ava kirin. Lê hêza herî xurt a pîvana welat parêziye li beramberî vê zihniyetê bê du dulî tekoşîn kirine. Xwebûn û çewherê dayîna çand, ax, welat û îradeya xwe ya jina azade. Ji bo ku careke dîn her zindî bi xwezaya xwe jiyan bike di serî de jin ji bo ku careke din bi cewherê xwe jiyan bikê pêwistê her 5 pîvanên jina azad nasbikê, jiyan bikê û bide jiyan kirin. Rêbertî dibêje; “Girtina feraseta welatparêzîyê ji bo we şerte. Ne tenê feraset divê hûn hemû rastiyên dîrokî, rojane fam bikin, rêgeza yekema vê karî ku hûn dibêjin ez jî heme divê rêyê de ezê bimeşim eve…” wê demê beramberî hemû lewaziyên xwe şer kirin û xwe gihandina jina azad jî hemû lewaziyên xwe şer kirin û xwe gihandina jina azad jî we mohteşem be…
Hêlîn Qereçox Nivîsandî….