STRASBOURG – Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ber Konseya Ewrupayê (AK) ji bo protestokirina derketina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê û komploya navdewletî ya ku heta dema dîlgirtina wî ya li Îmraliyê hatiye dirêj kirin. Li dijî vê komployê çalakiya rûniştinê ya ku azadiya Rêberê Gelan dike hedef hate destpêkirin.
Armanca Kurdistaniyan ji vê çalakiyê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, û şermezarkirina tecrîda giran, binpêkirina mafê Rêber Apo, zêdebûna zextên li girtîgehên Tirkiyê û li ser HDP’ê ye.
Îro jî Kurdistaniyên li Benelux, Bakurê Fransa, Strasboûrgê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlamenterên Fransa û parêzerên Rêber Apo jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Dostên gelê Kurd jî tevlî çalakiyê bûne û piştgiriyên xwe yên ji bo gelê Kurd pişterast kirin.
Li ser navê KCDK-E Fatoş Goksungur daxuyanî da. Di daxuyaniyên li ser navê saziyên din ên tevlî çalakiyê bûne de peyama hevpar hat dayîn.
Di daxuyaniyê de li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê Sarya Botan destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya hemû gelan e.
Botan di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ku çima CPT û saziyên din ên li vir li hemberî vê rewşê bêdeng in û diyar kir ku ew vê rewşê şermezar dikin.
Çalakî bi siloganên “Bijî Serok Apo û “Bê Serok Jiyan Nabe” berdewam kir.
Bi pêşandana şanoyê ya li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çalakî bi meş û siloganan bi dawî bû.