NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Xwebûn ku yekane rojnameya bi Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, ji dema ava bûye û vir ve zext û zordariya dewletê lê tê kirin.
Vê mehê polîsan nehiştin ku rojname ji derveyî Amedê re bê şandin.
Herî dawî destûr nehate dayin ku hejmara 148’an a rojnameyê ji derveyî Amedê re bê şandin.
Polîsên faşîst ku di 15’ê Cotmehê çûn otogarê, gef li xebatkarên fîrmayê xwarin û gotin, “Hûn ê vê rojnameyê neşînin.”
Polîsên faşîst 19’ê Îlonê jî çûn otogara Amedê û nehiştin ku rojnameya Xwebûnê ji Mersînê re bê şandin. Her wiha dest danîbû ser hejmara 144’an a rojnameyê.