OSNABRUK – Ji bo Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal ên ku li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê li dijî avahiya Polîsan a Tece çalakiya fedayî pêk anîn, li Osnabrûka Elmanyayê, ji bi bîranîna wan çalakiya bîranînê hate li darxistin.
Di 16’ê Cotmehê de piştî bîranînê bi beşdariya TCŞ û TEkoJIN, bi beşdariya ciwanên Dûîsbûrg, Bîelefeld û Osnabrûkê perwerdeyeke 3 saetan hate dayîn. Di perwerdeyê de wateya welatparêzî û têkoşînê û gavên ji bo jiyana azad bên avêtin hatin nîqaş kirin.
Perwerdeya ku nêzî 30 ciwan beşdar bûn, bi nîqaşa beşdarvanan re bi dawî bû.