NAVENDA NÛÇEYAN – NPG’ê duh nasnameya 17 gerîlayên qehreman ên di encama bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, eşkere kir.
Piştre jî ANF’ê dîmenên 2 gerîlayên bi navê Baz Mordem û Helbest Koçerîn ên di encama çekên kîmyewî de şehîd bûne bi raya giştî re parve kir.
Piştî ku nasnameya gerîlayên şehîd hatin eşkere kirin, Kurdistanî û dostên wan li kolanan çalakî li darxistin. Li ser vê bingehê bi pêşengtiya TCŞ’ê li Marsîlya û Baselê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakî hatin li darxistin.
Li Marsîlyayê di çarçoveya çalakiyên li dijî çekên kîmyawî de, ciwanên TCŞ’ê û meclîsa giştî ya Marîgnaneyê li balafirgeha navendî çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Piştî daxuyaniya NPG’ê, welatparêzên Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Basel ê Swîsreyê dijîn, weke li tevahiya Ewrupayê ji bo 17 gerîlayên ku şehîd bûne daketin qadan. Çalakî bi berzkirina siloganan bi dawî bû.