STENBOL – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çekdar Canfeda di 11’ê Cotmehê de wesayîteke faşîstan hedef girtin.
Yekîneya Tolhildanê 11’ê Cotmehê saet di 00.00’an de li Beyoglûya Stenbolê wesayîteke faşîstan hedef girt û di encamê de wesayît êdî nikare were bikaranîn. Yekîneyê diyar kir ku çalakiya xwe bi serkeftî pêk anîne û ji qada çalakiyê vekişiyane.
Hat diyar kirin ku gelek ekîbên polîs û agirkuj anîne cihê ku çalakî lê pêk hatiye. Yekîneyê têkildarî çalakiyê ev agahî dan;
“Weke yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Canfeda me 11’ê Cotmehê saet di 12’ê sibehê de wesayîteke faşîst hedef girt. Wesayîta kesê ku ev demeke em dişopînin me çalakî kir, wesayîtê zirareke mezin dît. Ji niha û pê ve wê çalakiyên bi biryartir bên kirin, emê zirarê bighêjînin wan. Metropolên Tirkiyeyê dê hesabê her milekî axa li Kurdistanê ku dixwaze dagir bike bide. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên şoreşger dikin ku bi çalakiyên ku wê di pratîkê de pêk bînin de helwestên xwe diyar dikin.”