AMED – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Hogir Amed (Faruk Kaçman) li Amed Baglarê 2 wesayîtên polîsên faşîst şewitandin.
Yekîneya ku li Amed Baglarê wesayîtên 2 polîsên faşîst şewitandin, êdî wesayît nayên bikaranîn, têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî dan û ev agahî dan;
“Di çarçoveya çalakiyên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Hogir Amed de, di 16’ê Cotmehê de danê êvarê 2 maşîneyên polîsên faşîst li nêzî Midûriyeta Polîsan a Amed Baglarê ya Taxa Selahattîn Eyyûbî hatin şewitandin. Yekîneya me piştî çalakiya xwe bi awayekî serketî vekişiya.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev çalakî ji bo mezinkirina berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku li dijî her cure teknîk û hêzê li berxwe didin û ji bo tolhildana şehîdên Sûrê hatiye pêk anîn û gotin; “Divê faşîzma AKP-MHP’ê û polîs û leşkerên wê yên faşîst zanibin ku ew ê hesabê her zirareke ku li Kurdistanê kirine bidin.”
“Weke ciwanên Apoyî yên Kurdistanî em ê di bin fermandariya şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal de bi pêş ve biçin û di kêliya herî neçaverêkirî de derbeyên herî giran li dijmin bidin. Li ser vê bingehê em bi taybetî bang li ciwanên Bakurê Kurdistanê dikin ku bi awayekî çalaktir beşdarî çalakiyan bibin û Kurdistanê ji dijminan re bikin dojeh. Di dawiyê de em dibêjin ku şehîdên me wê rêya me ronî bikin û em jî wekî şopdarên wan, nehêlin dijmin bêhna xwe vede.”