NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Azadiya Kurdistanê weke tevgereke fedayî mohra xwe li dîrokê xistiye. Ev dîroka dirêj a têkoşînê ku her kêliya wê bi fedekariyê derbas dibe, kesayetên fedayî derxistiye holê û van kesayetan riya têkoşînê guhertiye û qonaxên nû dane destpêkirin. Şehîd Zeynep Kînacî (Zîlan) di nava tevgera PKK’ê de yekemîn navê sembolîk ê vê fedakariya PKK’ê ye. Bi çalakiya xwe dewleta Tirk a faşîst şoq kir û di têkoşîna PKK’ê de qonaxeke nû da destpêkirin. Rêber Apo li ser Şehîd Zîlan nirxandinên pir kûr kir û diyar kir ku di nava fedakariyê de çawa û çi heye. Zîlan di tevgera PKK’ê de xeteke. Ev heqîqeteke ku divê were gihandin e, ast e, rêyek e.
Piştî Şehîd Zîlan bi dehan û bi sedan fedekarên lehengiyê derketin pêş û bi çalakiya xwe ya bêhempa di qonaxên herî krîtîk ên têkoşînê de pêk anîn û bûn meşale ji bo gelê Kurd û ciwanên Kurd. Kesayetên weke Andok, Êrîş, Doxa û Zinaran derketin holê û rastiya milîtanên azad yên Apoyî nîşanî herkesî dan.
Di demên dawî de dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd polîtîkayên giran meşandin û gel rû bi rûyê mêtîngeriyên nû kir. Bi taybetî di van 7 salên dawî de şerê herî dijwar bû û têkoşîna herî dijwar hat jiyîn. Ji 17’ê Nîsanê û vir ve dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastina Medyayê bi bikaranîna her cure çekên teknîkî û kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hewl dide gelê Kurd û Kurdistanê têk bibe. Her çendî bikaranîna çekên kîmyewî bi belge be jî, civaka navneteweyî û saziyên ku qaşo li dijî wê hatine avakirin jî bi vê sûca dewleta dagirker red nakin.
Li dijî van tevahî êrîş û bê rûmetiyê, li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên li dijî gerîla, li dijî polîtîkayên îşkenceyên ên li girtîgehan , di 26’ê Îlona 2022’an de li navçeya Mezitlî ya Mêrsînê li mala polîsan a Teceyê 2 gerîlayên jin çalakiyek fedayî bi lehengî pêk anîn. Wezîrê şerê taybet ku digot me PKK’ê qedandiye û em numareya pêlavên lingê gerîla heya dizanin, bi vê çalakiyê derbeyeke mezin xwar.
Têkildarî mijarê birayê şehîd Sara Tolhildan, Saraya ku bi rihekî fedayî çalakiya xwe li dijî dagirkeran pêk aniye û navê xwe weke xwedawendê azadiyê di dîroka têkoşîna azadiyê de nivîsandî, ji ajansa me re axivî. Mehdî Ûrper diyar kir ku Şehîd Sara di temenê xwe yê biçûk de tijî hestên tolhildanê bû û hêrsa wê ya li hemberî dewletê her tim mezin bû.
Tevahiya hevpeyvîna me ya bi Mehdî Ûrper re wiha ye;
“Ez di sala 1981’ê de li Qilabana Şirnexê hatime dinyayê. Em heta sala 1994’an li gund bûn. Min dev ji dibistana navîn berda. Di sala 1994’an de ji ber koçberiya bi darê zorê em neçar man koçî metropolan bikin. Ez zewicî me, 6 zarokên min hene û ji sala 2014’an vir ve li Swîsreyê dijîm.
Şehîd Sara di sala 1992’an de li Qilabana Şirnexê ji dayik bûye. Dema ku temena wê 2 salî bû, ji ber koçberiya neçarî neçar ma gundê xwe, welatê xwe biterikîne. Her çiqas gelek bîranînên wê ji bajar û gund ve tunebû jî, lê her tim hesreta wê ya ji bo bajar, gund û Kurdistanê hebû. Ew di nameyên xwe yên dawîn de û di rojnivîska xwe de jî dinivîse û pir pêgir e. Hesreta wê ya mezin ji bo Kurdistan û welat hebû, evîneke mezin hebû.
Di Stenbolê de derfeta xwendina dibistana seretayî dibîne lê ji ber pirsgirêkên aborî nikare bixwîne. Ya rast, wê jî nedixwast ku li metrepolan bixwîne. Di temenekî ku em dikarin jê re bibêjin zarok; Di 12-13 saliya xwe de bi kedkaran re kete têkiliyê û dest bi kar kir. Lê di kesayeta wê de taybetmendiya ku zû bi pêş dikeve hebû. Taybetmendiya wê hebû ku neheqiyên di civakê de dema didît rexne dikir û pergala baviksalar jî red dikir. Di 13 saliya xwe de dest bi nivîsandina rojnivîsan kir.
Dema biçûk bû hem hesreta çiya û gerîla hem jî hesreta Kurdistanê her pê re hebû. Di nivîsên wê de jî ev yek xuya dike. Di temenekî biçûk de îfade dike ku ew ê rojekê derkeve çiyê û tevlî gerîla bibe. Ya ku herî zêde bandor li wê kirî şihadeta hevalan bû. Xalê wê di sala 1996’an de di operasyona Zap-Avasînê de şehîd bû. Lê heval Rojhat ê ku di sala 1999’an de şehîd ketî, herî zêde bandor li ser wê kiribû, ew şehîd Rojhat jî mamê me ye. Yê ku herî zêde bandor kir ev bû, digot pêwîste çeka wî li erdê nemîne. Ez weke neviyê herî mezin ê malbatê min ev hêvî her tê de didît. Tapî ev rê riya qehremanî û wêrekiyê ye. Herkes nikare vê cesaretê bigire, wê soza dawî da. Tewra dema ku li malê bû digot ew ê bi girseyî biçe û tevlî bibe. Dê û bavê min her jê re digotin tu ji wî biçûktir î, dema tu bigihî temenê xwe em ê piştgiriyê bidin te, tu dikarî biçî, lê em bi vî temenî derketina te qebûl nakin. Lê piştî ku gihîşt temenekî, bi xwe biryara xwe da. Û wê di nameya xwe ya dawîn da jî berî ku here, ew rexne kirine û bi taybet jî ez rexne kirime.
Wê demê ez xebatkarê Ozgur Gundemê bûm ez bi van gotinan rexne kiribû “Eger tu rêxistinbûyî, şoreşger bûyî, çima tu zewicî? Lingeke di nava pergalê de û lingê te yê din jî derveyî pergalê ye. Divê hûn tiştekî ji van hilbijêrin. Ezê weke te nebim.” Heman demê de ev rexne ji bo bavê min jî derbasdar e. Bavê wê xebatkarê HADEP’ê bû, çalak bû. Bi vê rengî em rexne kirin û dema biryara xwe jî daye û çûye 17 salî bû.
Bê guman, ew xwediyê kesayetiyek pir hestiyar bû. Ew kesek hestyar bû. Ji bilî vê, ew ji hawirdorê re pir hestiyar bû. Li hember kesên feqîr û ketî (pîr, seqet) pir hesas bû. Bi zarokan re pir eleqedar dibû. Li gel vê nêzîkatiyên hestiyar jî kîn û hêrsek mezin li dijî sîstem û pergala dewletê, polîs û leşkeran di temenê biçûk de jiyan dikir. Carekê çû serdana girtîgehê. Piştî wê serdanê, ew pir aciz bibû. Wê rûyê vekirî yê dewletê li wir dît.
Dema ku 16 salî bû rastî tiştên cuda ku karibe lêgerînên wê bikehat, hertim serê xwe li ber her tiştî bilind dikir. Dema ji girtîgehê hate malê, bi dê û bavê min re nîqaş kir û got; “Eger we zanîbû wisa ye, we çima ez bi xwe re birim?” Her tim îtîraza wê li dijî pergalê hebû. Ew kesayetek serbixwe bû. Li hember neheqiyê, li hember zilmê, li hember her tiştê ku dizanibû ne rast e, berxwedanek wê hebû. Rihê wê yê têkoşer hebû. Ew jî bi biryar û disîplîn bû. Mesela, di mala me de yên ku zanîngeh xwendine hene, lê kesî ji me rojnivîsek nenivîsandiye. Wê di 13 saliya xwe de dest bi nivîsandina rojnivîsan kir û xwe bi pêş xist., dikaribû baş bi kurdî binivîsanda û biaxiviya, bi tirkî jî xwe baş îfade bikira.
Bê guman li hember neheqiyê li berxweda. Ger li derekê neheqiyek hebûya, çi di nav malbatê de, çi jî di nav civakê de, dijberiya xwe nîşan dida. Mînak dema rexnekirina sîstema feodal jî wisa bû. Malbat welatparêz e, partiyê wekî destpêka partiyê nas dikin. Lê dîsa jî bi piranî jinan karê malê dikirin. Berê jî rexne li min dikir û digot “kêfî meke, rabe bibe alîkar”. Pir zêde hesas nêz dibû, nedikarî sîstema feodal qebûl bike. Di heman demê de ew rexne li cihêbûna çînên di civakê de jî dikir. Ew li dijî nêzîkatiyên ku xwe mezin dikin bû.
Bi rastî, ew pir xebatkar bû. Her çi bikira, dikaribû baş bikira. Cara dawî di salên 2003-2004’an de li Stenbolê dest bi jiyana bazirganiyê kir, xwişkeke wê ya mezin hebû û li tekstîlê dixebitî. Jiyana wê ya tekstîlê 4-5 sal bû. Mînak di sê mehên ewil ên ku ew ket hundir de fêrî hemû pîşeyên ku xwîşka wê dizanibû bû. Du caran fon xwe distîne.
Ew destpêkek bû, ku karê xwe bê kêmasî bi dawî bike. Mînak ji kar dihat, westiyabû, lê diya min nedikarî bixebite. Çawa dihat, diçû ji dayîka min re digot; “Tu rûne, tu westiyayî. Diya min digot, “Tu ji kar vegeriyayî, tu westiyayî, kar neke” lê nedihêşt. Qîmeta kedê dikir û ew bi xwe jî dêrîn bû. Dema hewce dikir, dikaribû hemû barê malbatê bi xwe rake. Serhildêr bû, li dijî neheqiyê serî hildida, li hemberî çewisandina dewletê ya li hemberî civaka Kurd gelek serhildêr bû. Li hemberî van hemûyan, çi zextên çandî û çi yên siyasî be, gelekî bi kîn bû û her lanet dikir. Wê bawer dikir ku cihê herî baş ji bo îfadekirina vê dê çiya be. Di dawiyê de biryara xwe da û çû.
Wê ev yek bi jiyana xwe xist pratîkê. Sara got ku ew ê beriya ku bibe 14 salî tevlî bibe. Dema Rojhat şehîd bû jî, nêzî bavê min bû û jê re gotinek kir. Jê re gotibû; “Xem nake bavo, ez ê mezin bibim, ezê çeka xwe bigirim û ezê herim kesên Rojhat şehîd kirin bikujim, ger hewce bike ez ê jî şehîd bikevim. Dema ku ev got tenê 12-13 salî bû. Ev reaksiyonek neçaverêkirî ji wê bû. Me dizanibû ku ew ê biçe, malbatê jî dizanibû. Tenê hewl dida ku wê di demek diyarkirî de bişînin. Me her digot dema ew mezin bibe dikare biryara xwe bi xwe bide.
Di nivîsên wê de jî wek mînak “çiya û gerîla” pir derbas dibe. Beriya ku biçe çiyê salek an du sal jî ev nivîsiye. Kaxez û nivîsên wê hene. Biryardariyeke wisa hebû. Di nava malbatê de jî qutbûna ji rêxistinê çênebû. Mînak ez aktîf bûm, di rojnameyê de bûm, di nava rêxistina ciwanan de bûm. Wê ev weke kêmasî dihesiband. Di wê baweriyê de bû ku dijminekî hov li pêşiya me ye, tenê bi rêyên siyasî, tenê bi rêyên qanûnî bi dijmin re nayên biserketin. Di vê mijarê de di gerîla û çiya de israr kir.
Me carinan jê re pêşniyar dikir; “Dibe ku ne mecbûrî çiya be, hûn dikarin bi rêbazên din şer bikin, rêbazên din hene, hûn dikarin xwe baştir bikin û li deverên din şer bikin.” Wê bi vê yekê bawer dikir. Ji ber ku dijmin bi çek, bi zext û bi hêzeke bê hevseng tê ser civaka Kurd. Hûn tenê bi berxwedanê, bi hilgirtina çekan dikarin li dijî vê hêza bê pîvan derkevin. Dibe ku tişta herî dawî ku bandor lê kir serdana girtîgehê bû û li wir rûyê rastî yê dijmin dît.
Haya wê jê hebû ku dijmin ji xwe gelekî hov, barbar e û li hemberî hêzên gerîla her cure çekan bikar tîne. Lê wê bi çavê xwe dît ku li hember sivîlan nêzîkatiyên wisa tên raber kirin. Berê biryara xwe dabû, lê ev bûyer bû sedem ku ew zûtir derbikeve.
Bi qasî şopandinên me, hem li Mexmûrê, hem li Ewrupayê û hem jî li Kurdistanê sersaxî hate dayîn. Ya rast jî malbatê li Tirkiyeyê hê cenaze negirtine. Ewê piştî ku cenaze bigrin, merasîmê çêbikin. Lê xwedîtî pir e. Hûn dizanin li Tirkiyeyê atmosfereke tirsê heye. Atmosfera tirsê ya ji aliyê dewletê ve li ser civakê hatiye ferz kirin heye. Tevî vê atmosfera tirsê jî 13-14 roj in gel ji bo sersaxiyê diçin cem malbatê. Li vir em sersaxiyê dixwazin.
Civak bi kombûna hestan re derbas bû. Ji roja ku me xebera şihadetê bihîst, bi saya heval û hogiran gelek kes hatin û çûn. Roj nîne ku çend heval neçin û neyên. Xwedî derketin mezin bû û bandorek li ser gerîla heye. Hevalên ku di asta rêveberiyê de ne jî xwedî derketin û peyam dan, ji Hevalê Cemal heta hevalê Duran hemûyan peyamên xwe dan.
Çalakiyeke mezin bû. Bê guman, pêdivî ye ku merov berî çalakiyê binêre. Pêvajoya ber bi çalakiyê ve çawa bû? Li çiyayên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Gerîlaya Azadiya Kurdistanê şerekî hovane û nemerdane tê meşandin. Ev şer ne şerekî normal e. Ev şer şerê dewleteke barbar e. Ji bikaranîna wê yên ji çekên ku di peymanên navneteweyî de qedexe ye, heta xerakirina goristanan êrîşî gerîla dike. Gihîştiye wê astê ku bi hestiyên şehîdan jî dilîzin, hestiyên wan dixin tûrikan û didin malbatê wan. Bê rûmetiyek mezin heye, ev şerekî pîskolojîk e. Ji bilî şerê giran yê pîskolojîk, şerê teknîkî yê giran jî heye. Ev şerê teknîkî bû ku hêştiye Ermenî di şerê Qerebaxê de winda bike û Azerî bi ser bikeve. Dîsa, ev teknolojî bû ku Rûsya li Ukraynayê paşde kişand. Lê em dikarin bibêjin ku gerîla, Gerîlaya Azadiya Kurdistanê 2 sal, 3 sal û heta bi salan e, li ber vê teknîkê li berxwe didin. Teknolojiya Îsraîl û NATO’yê bi salan li dijî PKK’ê tê bikaranîn, heta teknîk û çekên ku di nava peymanên navnetewî de jî qedexe ne bikartînin. Gerîla li dijî teknolojiyên wiha şer dike. Li hemberî teknolojiya ku dewletên mezin jî çend mehan nikarin li berxwe bidin, gerîla bi salan e li berxwe dide û ewê hîna jî li berxwe bidin.
Ez bi xwe jî weke gel û sivîlekê xwe di nava bê dengiya li dijî çekên kîmyawî de dibînim, li dijî gerîla ewqas êrîşên tunekirinê bê navber tên kirin, em jî li vê derê bê bersiv dimînin. Diviyabû me weke dema şerê Efrîn û Serêkaniyê bertek nîşan bida. Ji ber ku hêzeke bê rehm heye.
Ez dikarim bibêjim ku ev çalakî çalakiyeke derengmayî ye. Divê berê ev çalakî bihata kirin. Li dijî êrîşên bi vî rengî yên îmha û qirkirinê çalakiyek derengmayî ye. Divê ev çalakî li metropolên Tirkiyeyê bên kirin. Niha dijmin û dewlet dixwazin şerê li Kurdistan û çiyayên wê ve bixe bin kevirekî de. Naxwaze cîhan bi vê şer û berxwedanê ve bizanibe. Bi vê taktîkê em dikarin bersiveke wiha bidin, şer bi ser mala dijmin de bibin. Bandora çalakiyê pir e, di nava ciwanan de xwedîderketina hestiyar heye. Û ez bawer dikim ku ev pêdivî ye ku pêşve were birin.
Ez ji vê çalakiyê wiha fêm dikim, mafê xwe yê parastina rewa heta dawiyê bi kar aniye. Hemû zindî xwedî mekanîzmayeke parastinê ya rewa ne. Striya gulê parastina wê ya rewa ye. Peyama rêheval Sara ya ji vê çalakiyê ku di demeke reva ji Kurdistanê zêde dibe û ciwan berê xwe didin Ewrupayê, ji Kurdistanê berê xwe didin metrepolên Tirkiyeyê, ewe ku em tenê bi berxwedanê dikarin hebin û tenê bi lêdana li dijmin dikarin parastina xwe bikin.
Di nameya xwe ya dawî de dibêje, “Em ê bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin.” Ez jî wisa bawer dikim. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Ez di wê baweriyê de me ku ne bi teslîmbûna dijmin, bi rizgarbûna ji polîtîkayên qirkirinê yên dijmin, li her qadê bi berxwedan, serhildan û têkoşînê em dikarin bi ser bikevin.” Peyama dawî ya wê wisa ye;
Evîna min welata min e
Evîna min gerîla ye
Evîna min APO ye
Ez bê welat, bê ax û serkêş jiyan nakim
Welatê min Kurdistan
Em hemû jê re canfeda
Lêxe gerîla lêxe
Roja me tu kes nikare tarî bike
NC// Seher Denîz