NAVENDA NÛÇEYAN – Bi armanca bersivdayîna çalakiya fedayî a ku ji aliyê herdû gerîlayên fedayi Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal ve li bajarê Mêrsînê pêk hat, 5 ciwanên Minbicê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla ragihandin û teqez kirin ku çalakiya her dû fedayiyan Sara Tolhildan û Rûken Zelal ji bo tevlêbûna wan fermaneke divê pêk were.
Daxuyaniya tevlêbûna 5 ciwanên Minbicê wiha ye:
Ji bo gelê me yê welatparêz û ciwanên me yên azadîxwaz re!
Êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê 5 meh bi dawî kirin û dikeve meha xwe ya şeşan. Ev êrîş ne tenê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye , di rastiya xwe de êrîşek li dijî gelên azadîxwaze. Gelên ku azadî dixwazin hebûna wan bi saya lehengiya hebûna gerîla ye. Dewleta faşîst û dagirker çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi li Başûrê Kurdistanê bê ferq û cudahiya di navbera Kurd, Ereb û Suryan de li dijî gelan komkujiyan pêk tîne. Tenê armancek wê heye ew e ku dawî li xeyalên azadiyê yên ku bûne rastî bîne. Tekoşerên azadiya Kurdistanê ku ji xwûşk û birayên me ji hemû pêkhateyan pêk tên, bi qehremanî, bi îrade, û îsrarek bilind çongê li faşîzma sedsala 21’an li çiyayên Kurdistanê datînin. Di 26’ê Îlona 2022’an de du jinên ciwan Şehîd Sara û Rûken li navenda bajarê Mêrsînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek fedayî pêk anîn. Her du ciwanên têkoşer Şehîd Rûken û Sara ev ruhê êrîşê û fedekariyê ji berxwedana Rêber Apo ya li girava Îmraliyê girtin.
Em jî weke ciwanên Bajarê Minbicê xwe berpirsyarê vê fedekariyê dibînin û divê li pêşberî vî karî berpirsyariya xwe bi cih bînin, ji ber ku ev çalakiya fedayî ku ji aliyê her du ciwanan ve hatiye kirin fermaneke lazime pêk were. Li welatê me şer heye, axa me hatiye dagirkirin, gelê me koçber bûye, ev hemû kiryarên dijmin bûne sedema hêrsa me ya li hember dijmin. Me weke ciwanên Kurd û Ereb ji bo xatirê welatê xwe û ji bo jiyana azad bi Rêberê xwe re biryar da ku em tevlî nava refên gerîla bibin. Em soz didin gelê xwe ku em ê talîmat û fermanên du fedayîyan Sara û Rûken pêk bînin û li ser vê bingehê careke din dibêjin em ê vî dijminî têk bibin û li vir defin bikin. Em bang li hemû ciwanên Kurd û Ereb dikin ku tevlî şerê azadiyê bibin, bi berpirsyarî tevbigerin, tevlî nava refên gerîla bibin, destkeftiyên xwe biparêzin, destûr nedin ti kesî ku xaka me ya pak û pîroz qirêj bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekemîne ku ciwan bi vî rengî berê xwe didin çiyayên azad. Di demên ku wezîrê şerê taybet a hikumeta AKP û xayînên PDK ku dixwazin bi derawan nîşan bibin ku êdî ciwan di Rojavayê Kurdistanê de nemane û tu kes berê xwe nade çiyayê Kurdistanê, li beramberî vê ciwanên Kurdistanê bi hemû pêkhateyan bi berpirsiyarî tevdigerin û wan derewam vala derdixînin. Di demên borî de di 50’emîn sala serkeftina Rêber Apo de 50 ciwan ji Rojavayê Kurdistanê bi hevre berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û heya niha jî ciwan ref bi ref tevlî nava refên gerîla dibin.