NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Hasan Ferîd Gedîk ên HBDH’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Em ê rê nedin firoşkarên tiryakê ciwanên me bixin xefikê û gelê me qirêj bikin. Em ê tu carî nahêlin ev hêmanên xirab çavên xwe vekin!”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Me nehişt ku çeteyên tiryakê ciwanên me li Karşiyakayê ya Îzmîr bixin xefikê. Me li cihê wan xist.
Yek ji zilamên çeteyên tiryakê Denîz Camgoz ê bi navê Necatî, bû hedefa milîsên me. Em Milîsên Hasan Ferît Gedîk a HBDH’ê, 14’ê Cotmehê saet di 23.00’an de me li Taxa Ornekkoy a Karşiyakayê li dijî cihê tiryakê yê vê hêmana qirêj bi bombeyên çandî çalakî pêk anî.
Em ê ti carî rê nedin firoşkarên tiryakê ciwan û gelê me yê kedkar jehrî bikin!
Divê ciwan ji bo pêşeroja xwe, li dijî êrîşên hovane yên qirêj derkevin û tevlî milîsên HBDH’ê bibin.”