MEXMÛR – Yekîtiya Xwendekarên Azad YXA ya xwaser wê (Jinên Ciwan ên xwendevan) wê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) konferansa xwe li darbixin.
Bi tevlîbûna dehan jinên ciwan ên xwendevan li wargehê civînek hate li darxistin. Jinên ciwan ên xwendevan beriya ku konferansa xwe li darbixin, civînek çêkirin. Di civînê de jinên ciwan li ser naveroka konferansê û armanca wê ve nîqaş kirin.
Civîna jinên ciwan nêzî 2 seatan dewam kir. Jinên ciwan di civîna xwe de bang li hemû xwendekarên jin kirin ku tevlî vê konferansê bibin.
Hate gotin ku konferans wê derbarê rola xwendekaran di şerê li dijî dagirkeriyê de divê çawa be û li hemberî vê pêvajoya erka ku dikeve ser milê jinên ciwan ên xwendevan çiye were li darxistin.