REQA- 800 delegeyên meclisên jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê yên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd û dayika sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyê Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa jî beşdarî kongeryê bûne.
Beşdaran rêziknameya meclisê nîqaş kir, rapora siyasî hat xwendin û seroka Desteya Rêvber a MSD`ê Îlham Ehmed rewşa siyasî ya herêmê nirxand û piştrast kir ku divê jin tev li jiyana siyasî bibin.
Meclisa Jinan xebatên du salan bi sînefizyonekê pêşanda û paşê hilbijartin dest pê kir û di dawiyê de Xaliye El Kehwan berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Semîre El Ezîz û Zozan Şemo cîgira wê hatin hilbijartin. Her wiha 70 endam ji bo Meclisa Giştî ya Jinan a partiyê hatin hilbijartin.
Berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliy El Kehwan encamnameya kongreya duyemîn xwend.
*Dosyayên qetilkirina jinan jê dosyaya siyasetmedar şehîd Hevrîn Xelef ji dadgehên navneteweyî û cezayî re were rakirin û şopandin.
*Asta têkoşîna li dijî siyasetên dagirkeriyê yên li dijî jinan tê meşandin, bilind bikin û li hember şerê taybet û şerê qirkirinê yê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tê, bisekinin.
* Dane û bûyerên şîdetê yên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên pelge bikin û dosyayê binpêkirinên li dijî jinan li herêmên dagirkirî amade bikin û ji rêxistinên hiquqî û peywendîdar re bişînin.
* Xebata diplomatîk xurt bikin û têkiliyên bi rêxistin û tevgerên jinan li hundir û derveyî Sûriyê re pêş bixin.
*Hemleyên rêxistinî, fikrî û siyasî li dar bixin da ku bighêjin tevahî jinan û wan bi rêxistin bikin û li ser hemû astan xurt bikin.
*Divê siyaseta çapemaniyê bi awayekî sereke û li ser bingeha hişyariyê bi rêve bibin da ku hêzeke çapemaniyê ku destekdayîna dozên jinê dike, ava bikin.
*ji bo ku aloziya Sûriyê were çareserkirin, divê bi Rêvberiya Xweser ji aliyê siyasî ve itîraf bikin û dewleta Tirk û çeteyên wê ji Sûriyê derkevin.
*Koçberên ku bi zorê ji malên xwe derketine û penaber bi ganatorên navneteweyî vegerin warên xwe û tevahî girtiyan derxin û çarenûsa wan diyar bikin.
* JInên sûrî tev li xebatên siyasî bikin û wan bixin navendên biryardayînê.
* Tevahî biryarên navneteweyî yên girêdayî çareseriya aloziya Sûriyê weke biryara 2254 û 1325 ên taybet girêdayî beşdarbûna jinan di xebata aştiyê de, aktîv bikin.