BARTIN – Di qetlîama li kana komirê ya li navçeya Amasra ya Bartinê çêbû de, 41 karkeran jiyana xwe ji dest da. Xebata lêgerîn û xelaskirinê ya li kana komirê bi dawî bû.
Parêzerên ji bajarên der û dorê hatin Amasrayê jî çûn Bartine û ji bo delîl neyên veşartin û lêpirsîn bê kirin wê bi hev bişêwirin.
Hat îdia kirin ku derxistina cenazeyê karkerê dawîn, 5 saetan li hêviya hatina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hatiye hiştin.