NAVENDA NÛÇEYAN- Li ser bangawaziya Navenda Parastina Gel ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo gerîlayên ku bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin daket qadan, hêrs û helwesta xwe nîşanda.
Li çiyayên Kurdistanê hember çekên kîmyewî qehremaniyên mezin derdikevin holê û dijmin têk dibin. Ji ber vê yekê jî dijminê faşistê tirk neçar dibîne û hember gerîla çekên kîmyewî, termobarîk bikartîne. Herî dawî jî li Zap, Avaşîn û Metîna de çekên qedexekirî kar anî û 17’de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şehîd xist. Ji ber vê yekê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger de daketin qadan û çalakiyan darxist.
QAMIŞLO
Bi sedan ciwanên Qamişlo Çarxorê ya Şerqî kombûn û berêxwe dan konê Şehîd Serdem Agirî. Heta bigihêjin konê duruşmayên Şehîd Namirin, Bîjî Berxwedana Gerîla û Ciwan Fedayiyên Rêber Apone avetin. Piştî ku gîhîştin konê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger Mahabat Şukrî daxuyanî xwant.
Daxuyanî waha bû : ”Ji bo raya giştî weke tê zanîn êrîşên ku li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistan her diçe dijwartir dibe. Artêşa tirk a dagirker ji nîvê nîsanê ve li herêmên di bin kontrola gêrîla de bê navber çekên kîmyawî bikar tîne li gorî bîlançoya nû ya ku HPG ‘ê di 17’ê cotmehê de weşandine û di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyawî yên qedexe hatine bikaranîn artêşa tirk a ku li hemberî tîmên pispor yên Gêrîla û tektîka şerê çepertunelan têk çû serî li çekên qedexe dide ev sûcên şer gelek caran bi dîmenan hatin eşkere kirin Dîmenên ku dive dawiyê de hatiye parve kirin di nav de du gêrîlayên azadiya kurdistan “Baz Mordem” û “Helbest Koçerî” ku rastî vê êrîşê çeka kîmayawî hatine asta êrîşên ku li hember gerîla tê meşandin dide eşkere kirin. Her wiha weke ku gêrîlayên azadiya Kurdistan dane diyar kirin. Dijmin her carê li cihên cuda bi rêbazên cuda, bi cûreyên cuda yên kîmyewî êrîşan dike. Bila her kes zanibe; her şehadet kîn, hêrsa me, baweriya me, îradeya me mezintir dike. Ji bo ax û bîranîna şehîdan em ê teqez bi ser bikevin.” Em jî weke Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgêra Ciwanên Soresger dibejin ku emê li hember erîsen wuha ku derwayî mirovahiye û rêgezen ser te kirin heta dawî tekosin bikin û her li qadan, di nav çalakiyan de bin.”’
RAQA
Pêşenktiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger de li Raqa jî bi sedan ciwan daketin qadan û hêrs û kîna xwe nîşan dan ev meş li Parqa Şehîd Hevrîn destpêkir û heya çerxorê ya Seti berdewamkir li vir ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger Buşre Ehmed axaftinek kir.
Axaftin waha ye: Destpêkê em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin ,em bi şihadeta 17 hevalên ji Hêzên Parastina Gel şehîd ketine em ser bilin din. Dewleta tirk a faşîst çekên kîmawî bi kartîne,em li vê derê dibêjin ka ol ka bawerî li beramberî vê hovatiyê ,em jî wekî Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger manewiyeta xwe ji hêzên xwe yên gerîlla digirin,ji ber ew yên serekene ku digerin ji ber doza me va şer bikin û diparêzin,ew dikarin projeya jinê biparêzin,em soz didin şehîdên xwe û rêberê xwe û gelê xwe ku emê li ser şopa wan bimeşin.
MINBIC
Li Minbicê jî sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan daketin kolanan û li dijî bikaranîna çekên kîmyawî û tevahî çekên qedexe li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, helwestên xwe nîşan dan.
Xwepêşandan ji Çarxereya El-Mizan a aliyê rojavayê bajêr dest pê kir û heta çarxereya masab dewam kir, piştî deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan . Piştre jî rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada axivî û wiha got: “Em hemû şehîdên tevgera azadiyê yên ku ji bo azadiya hemû gelan têkoşiyan û fedayî bi bîr tînin. Faşîzma tirk bi alîkarî û xiyaneta mala Barzanî û welatên hevpeymaniya NATO`yê û bi çekên kîmyewî yên qedexe êrişê dibe ser gerîlla li hemberî van hemû êrîşên li dijî berxwedana gerîla, em destnîşan dikin ku doza me wê bi ser bikeve, ji ber ku doza me dozeke mirovahiyê ye ku ber bi ber bi pêş ve diçe. azadî û ji bo hemû gelên bindest em soza xwe nû dikin ku em ê di xeta têkoşîn û berxwedanê de bidomînin.”
KOBANÊ
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê meşeke girseyî darxistin û tevahî êrîşên li dijî gerîla tên kirin şermezar kirin.Xwepêşandana ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a hate organîzekirin ji Qada Jina Azad ber bi Çerxerêya Aştiyê ya bajarê Kobanê ve dest pê kir.Ciwanên bi hêrs dirûşmên “Ji faşîstan re mirin”, “Bê Rêber Abdullah Ocalan jiyan nabe” berz kirin.Piştî ku xwepêşandêr gihiştin Çerxerêya Aştiyê ji bo bîranîna giyanê şehîdan deqeyek rêz girtin û piştre ciwanên bi hêrs ber bi deriyê sînor ê Murşîd Pinarê yê bakur Kurdistanê ve ketin rê û li vir xwepêşandan bi dirûşmeyan dawî bû .