NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan……
Niha nakokî ji nava civakê derketiye, veguheriye nakokiya bi xwezayê re. Ya herî xeternak jî eve. Dîsa nakokî bûna nakokiya tenê di navbera çînayetiyan de derketiye, kapîtalîzm aresteyî hemû civakê bûye. Aresteyî xwezayê bûye. Cinawir tenê çînayetî û mêtîngeriyê saz nake, xwezayê jî wêran dike. Ango erd û asîman jî kun kir. Hema bêje
hevsengiya xwezayî serûbin dibe û civak aniye ber tinebûnê. Her der bûye beton, wê şûnek lê bê jiyîn nemîne. Mezinbûna şêniyan dibe ku teqînek wisa ava bike rewşek ku cîh li ser rûyê erdê nemîne bide jiyîn. Hinek nexweşiyên seyr derdikevin. Nexweşiyên her tim gefan li mirovahiyê dixwin pêş dikevin. Ev hemû nakokiyên ku kapîtalîzma cinawir derxistîn holê ne.
Nakokî; ji sedsala 19. heta ji çarîka destpêkê ya sedsala 20. zêdetir ber bi şêweyên cuda ve diçe. Nakokiya kapîtalîzma sedsala 19. hinekê jî nakokiya di navbera ked û semyan an jî proleterya û burjuva, hinekê jî gelên bindest û dewletên mêtînger de bû. Wexta em li vê çarîka duyemîn a sedsala 20. dinêrin, êdî ti wateya
van nakokiyan nemaye. Xeteriya çînayetî ewqas negirînge. Dîsa mêtîngerî jî ewqas cidî nayê girtin. Ger hebe jî sînordare. Nakokî hîn zêdetir bi gelemperî bû û bi şêweyên nû pêş ketin. Li gorî min di roja me de aliyên emperyalîzmê û kapîtalîzma di nava xwe de dihewîne yên herî xeternak û nakokiyên rê jê re vekirine, hemû civak kiriye hedefa xwe. Mêtîngerî û teknîkên rêvebirina ku pêş xistiye ewqas pêşveçûyî ne; mînak asta pêşveçûna yekdestdarî, holdîngbûn û tora çapemeniyê jî bi serve bike, rêveberiya zanyarî, teknîkên pir tirsnak ên pir pêşketî ne.
Ya rastî hema hemû civak dîl hatiye girtin. Ne çîn, civak bêguman çîn jî di navê de ye. Lê niha li ser hemû civakê tê lîstin. Li ser her çînê cuda dilîze. Li ser zayend cuda dilîze. Li ser zarok cuda dilîze. Jinê pir baş bikar tîne. Heta çîna semyana navîn pir cuda bikar tîne. Lewma nakokî hem bi giştî bûn hem jî berfirehî mezin bûn. Dema em behsa cîhanîbûnê dikin, bûyera kapîtalîst û emperyalîzmê hemû cîhan weke axtapotê di nava pençeyên xwe de girtiye. Weke bangerê bi ser her tiştî re derbas dibe. Elbet di teknîka ku rê ji vê re jî vedike de pêşketin hene. Dîsa di pêncî salên dawî de pir baş tora çapemeniyê di astek awarte de bandor kiriye. Ev weke tê zanîn ne ji bo feydeya mirovahiyê ye, di derbarê dawiya wê anînê de xeterî jî bi xwe re aniye. Em dikarin nakokiyê wisa berhev bikin: Ne weke raveyên çînên bindest û mêtîngehkirî li dijî çîna mêtînger a din, dijberiya gelê bindest a li hember dewleta mêtînger a serdest, bi şêweyek vê jî bigire nava xwe bi hêza civakî ve yan jî civakê bi xwe re li ser wan saziyên çapemeniyê yên mezin û derfetên teknîkê yên din re dike yek û di navbera xwe gihandina hêza rêvebirinê de ye.
Îro têgehek weke DYE hêza herî mezine derxistine holê. Di bin vê sazûmaniya nû de bi rastî jî civaka cîhanê di bin xeteriyek mezin de ye. Nakokiya yekemîn eve.
Nakokiya duyem jî, di navbera civak û xwezayê de valehiya mezin a hatî avakirine. Di pêncî salên dawî de wêrantiya hatî kirin, yeqîn dikim ji destpêka mirovahiyê heta roja me ya herî mezine. Qirêjbûna xwezayê di ti demên dîrokê de evqasî pêş neketiye. Ne tenê qirêjbûn, xweza ji dest diçe. Cure tine dibin. Nebat û lawir bi lezek mezin ve di rewşa tinebûnê de ne. Hewa qirêj dibe, qeşa dihele, radeya germahiya tevahiya erdê her ku diçe zêde dibe. Êdî warên ku em lê dijîn dê veguherin çolê. Ev hemû kêm xeteriyê rave nakin. Êdî xeteriyên heyî, di rewşek xeteriyên çînayetî çil qatî zêdetir paş xwe dihêlin de ne. Beriya her tiştî xisletên mirov ên li ber xwe dayînê tên tinekirin. Asta dilşadî tê xistin. Vaye ji we re bêhtengî! Hinde di nava betonan de tê jiyîn, kêmek maye mirov veguhere kêzikan! Vaye, kapîtalîzmê mirov veguherandiye kêzikan. Ji vê kapîtalîzmê jî ancex ev tê payîn. Dema teorî û bernameyên sosyalîst ên nû tên pêşxistin, teqez pêwîste di van mijaran de nîqaş werin meşandin.
Ger bal bê dayîn, ji bo vê jî pêwîste modela sosyalîst zêde bê pêşxistin. Ev model, modela pêşxistina mirove. Li gorî min bi vê modelê re, mirov dikare her tiştî venêrîne. Hûn dikarin zêdebûna şêniyan venêrînin. Misoger dikarin civakê bi vê bidin yeqînkirin. Kapîtalîzm civakê nade yeqînkirin, civakê ji rê derdixe, bikar tine û xerc dike. Lê sosyalîzm ne wisa ye. Dide bawerkirin û her tiştî bi dilxwazî dide kirin. Xeterî mezine. Mînak, dema dibêjin em
karbondîoksîtê kêm bikin, her kes diraze, ji ber ku dibêjin hem bila şênî kêm bin, hem jî em bi zad xwe xwedî bikin. Civakek ecêb beredayî û xerc dike hatiye avakirin. Her kes dixwaze hîn zêdetir bixwe û hîn zêdetir xerc bike. Hema cinawirên xerckirinê ne! Dema pêşerojê her kes veguherî cinawirek xerckirinê, êdî cîhanek ku bê xerckirin jî namîne û dê vêca hevdu bixwin. Belê, bi modela sosyalîzma zanistî re ne xweza wêran dibe, ne jî bêrehmiya civakê pêk tê. Dikare plansaziya şêniyan bê çêkirin. Dikare aborî bi hevsengî bê pîlankirin. Vaye di roja me de sosyalîzm li
hember harbûna xerckirinê û wêrankirina xwezayê, li hember dîlkirina civakê ya ji aliyê tora çapemeniyê û gelek nexweşiyan ve, navê têkoşînê ye.
Misoger feraseta sosyalîzma sedsala 19. têrê nake. Ew her tim hişke û dibêje; “Li hember çînayetî çîn, li hember mêtîngeriyê rizgariya netewî.” Ev jî hinekê hewce ne, lê di rastiyê de rûyê ku derdikeve pêş pêşxistina demokrasiya sosyalîzmê ye. Li dijî wêrankariya hawirdor û harbûna xerckirinê, ya esasî pêşxistina têkoşînê ye. Ev dikare bibe bernameya nû ya sosyalîzmê. Bernameyek wisa hem wê bibe raveya sosyalîzmê ya herî zelal, hem jî rizgariya mirovahî bi xwe ye. Di vê watê de sosyalîzm pêşeroja mirovahî ya yekane ye. Berê civakbûn dihat gotin. Em jî niha ji vê re dibêjin sosyalîzm. Jixwe dema civakbûn raweste heywantî destpê dike. Di mercên kapîtalîzmê de jî cinawirên herî xeternak mezin dibin. Lewra têkoşîna sosyalîst di vê qonaxa serdema kapîtalîst-emperyalîst de rêya sereke ya rizgariyê ye. Mercê ku nebê nabê ye! Ger heywanbûnek evqasî bi giştî bûyî neyê rawestandin, dê mirovahî biqede. Di vê watê de ez dibêjim di sosyalîzmê de israr, di mirovbûnê de israre.