WAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Şevîn Çekdar li dijî polîsên faşîst ên li Taxa Xaçortê ya Wanê nobetê digirin çalakiyek li darxist.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Şevîn Çekdar duh (13’ê Cotmehê) saet di 22.30’an de li dijî polîsên faşîst ên Tirk ên li Taxa Xaçort (Sûrmelî) ya Wanê nobetê digirin çalakiyek li darxist. Hate diyar kirin ku di çalakiya bi taktîkên sabotajê hatiye kirin de wesayîta zirxî ya polîsên Tirk ên faşîst bêkar maye.
Yekîneyê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman;
“Yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Şevîn Çekdar, li Taxa Xaçort a Wanê ku bi welatparêziya xwe tê nas kirin, li dijî polîsên Tirk ên faşîst ên hewl didan nobetê bigirin, bi taktîka sabotajê çalakiyek li darxist.
Ji ber teqîna ku çêbûye wesayîta zirxî zirarek mezin dîtiye û êdî nayê bikaranîn. Yekîneya me vê carê jî bi molotofan çalakiya xwe berdewam kir. Polîsên Tirk ên faşîst neçar man ji taxê birevin, maşîna zirxî ya ku teqiya ye hiştin.”
Her wiha hat diyarkirin ku;
“Divê dewleta Tirk a faşîst û polîsên wê yên faşîst zanibin ku em her roj zêdetir xwe bi rêxistin dikin û hêrsa xwe ji her demê zêdetir mezin dikin. Li dijî polîtîkayên îşkence û tecrîdê yên li ser Rêberê me, li dijî çekên kîmyewî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, em ê her roj derb li we bidin. Zilma ku hûn ser gelê me de tînin, emê di pozê were derbixin. Weke ciwanên Apoyî em sond dixwin yek kesê ku li Sûr û Cizîrê hewl bide li ser hestiyên me mîhrîcanê li darbixe û bibe amûra vê yekê, ewê bê ceza namîne.”